spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD’ê li Hesekê 175 DAIŞ’î kuştin

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di şerê 3 rojan ê li Hesekê de 175 çete kuştine û girtîgeh bi temamî xistine kontrolê. HSD’ê anî ziman ku li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê bi 10 hezar şervanan dest bi operasyoneke mezin a paqijkirinê kirine

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser rewşa dawî ya şerê li Hesekê daxuyanî da çapemeniyê. Fermandariya HSD’ê di daxuyaniyê de anî ziman ku ji hêla raya giştî ve baş tê zanîn ku êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmên wan bi dijwarî didomin û wiha got: “Wekî tê zanîn beriya niha balafirên bêmirov yên dewleta tirk li Kobanê 6 ciwanên me şehîd xistibûn. Piştre jî êrîşên dewleta tirk ên li ser gundên Eyn Îsa, Zirgan û Til Temirê yên li ser sivîlan zêdetir bûn. Hêzên me li hember van êrîşan berxwedaniyeke bi bandor meşand û hem gelê me hem jî gund û bajarên me li hember van êrîşên dagirkeriyê parastin. Çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke berfireh li ser girtîgeha Sinaa ya Hesekê pêk anîn. Ev girtîgeh, girtîgeha herî mezin a herêmê ye ku çeteyên DAIŞ’ê tê de têne girtin. Ev girtîgeh ne tenê ji bo herêmên me ji bo ewlekariya hemû cîhanê girtîgeha herî xeter e.”

Ji Serêkaniyê, Til Ebyad û Iraqê 200 çeteyên xwekuj tev li êrîşê bûn

Fermandariya HSD’ê destnîşan kir ku li gor îtirafên çeteyên hatine girtin, tê gotin ku di van êrîşan de herî kêm 200 çeteyên xwekûj cih girtine û wiha cih da daxuyaniyê: “Hinek ji van çeteyan ji Serêkaniyê û Til Ebyadê û hinek ji wan jî ji milê Iraqê hatine. Van çeteyan xwe di Taxa Xwêran de bi cih kirine. Di 20’ê kanûnê de, saet der dora 19:30’an, bi seyareyên bombe barkirî êrîşî girtîgehê kirin. Bi êrîşan ve çeteyên di girtîgehê de jî êrîşê karmendên girtîgehê yên wekî tendûristî, xwarinpêj û ewlekariyê kirine û hewldana revê kirine. Der barê aqûbeta van karmendên me de hîn jî agahiyên zelal nehatine bi dest xistin. Hewldana çeteyan a revê piranî bê encam hat hiştin, lê hinek çeteyan karîbûn ku xwe bigihînin bînayeta Faqûlteya Îqtîsatê ya li kêlaka girtîgehê. Lê hêzên me derdora girtîgehê û herêmê xistin bin kontrolê. Lê esas şerê dijwar bi şaneyên ku ji derve de êrîş dikirin pêk hat. Hem li taxa Xwêran a Şerqî hem li taxa Heyî Zuxûr û hem jî li qada Panaroma pevçûnê dijwar qewimîn û heta niha piraniya van şaneyên êrîşkar hatine tasfiyekirin. Cardin li Taxa Xwêran hin sixinaqên wan ên veşartî û çekên giran ên wekî doçka jî hatine desteserkirin.”

Girtîgeh di kontrola HSD’ê de ye

HSD’ê destnîşan kir ku niha girtîgeh di kontrola hêzên wan de ye û wiha berdewam kir: “Tedbîrên pêwîst hatine girtin û hewldanên wan ê revê ji binî ve têk çûye. Lê em texmîn dikin ku hîna 2-3 şaneyên wan li Taxa Xwêran mabin û ji bo vê yekê li Taxa Xwêran operasyon berdewam e.

175 çete hatin kuştin

Di şerê van 2-3 rojan de zêdeyî 150 çeteyên êrîşkar û 15 çeteyên ku dixwestin ji girtîgehê birevin û bi hêzên me re ketin pevçûnê hatine kuştin. Bi giştî 175 çete hatine kuştin.

27 şervan şehîd bûn

Di şerê 3 rojan de 27 şervanên me jî bi qehremanî şehîd bûn. Niha rewş ketiye bin kontrolê û me dest bi operasyonekî berfireh ya paqijiyê kiriye, ango bi tevlikirina 10 hezar şervanên HSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundir ve hamleyekî dijber ê paqijkirina DAIŞ’ê em didin destpêkirin. Li hember şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî û hewldanên wan ên tevliheviyê operasyonekî berfireh li herêmên Hesekê, Reqa û Dêrezorê hatiye destpêkirin.

Spasiya xelkê Xwêran û Hesekê dikin

Her wiha gelê me yê Xwêran û yê Hesekê jî alîkariyekî mezin bi me re kir. Li ser vê yekê em gelê xwe spas dikin, lê belê hinek şaneyên DAIŞ’ê yên êrîşkar yê ku hîn hêzên me di dûv wan de ne û dixwazin bê bandor bikin hene. Ji bo vê yekê daxwaza me ew e ku di serî de gelê me yê Hesekê û hemû hemwelatiyên me, bi hêzên ewlekariyê re bibin alîkar. Hêzên me niha pir bi baldarî tevdigerin ji bo ku zirar negihîje sivîlan. Ji ber ku çete xwe di nav sivîlên Xwêran de vedişêrin û em bi baldarî û bi sebir tevger digerin da ku zirar negihîje sivîlan, mal û canê wan. Me wekî HSD çawa ku bi biryardarî û fedakariyekî mezin li hember DAIŞ’ê şerek mezin meşand û qaşo dewleta wê ya mezûm têk bir, hem herêmên xwe û hem jî cîhan ji bela wê rizgar kir, em di heman biryar û îradê de ne ku bermahiyên DAIŞ’ê yê mayî jî têk bibin.

Li gorî îfadeyên hinek ji van DAIŞ’iyên ku hatine girtin, berpirsiyarên wan li hêla Tirkiyeyê û li hêla herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê ne û dixwazin ber bi hêla wan ve birevin. Qismek jê jî ji hêla Ramadî yê Iraqê hatine û ev balkêş e ku di vê dema ku hêzên me bi DAIŞ’ê re mijûl dibû de li xeta Eyn Îsa hêzên dagirkeriya tirk û çeteyên wî êrîşî baregeh û mewziyên hêzên me kirin û bûn sebeba şehadeta 3 şervanên me, lê li dijî vê êrîşa wan berxwedaniyeke tund çêbû û ew êrîşa wan hat şikandin. Her wiha di xeta Til Temir û Ebû Rasênê de jî kombûn û êrîşên wan hene. Hemwextiya van êrîşan û êrîşa DAIŞ’ê ya bi hev re manîdar e. Lê belê wekî hêzên HSD’ê, me heta niha çawa ku herêmên xwe û gelê xwe bi fedakariyekî mezin li hember hemû rengên êrîşan parastiye, ji vir û şûnde jî em ê biparêzin.”