Thursday, June 24, 2021

‘Hozan Mizgîn bîra nifşên îro ye jî’

Di salên 90’î de nifşek li ber stranên Koma Berxwedan û Hozan Mizgîn mezin bûn. Li bakurê Kurdistanê di salên 90’î de di her malekê de û li ber her teybekê ji bandên Koma Dengê Azadî, Koma Agirê Jiyan, Koma Amed û Koma Berxwedan hebûn. Gelo çend dayik bandên van komê muzîkê bi bo ku nekevin destê leşkeran vedişartin. Di bîra me gelekan de heye, dema ku dê leşkeran biavêta ser gund, veşartina van bandên ku di qupik, qelşên dîwar an jî li hevşiyên pez de. Belê bîra me kurdan bi mînakên wisa tije ye û yek ji vî dengê ku êdî bûye bingeha hunera kurdî jî dengê Hozan Mizgîn e.

Têkildarî huner û stranbêjiya Hozan Mizgîn em bi yek ji damezrînerên Koma Berxwedan bi Hozan Seyîdxan re axivîn.
Di destpêka axaftina xwe de Seyîdxan qala çand û hunera salên 80’yî kir û wiha got: “Wê demê seranser bin jî xebatên me yên hunerî hebûn. Ji sala 79’an heta 80, 81 û 82’yan weke komeke biçûk em çend heval li gel hev bûn. Hinek çalakiyên weke çandê yan jî weke pîrozbahiyên cejnên Newrozê em dihatin cem hev. Heta sala 82’yan wisa dewam kir. Lê fermiyeteke bi navê sazîbûnê tune bû. Bêguman ew însanan jî hinekî bi hestên niştimanî nêzî çandê dibûn. Li ser vê bingehê perspektîfeke me ya sazîbûneke baş neketibû rojevê. Lê pratîk amator be jî me xebatên xwe yên çandî û hunerî dikirin.”

Tevlîbûna qada hunerê

Seyîdxan bal kişand ser nasîna xwe ya bi Hozan Mizgîn re û destnîşan kir ku Mizgîn di sala 1982’an de tev li xebata wan bûye û ev tişt anî ziman: “Hevala Mizgîn weke hunermendeke erkdar hat. Bi hatina hevala Mizgîn re hinekî şêwaza xebatên me guherî. Hinek rê û rêbazên ku êdî em ê çawa bikaribin bi rêya çand û hunera kurdî ji bo kurdên li dîasporayê bibin bersiv ket rojeva me. Her wiha em ê çawa bikaribin pêşî li asîmîlasyonê bigirin an jî xwedî li nirxên çand û hunerî derkevin bi hatina hevala Mizgîn re şêwaza rêxistinbûnê derket. Di heman demê de weke jineke kurd pir zehmetiyên wê serdemê jî hebûn bi erkeke niştimanî têkeve nav tevgera azadiyê. Kesayeta Mizgîn ji bo me bi serê xwe raperînek bû.”

Hatina Mizgîn û Sefkan

Di berdewama axaftina xwe de Seyîdxan destnîşan kir ku bi hatina Mizgîn û Sefkan re avakirina Koma Berxwedanê ketiye rojeva wan û wiha pê de çû: “Tabî di vir de weke jinek rola heval Mizgîn sereke bû. Heval Mizgîn bi hatina xwe re ji jinan re bû moral û bû wesîleya tevlîbûna jinan a qada çand û hunerê. Bi rastî jî xwedî rol û kesayeteke bêhempa bû. Di qada çand û hunerê de rola hevala Mizgîn roleke sereke bû. Dengxweş bû û stranên gelêrî û şoreşgerî hez dikir. Berhemên xwe bi xwe diafirandin û bi koma xwe re parve dikir. Bawer bikin bi dehan jinên ciwan ji ber dengê wê ji ber helbest, stran, sekina wê ya xweîfadekirinê tev li xebatên me yên çand û hunerê yên Ewropayê bûn.”

Xwedî nirxên civakî bû

Hozan Seyîdxan wiha qala hin bîranên xwe yên bi Hozan Mizgîn re kir: “Bi heval Mizgîn re bîranîna me ya herî baş rêhevaltî û nêzikatiya wê, ferqnexistina navbera jin û mêran û di vê rêbazê de tu carê bêyî hevalên xwe erka xwe bi tena serê xwe takekesî bi rê ve nebir. Bîranîna herî pak ew bû ku bi moral û coş bû. Heta dawî mutewazî bû, heta dawî gelêrî bû, hestên civakê baş nas dikirin, pênase dikir û nêzîkatiyên wê tim ên serkeftî bûn. Ji bo me jî bîranîna wê ya herî sereke nêzîkatiya wê ya li nirxên civakê û nirxên têkoşînê bûn. Wê ev hestên xwe hem li ser dikê hem jî di pratîka xwe de bi me re parve dikir.”

Piştî çûyîna Mizgînê

Seyîdxan bal kişand ser şehadeta Mizgîn û wiha domand: “Helbet çûyîna hevala Mizgîn ji bo me jî xemgîniyeke din bû. Ew hem endameke civakî bû hem endameke şoreşger bû û hem endameke birêvebirina xebatên siyasî jî bû. Xwedî sekneke wisa bû. Weke jineke kurd têr û tije bû û bi rastî jî mirov jê feyzê digirt. Ji xebatê heta sekna wê xwedî nirxên neteweyî bû.”

Bandora Mizgîn a li ser nifşekê

Her wiha Seyîdxan bal kişand ser bandora dengê Mizgînê yê li ser nifşên nû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nifşên li ber stranên hevala Mizgîn mezin bûn nifşên salên 80 û 90’î bûn. Gelek jinên ciwan bi rênîşandana Mizgînê tev li têkoşîn û xebatên çand û hunerê bûn. Îro bi sedan zarokên kurd bi navê Mizgîn tên nasîn. Stranên wê hê jî li ser zimanan e û di bîra nîfşên îro de ye. Bawer bikin li ber van nirxên wê, li ber dengê wê, li helwesta wê, sekna wê nifş mezin bûne. Çavên me hê jî li hevala Mizgîn digere. Ji ber ku ew pêşengeke vê xebatê bû. Ez di salvegera şehadeta wê de bejna xwe li ber wê ditewînim û bi rêzdarî bi bîr tînim.”