spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hişyar Ozsoy: NATO’yê warê tevgerê li Erdogan teng kiriye

Têkildarî civîna di asta bilind de ya NATO’yê ya 31’emîn gelek nirxandin hatin kirin. Bi beşdariya 30 heb serokdewletan civîn li baregeha NATO’yê ya Brûkselê pêk hat. Di civînê de mijarên wekî tevgerîna biserêxwe ya Tirkiyeyê ya di meseleya Sûriyeyê de, rewşa dawî ya li Efxanistanê û biryara vekişîna ji wir, pêwendiyên bi Rûsyayê re, êrîşên fezayî, hilberandina çekên nû yên teknolojîk, lêçûnên zêde yên parastina NATO’yê, nêzîkatiya bi Çînê re hatin axaftin.

Der barê civînê û beşdariya Tirkiyeyê ya civînê de Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy rewşê nirxand.

Erdogan dê êdî nikaribe nakokiyan bi kar bîne

Ozsoy diyar kir ku civîna NATO’yê qada tevger û bizavê ya Erdogan tengtir kiriye û serdema serokê berê yê Donald Trump bi bîr xist û got ku di navbera DYA-YE’yê de lihevnekirinek hebû, Trump li pêşberî kamerayan ji lîderên ewropî û NATO’yê re gotinên neçê digot. Her wiha Ozsoy bal kişand ser tabloya ku bi serokatiya Biden re guherî û diyar kir ku bi Biden re nakokiyên di navbera Amerîka, NATO û Ewropayê re aram bûne û ew bêhtir nêzî hev bûne. Ozsoy der heqê hevdîtina Erdogan-Biden de jî ev yek anîn ziman: “Erdogan lihevnekirin û tansiyona di navbera Trump, Amerîka û NATO’yê de bi kar dianî. Divê meriv di vê çarçoveyê de jî li meseleya S-400’an binêre. Em bînin bîra xwe, Trump di mijara S-400’an de hema bêje rêveberiya Amerîkayê sûcdar dikir. Biden, têkiliyên NATO û Ewropayê komî ser hev kir û qada bizavê ya Erdogan jî di asteke girîng de teng kir. A rast divê meriv wisa li bandora meselê ya mezin binêre. Yanî Erdogan êdî kengê bixwaze nikare têkiliyên bi nakokî yên di navbera Amerîka-NATO û Amerîka û Yekîtiya Ewropayê de ji xwe re bi kar bîne. Çunkî lîderên ewropayî û Amerîkayê hema bêje konsesusa temam pêk anîne. Li gorî min yek ji peyamên civînê yê herî girîng jî ev bû. Erdogan heke bi eşkereyî gav neavêje, tawîzan nede, wê ev têkilî neyên başkirin.

Pozîsyona Tirkiyeyê guherbar e

Ozsoy di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê jî û wiha pê de çû: “Niha NATO’yê hem ji bo Çînê û hem jî ji bo Rûsyayê dijîtiya xwe zelal kir. Ji bo ku Tirkiye li dijî Rûsya û Çînê pozîsyoneke zelal bigire, zext lê tê kirin. Heke Tirkiye bi Rûsyayê re rû bi rû bimîne, mesela dev ji S-400’an berde ango li Deryaya Reş pozîsyoneke nêzî Îngîlistanê û Amerîkayê cih bigire û bi Rûsyayê re rû bi rû bimîne û dijîtî derkeve, Rûsya jî dê li hin qadan bedelê vê yekê ji Tirkiyê bistîne. Di serî de jî Sûriye tê. Meseleya Rojava tê. Erdogan di aliyekî de di mijara aboriyê de tengav bûye û qediyaye. Hem jî di warê dîplomatîk de bi tenê maye. Dixwaze bi rojava re têkiliyên xwe dîsa normal bike. Dixwaze vê bi ser NATO’yê re normal bike.”

Têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê dê zû çareser nebin

Ozsoy behsa agahiyên ku di nav rayedarên amerîkî de dihatin nîqaşkirin jî kir û diyar kir ku rayedarên DYA’yê ji wî re gotine ku bendewariyên wan zêde ji vê hevdîtinê tune ne û wiha got: “Ez nav nedim û bibêjim, hêviyeke wisa mezin ya rayedarên amerîkî ji hevdîtinê tune ye. Lewra Tirkiye qene be di mijara S-400’an de hema bi devkî be jî dide nîşan ku ew li ser ya xwe ye. Lê belê di mijara S-400’an de daxwazên amerîkiyan zêdetir dibin. Binpêkirina mafên mirovan a zêde ya li Tirkiyeyê, meseleya demokrasiyê jî ketiye rojeva wan. Dema em bi giştî binêrin têkiliyên DYA û Tirkiyeyê dê di demeke kin de çareser nebe.”

Tirkiye têkiliyên xwe derdixe bazarê

Ozsoy di axaftina xwe de behsa bazirganiya Tirkiyeyê ya di mijara têkiliyan de jî kir û ev yek anîn ziman: “Tirkiye hêza xwe ya nav NATO’yê de bi kar tîne û bi vî awayî jî ji welatên ewropî re dibêje ez bi rengekî cendirmetiyê ji bo we dikim, li Efxanistanê ewlehiya balafirgeha Kabîlê dikarim bikim, li Rojhilata Navîn, Deryaya Reş di operasyonên NATO’yê de dikarim bi awayekî çalak rol bileyîzim. Bi vî awayî Tirkiye kapasîteya xwe derdixe bazarê. NATO dikare li Efxanistanê erka paqijkirina zengarî-qilêriyê bide Tirkiyeyê, her wiha dikare li Deryaya Reş jî li beramberî Rûsyayê pozîsyona Tirkiyeyê bêhtir çalak bike. Lê jixwe xuya ye Erdogan hêviya xwe ji welatên rojava qut kiriye. Erdogan dê hewl bide van têkiliyên dîplomatîk û siyasî sererast bike di nav NATO’yê roleke çalaktir bileyîze.”