20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Holanda: Hejmara penaberên ji Tirkiye zêde bûye

Li gorî daneyên ku ji alî hikûmeta Holandayê ve hatine parvekirin hejmara hemwelatiyên Tirkiyeyê yên ji bo penaberiyê serî li welatê wan didin îsal gelekî zêde bûye. Li gorî wan agahiyan di sala 2021’ê de 2250 hemwelatiyên Tirkiyeyê ji bo penaberiyê hatine Holandayê. Her wiha hejmara salên berê jî hatiye parvekirin, di navbera salên 2018 û 2020’an de 1300 welatiyên Tirkiyeyê ji bo penaberiyê hatibûn Holandayê. Ev yek jî dide xuyakirin ku di sala dawî de hejmara kesên ji Tirkiyeyê penaber dibin gelekî zêde bûye.

Ji bo lêkolîna sedemên vê yekê û pirsa çima penaberî zêde bûye, 2 parlamenterên ji partiyên CHP û HDP’ê pêşnûmepirsek ji parlamentoyê re pêşkêş kirin.

Li gorî berpirsên saziya penaberiyê ya Holandayê hejmara kesên ku ji bo penaberiyê serî li wan didin zêde bûye bi taybetî piştî ‘hewldana darbeyê’, girtina gelek kesan û zêdebûna zextên siyasî. Her wiha li gorî wan çavkaniyan piraniya kesên ku serî li penaberiyê didin kurd û kesên ji kar hatine dûrxistin in.