19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD’ê der barê girtiyên DAIŞ’î de bang li hikûmetên cîhanî kir

Piştî pêvajoya rizgarkirina axa bakûr û rojavayê Sûriyê û axa sûriyê ji hêzên DAIŞ’ê Rêveberiya Xweser bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ma. Yek ji pirsgirêka herî girîng ya ku Rêveberiya Xweser pê re rû bi rû maye, girtiyên DAIŞ’î ne. Piştî ragihandina serkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya li Baxozê di sala 2019’an de HSD bang li civaka navneteweyî kiribû. Rêveberiya Xweser der barê endamên girtî yên DAIŞ’ê yên ji welatên biyanî dosyeyek amade kiribû ku divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Lê belê tevî bangewazî û daxwazan tu dewlet naxwaze vê berirsiyariyê bigire ser xwe û çareyekê ji bo welatiyên xwe yên niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne peyda bike. Ji ber van sedeman jî Rêveberiya Xweser bi vê pirsgirêkê re mijûl dibe ku ev serêşiyeke mezin e.

Ev babeteke xeternak e

Fadil Hisên ku endamê rêveber ê nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a navçeya Şedadê ye der barê vê babetê de axivî. Hisên destnîşan kir ku dosyeya DAIŞ’iyan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dosyeyeke bi girêk e û divê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bi awayekî micid li beramberî vê babetê tevbigerin.

Hisên di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xetereya ku çete bi her awayî çêdikin û wiha berdewam kir: “Çete ji ber fikrên xwe yên cîhadî û tundraw li herêmê dibin sedemê xetereyan û li ser pişta Rêveberiya Xweser dibin barekî mezin. Ev 4 sal in çete û malbatên wan li kamp û girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.”

Dewlet xwe nadin ber vî barî

Hisên destnîşan kir ku ji aliyê tu dewletî ve gavên micid û rasteqîn nehatine avêtin û wiha pê de çû: “Dewlet xwe nadin ber vî barî û welatiyên xwe venagerînin. Her wiha xwe nadin ber avakirina dadgeheke adilane ya navneteweyî li ser axa Rêveberiya Xweser. Em tim bang li hikûmetên cîhanê dikin ku welatiyên xwe bibin û li gorî destûrên welatên xwe darizandinê pêk bînin. Bi vî awayî barê leşkerî, siyasî û aboriyê yê li ser rêveberiyê jî dê sivik bibe. ”

Fadil Hisên axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dîsa bang li dewletên ku welatiyên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene dikin ku welatiyên xwe bibin û ew bi darizandina wan re mijûl bibin. Bi şandina şandeyan ev yek nayê çareserkirin û ev têrê nake. Erka hikumetên cîhanê ye ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞ’ê de vegerînin.”