25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hişyariya pêla duyemîn

Li cîhanê vîrusa koronayê (Covid-19) hê jî belav dibe. Her çend heta niha dermanê vîrusê nehatibe dîtin û çareserî peyda nebûbe jî, gelek welat gav bi gav derbasî pêvajoyeke asayî dibin û tedbîran radikin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li dijî rakirina tedbîran û derbasbûna jiyana asayî hişyariya pêla duyemîn dike. WHO balê dikişîne ser xeteriyê û dibêje: “Dibe di vîrusê de lûtkeya duyemîn pêk bê. Dîrektorê Bernameya Rewşên Lezgîn ê WHO’yê Dr. Mike Ryan di rojên borî de, diyar kir ku li gelek welatan vîrus kêm bûye lê hê jî li Başûrê Amarîkayê û Amerîkaya Navîn, Başûrê Asyayê û Afrikayê vîrus pêl bi pêl belav dibe. Ryan di axaftineke xwe ya bi rojnameya The Guardianê re vê yekê jî dibêje; Dibe vîrus niha kêm bibe lê divê mirov xwe ji bo pêla duyemîn amade bike.”

Ev xeteriya ku WHO balê dikişînê di daneyên kesên bi koronayê ketine û kesên jiyana xwe ji dest dane yên li welatên mîna DYA, Rûsya, Spanya, Îtalya, Fransa,Îngilistan û hwd. radixe ber çavan.  Her diçe li DYAyê hejmara miriyan zêde dibe û heta niha zêdetirî 100 hezar kes ji virusê canê xwe ji dest dane. Li Îngilistanê, 38 hezar mirov ji koronayê canê xwe ji dest dane. Yek ji welatên niha herî zêde ji vê vîrusê bi bandor dibe Brezîlya ye. Piştî Amerîkayê herî zêde hejmara kesên bi vê şewbê ketine li Brezîlyayê tê tespîtkirin. Li gorî daneyên fermî heta niha li tevahiya cîhanê 6 milyon mirov bi vîrusa koronayê ketine, 363 hezar mirov ji ber vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane, 2 milyon û 600 hezar mirov ev vîrus derbas kirine  û hê jî nêzî 3 milyon mirov bi vê vîrûsa koronayê ne.  Li gorî vê tabloyê, li Tirkiyeyê jî heta niha zêdetirî 161 hezar mirov bi vê vîrûsê ketine, nêzî 4 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dane, 124 hezar kes jî ev şewb derbas kirine, niha jî zêdeyî 32 hezar mirov bi vîrûsa koronayê ne û ji vana zêdeyî 680 kesan jî rewşa wan gelekî krîtîk e.

Hişyariya WHO

Li gel vê xeteriyê û hişyariya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) gelek welat ji ber gelek sedeman ku di serî de ji ber rewşa aboriyê hewl didin jiyanê asayî bikin û wekî ku vîrusa koronayê diqede didin nîşandin. Dewletên bi van polîtîkayên xwe dixwazin tedbîrên heyî rabikin jiyana mirovan û civakê ji nedîtî ve tên. Dewleta Tirkiyeyê jî bi heman şêwazê tevdigere û hewl dide di vê serdema havînê de sektora turîzmê zindî bike ku ew aboriya xwe ya binketî hinekî lextekê lê bixe. Di hişê her kesî de ev pirs heye; Gelo dewlet dê heta kengî hejmara kesên bi vê şewbê ketine, ên pê dikevin û yên dimirin veşêre?

Dewleta Tirkiyeyê herî dawî aşkera kir ku ji 1ê hezerînê û şûnde cihên wekî cafe, restoran, parq, mizgeft û hwd. bên vekirin. Lê li aliyê din jî ew qedexeya ji bo kesên temenê wan 65 û bi jor de berdewam be. Her wiha ragihand ku qedexeya ji 0ê heta 20 saliyan jî daxist heta 18 saliyan. Li aliyê din jî ji bo malbatên dixetbin destûr da ku qirêş bên vekirin, dê û bav dikaribin zarokên xwe deynin qirêşê. Ev bi xwe jî wekî nakokiyekê derket holê. Heke derketina zarokan a derve qedexe be û hê jî ev yek wekî xeteriyekê be dê malbat çawa dikaribin zarokên xwe deynin qirêşan. 

