23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hovîtî piştrast bû

Bi dehan sal in leşkerên dewleta tirk li bajarên bakurê Kurdistanê piştî ku derdikevin operasyonê qetlîaman pêk tînin û zirareke mezin didin xwezayê. Di 30-40 salên dawîn de li gelek deveran bi destê leşkeran wehşet hatin jiyîn. Ji ber kirinên leşkeran gelek caran DMME’yê dewleta tirk mehkûm kir. Heman pêkanînan di roja îroyîn de jî didomin.

Li çoltera navçeya Şaxê ya Wanê di 11’ê îlonê de agahî ji welatiyên bi navê Osman Şiban (50) û Servet Tûrgût (55) nehat girtin. Piştî 2 rojan hat hînbûn ku Şiban û Tûrgût di nexweşxaneyê de tedawî dibin û rewşa wan dijwar e. Piştre derket holê ku leşkerên dewleta tirk herdu welatî li helîkopterê siwar kirine û piştre ew ji helîkopterê avêtine xwarê. Ji ber îşkenceya ku li wan hat kirin Servet Tûrgût û Osman Şiban bi rojan bi ser hişê xwe ve nehatin.

Bi raporê hovîtî piştrast bû

Di encama rapora nexweşxaneyê de piştrast bû ku Şiban û Tûrgût ji helîkopterê hatine avêtin. Gundî jî der barê mijarê de axivîn û gotin ku bi çavê xwe dîtine ku beriya leşker Şiban û Tûrgût li helîkopterê siwar bikin rewşa wan baş bûye. Bi belgeya nexweşxaneyê û bi axaftina şahidan êdî teqez bû ku leşkerên dewleta tirk herdu welatî ji helîkopterê avêtine xwarê.

Derewên hikûmetê

Têkildarî wehşeta ku li Şaxê hatiye jiyîn raya giştî û gelek kesan bertek nîşan da. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel û parlamenterê DEVA’yê Mûstafa Yeneroglû bi pêşnumepirsekê hovîtiyê birin rojeva meclisa Tirkiyeyê û xwestin Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû ku fermana êrîşan dide, der barê mijarê de daxuyaniyekê bide.

Rayedarên dewleta tirk û çapemeniya alîgir wekî her carê dîsa bêdeng man. Hikûmeta AKP’ê 10 rojan têkildarî mijarê tu agahî neda. Piştî ku dîtin nikarin rastiya ku derketiye holê veşêrin vê carê jî dest bi belavkirina agahiyên derew kirin. Walîtiya Wanê îdia kir ku herdu welatî li cihekî kevir û tat ketine û wisa birîndar bûne.

Parêzeran bersiv da walî

Parêzerên malbatan ên dosyeyê dişopînin bertek nîşanî daxuyaniya walîtiya Wanê dan û wiha gotin: “Agahiya walîtiyê ji dosyeyê nîne. Daxuyaniyek wiha dayîn bêînsafî ye. Hemû şahidên bûyerê jî anîn ziman ku muwekîlên me bê îtîraz bikin, bi leşkeran re çûne û li helîkopterê hatine sîwarkirin. Li gorî hemû danayên bûyerê, daxuyaniya walîtiyê bi nakok e û rastiyê venabêje.”

Baroya Wanê ji bo vê bûyera hovane heyetek ava kir û bûyerê da lêkolînkirin. Baroyê di encama lêkolîna xwe de serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da û giliya êrîşkarên Servet Tûgût û Osman Şiban kir.

HDP’ê jî bi heman armancê heyetek ava kir û şand bajarê Wanê ku lê hovîtiya li hemberî Servet Tûgût û Osman Şiban pêk hatibû. Heyeta HDP’ê li bajar hat astengkirin.

Li gel hemû astengiyan jî heyete HDP’ê çû ber derê nexweşxaneya ku Servet Tûgût û Osman Şiban lê dihatin tedawîkirin û derbarê mijarê de daxuyaniyek da çapameniyê û bal kişand ser hovîtiya dewleta tirk a li hemberî kurdan.

Piştî ku Osman Şiban ji nexweşxaneyê derket û li malê tedawî dibû vê carê jî polîsan bi ser malê de girt û li ser daxwaza Serdozgeriya Wanê, Şiban birin nexweşxaneya leşkerî. Piştî muayeneya li nexweşxaneya leşkerî hatibû diyarkirin ku Şiban nikare îfadeyê bide.

Tedawiya Servet Tûrgût jî hê li nexweşxaneyê tê kirin û xetereya jiyana wî jî didome.

Wêneyê wehşetê hat xêzkirin

Wênesaz Tîmûr Çelîk,  wêneyê Servet Tûrgût û Osman Şiban ên li Wanê hatin îşkencekirin û dûre ji helîkopterê hatin avêtin xêz kir. Çelîk têkildarî mijarê wiha got: “Piştî ku rapora bijîşkan derket holê min dest bi xêzkirina wêne kir. Ez xebatên xwe yên wiha li Twîtterê parve dikim. Wêneyê min xêz kir pir hat ecibandin. Ji ber ku di demê xwe de hat çêkirin. Min xwest ez bûyerê bi xêzkirina wêneyê jî vebêjim. Bi vê min armanc kir ku vê bûyerê derbasî dîrokê bikim.”

Ji hovîtiya salên 90’î xerabtir e

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê derbarê avêtina ji helîkopterê ya Osman Şiban û Servet Tûrgût daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku nûnerên desthilatdariyê yên bi zimanê mafya û çeteyan diaxivin, rejîmeke sûc a ji salên 90’î xerabtir ferz dikin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em van kesên zilmkar û bêexlaq hişyar dikin, gel dê ji êrîşên we netirse û stûyê xwe xwar neke. Tu qetlîam û darbe nikare gelê kurd bide sekinandin. Hûn ê di bin sûc û îşkenceya xwe de bimînin.”