spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hiso: PDK dixwaze berxwedanê bişkîne

Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê di roja 79`an de didome. Malbat ji bo cenazeyên HGP’iyan bigirin 79 rojin têdikoşin. Malbatên HPG’iyan dixwazin ku PDK cenazeyan radestî wan bikin. Lê PDK vê yekê red dike. Di 28 – 29`ê tebaxê de li herêma Xelîfanê 5 endamên HPG’ê di kemîna PDK’ê de jiyana xwe ji dest dabûn. Dayikên Aştiyê, saziyên civaka sivîl, rêxistinên hiqûqî, nivîsgehên karûbarên olan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bang li PDK’ê dikin ku cenazeyan radestî malbatên wan bike. Îro jî endamên Desteya Darayî ya herêma Cizîrê berê xwe dan deriyê sînor ê Sêmalkayê da ku tev li konê çalakiyê bibin ku di 4`ê Cotmeha borî de ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve hatiye dayîn.

Endamên desteyê li qada deriyê sînor kom û berê xwe dan deriyê Pêşxabûr. Endamên komê bi  dirûşmeyên polîtîka û helwesta PDK’ê şermezar kirin. Cîgirê Hevserokatiya Desteya Darayî ya Herêma Cizîrê Ebdullah Hiso kiryarên PDK`ê li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha got: PDK armanc dike ku xeta berxwedanê tune bike. Lê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu carî gavan paşde navêjin.