Rewşa li girtîgehan

Rewşeke din jî ew e ku bi qanûna derxistin re gelek girtiyên sûcê li dijî civakê kirine hatine berdan lê li aliyê din jî bi hezaran girtiyên nexweş û yên li gorî Saziya Tiba Edlî nikarin di girtîgehan de bimînin jî nayên berdan. Ev bê hiqûqî û cotstandartiya dewletê rastî nerazîbûnên tûnd hat. Niha bi hezaran girtî bi taybetî jî di vê pêvajoya vîrusa koronayê de di şertên dijwar ên dijmirovî de dijîn. Li girtîgahan alav û amûrên parastinê yên wekî rûpoş, lepik û dezenfektanê bi pereyan difiroşin girtiyan an jî qet nadin wan. Gelek girtî bi bi vîrusê ketine û yên canê xwe ji dest dane jî hene. Lê belê dewlet guh nade bertek û nerazîbûnên saziyên parêzvanên mirovan û girtiyan.

Herî dawî  Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran (TUHAY-DER), li girtîgehên Tîpa T û F yên Wanê bi boneya xetereya vîrusa koronayê (Covid-19) çûn serdana girtiyan. Her du saziyan rapora binpêkirina mafên girtiyan amade kir û bi civînek çapemeniyê li avahiya ÎHDa Wanê bi raya giştî re parve. Serokê ÎHDa Wanê Mûrat Melet di civînê de axivî û xwest girtiyên nexweş demildest werin berdan û wiha got: Li girtîgehan tedbîrên li dijî koronayê kêm in. Girtîgeh ji bo tenduristiyê baş nayên kontrolkirin. Pêwîst e ji bo lêkolîn û kontrolê heyetên serbixwe biçin girtîgehan û çavdêrî bikin.

Bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin

Mûzaffer Çakmak (65) û Ferîdûn Gunbegî (60) yên di Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê de ne, her du jî nexweş in. Bi Çakmak re KOAH, astima kronîk, nexweşîna dil û hestiyan hene û Gunbegî jî bi nexweşîna çolyakê ketiye. Parêzerê wan Hîdayet Enmek, anî ziman ku muwekîlên wî bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Enmek, diyar kir ku ji ber şewba vîrusa koronayê der barê jiyana muwekîlan de bifikar e û bal kişand ser nexweşînên muwekîlên xwe. Enmek, destnîşan kir ku ji bo berdana muwekîlên xwe serlêdan kiriye lê belê serlêdanên wî esas nehatine girtin. Enmek, bal kişand ser rewşa muwekîlê xwe Çakmak û got: “Hê jî girtî ye û di şert û mercên nebaş de jiyana xwe didomîne. Em baş dizanin ku vîrusa koronayê herî zêde bandorê li kesên nexweşînên wan ên kronîk hene dike. Lê belê darazê ji bo berdewamiya girtina muwekîlên me biryar da. A rast darazê li girtîgehê muwekîlê me bi mirinê re rû bi rû hişt.”

Bi dehan girtî nexweş in

Piştî vîrusa koronayê li girtîgehan belav bû, li Girtîgeha Sîlîvriyê di 22’ê gulanê de girtiyekî canê xwe ji dest da. Serdozgerê komarê yê Bakirkoyê di 8’ê gulanê de diyar kir ku li Sîlîvriyê 44 girtî bi vîrusa Covid-19’ê ketine. Dozgeriyê piştre aşkere kir ku li Girtîgeha Tîpa L ya Hêjmar 7 a Sîlîvriyê, 47, li Girtîgeha Tîpa L ya Hêjmar 8 a Sîlîvriyê 35 bi giştî 82 girtî bi vîrusa Covid-19’ê ketine. Dozgeriyê da zanîn ku diktoran 72 girtî kontrol kirine û 10 girtî jî li saziyên tenduristiyê tên dermankirin.

Têkildarî mijarê Endama Lijneya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, anî ziman ku heta niha 40 girtiyan ji Girtîgeha Sîlîvrî bi rêya malbatan serî li wan daye. Çevîrmen bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û wiha lê zêde kir: “Li girtîgehê girtiyên kal û pîr û girtiyên nexweş pir in. Kesên serî li me didin beşek ji wan bi nexweşiyên kronîk in. 8 kes ji bo testa vîrusa koronayê israr kirin û di 6 kesan de vîrus derket. Kesên vîrus bi wan re derketiye bêyî wan têxin karantînayê dîsa dişînin qawişên wan.” 

Rapora Girtîgeha Sîlîvriyê: 15 qawiş di karantînayê de ne

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD); Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), têkildarî serdana 22’yê gulanê ya li Girtîgeha Sîlîvriyê raporek amade kir.

Di raporê de hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa L ya Hejmara 7 a Sîlîvriyê, bi 5 girtiyan re hatiye axaftin û ji wan re hatiye gotin ku li qawişekê 38 kes tên hiştin û kuxik bi wan re heye. Di raporê de hat gotin ku li Girtîgeha Tîpa L ya Hejmara 7’an 15 qawiş di karantînayê de ne û 107 girtî jî bi nexweşiya vîrusa koronayê ketine.

Di raporê de hat diyarkirin ku girtî nikarin bi hêsanî malzemeyên paqijiyê yên şexsî peyda bikin û 2 meh in ew dernaxînin revîrê, rojnameyan jî nadin wan. Di raporê de hat zanîn ku hin gardiyan rûpoş û lepikan bi kar naynin, dermankirin û dezenfektekirin baş nehatiye kirin, guhertina qawişan kiriye ku vîrus belav bibe û nikarin xwe bigihînin diktoran. Di raporê de wiha hat gotin: “M.F.Ç. û A.K. ji roja hatine girtin 80 roj in li hucreya yek kesî tên hiştin” û parêzer jî nikarin bi hêsanî hevdîtinê bi muwekîlan re bikin.”

Divê girtî werin berdan

Di raporê de hat gotin stoka li kantînan kêm e û tiştên divê bên kirin destnîşan kir. Di raporê de hat xwestin kelûpelên paqijiyê radestî girtiyan bên kirin, paqijî têr bê kirin, girtiyên nexweş, extiyar, bi zarok û ducanî bên berdan, pêşniyarên TTB’ê li ber çavan bên girtin û raya giştî bê agahdarkirin.

Di pêvajoya Covîd-19’ê de lez dan çêkirina HESan

Dewleta tirk wekî her gavê dixwaze rewşên awarte ji bo xwe bi kar bîne.  Di vê pêvajoya vîrusa koronayê de lez daya talan û wêrana xwezayê. Li ser ax û erdnîgariya Kurdistanê bi dehan bendav û HES tên çêkirin. Yek ji HES’ên tên çêkirin jî  li Geliyê Zîlanê ye. Li Geliyê Zîlanê berê jî di 14’ê tîrmeha 1930’yan de bi hezaran kurd qetil kiribûn. 14’ê tîrmehê wekî roja Komkujiya Geliyê Zîlanê tê zanîn. Niha jî li ser Gelî û Deşta Zîlanê dest bi înşaeta Santralên Hidroelektrik (HES) kirine. Bi taybetî di vê pêvajoya şewba vîrusê (Covid-19) de lez dane xebatên çêkirina HES’ê. 2 înşaetên HES’ê li ser Geliyê Zîlanê, 2 înşaet li taxa Germavê bi giştî 4 înşaetên HES’ê çêdikin. Saziya Sererastkirina Piyasa Enerjiyê (EPDK) ji bo çêkirina înşaetên HES’an ruhset dan. Piştî EPDK’ê di sala 2013’an de rûhsed da şîrketan, şîrketan xwestibû malbatên li herêmê îkna bikin. Malbatan destûr nedabû û vê carê gef li malbatan xwaribûn. Şîrketan di sala 2014’an de xwest van zevî û axê bikin malê cemaweriyê. Lê gelê herêmê serî li Dadgeha Şêwrê da û dadgehê biryara rawestandina înşaetê dabû. Li gel biryara dadgehê şîrketan bêyî guh bidin şewba vîrusê HES’an çêdikin.