Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Huner li dijî desthilatiyê ye

Halîm Barîn

Huner, li ser bingeha estetîkê ango bi xema bedewiyê,  hewldana vegotina heqîqetê ye. Hunermend bedewiyê ji xwe re dike pîvan û bi vê pîvanê jiyanê û dînamîgên wê derdibire. Hunermend, bi kaxid û pênûs, bi enstrûman û deng, bi boyax û firçe, bi kamera û dîmen; wek gotina pêşiyan ya spaniyan dibêje; bi deyn guh û çavên xwe dide civakê. Ji ber ku hunermend ew kesên guhdarkirin û nêrîna wan cudatir in, ew  dibin rê û nêrîn ji bo civakên ku guh û çavên wan derbe xwarine. Ev cudatî du xetên girîng ên hunerê diyar dikin: afirandin û resenî. Giyanê mirovan bi awayekî herî bedew bi hunerê xwe nîşan dide. Têgihiştina “felsefe tenê bi aqil û huner jî tenê bi hestan çêdibe” xapandin e. Berhem li gorî ferasetekê tiştan vedibêje û li ser bingeha îdeolojiyekê ye.

Afirandin û resenî du taybetiyên girîng ên hunerê ne ku li ser  pirsa çiyetîya hunerê alîkariya me dikin. Huner, bi taybetiya xwe ya afirîneriyê“ji-ber-xwe-ve” li hemberî desthilatiyê helwestek e. Ên hunerê weke ku qet bi polîtîkayê re eleqeya wê tune be dihesîbînin bila li hunermend û nivîskarên hatine kuştin û girtin binêrin. Desthilatî ji ber taybetiya afirîneriyê tundiyê li ser qada hunerê dike. Desthilatî bi her awayî li dijî afirîneriya civakê ye. Dixwaze civak pasîf bimîne û tenê bi statûya bîner û guhdaran qayil bibe. Bi wî awayî hunera di nav jiyanê de diherîkî û jiyan xweştir dikir; bû şahiya desthilatî  û ji bo civakê jî tenê temaşekirina vê şahiyê ma. Ev di rastiya xwe de biçûkxistina civakê ye. Bi vî awayî gel her roj bi taybetî di televîzyonan de û di hemû qadên îdeolojîk ên dewletê de (çapemenî, perwerdehî, saziyên olî) li biçûkxistinbûna xwe temaşe dike. Di bernameyên nîqaşan de profesorên zilam û extiyar tenê tiştekî dibêjin: hûn nikarin li ser meseleyan (ev meseleyên we bin jî) biaxifin. Tenê guhdarî bikin! Di maçên fûtbolê de jî heman tişt: hûn nikarin bi topê bilîzin. Tenê temaşe bikin. Bi rêzeflîmên xwe dibêjin: hûn nikarin xweşik bibin, li xweşikan temaşe bikin. Ji bo Kurdan ev rewş trajîktir e. Hemû bernameyên tv’ên tirkan ji kurdan re tenê tiştekî dibêjin: Hûn nikarin wek me biaxifin, (devoka tirkiya Stenbolê) nepeyivin. Ew ê carna sê-çar bêaqilan derbixin pêşberî me û bi dû re bibêjin: Binêrin ên wek we diaxifin bêaqil in; de ka bêdeng bin. Di rêzefîlmên wan de kurd bêaqil in. Bi vî awayî derûniya bindestiyê bi pêş dikeve û mirov tebat (pasîf) dimîne. Heger li welatekî gel bitebite êdî mijarên azadî-huner-zanyarî dibin lewçetî. Divê mirov di serî de ji vê rewşa kambax xwe xelas bike. Berpirsyariya sereke ya hunermend û rewşenbîrên kurd, têkbirina vê derûniya bindestiyê ye, ya bi hunera pergala mêtingeriyê bi pêş ketiye. Ji ber wê hunera destbirayê desthilatiyê ye, di eslê xwe de kuştina hunerê ye. Huner, li dijî vê hunera desthilatiyê ye.

Taybetiya berhemê yek jî, resenbûna wê ye ango berhem divê ne sexte û kopî be. Ev jî bi tenê sûdwergirtina ji çavkaniya xwe pêkan e. Pirsgirêka resenbûnê di eslê xwe de pirsgirêka çavkaniyê ye. Di hunerê de sedema biyanîbûnê dûrketina ji çavkaniyên rast e. Ji bo kurdan çavkanî Kurdistan e. Bêguman sûdwergirtina ji cerebeyên gelên din encamên baş derdixin, lê  heger ev weke bazirganiyê bê hawirdekirin (îthalkirin); ev dûrketina ji eslê xwe ye, biyanîbûn û pişaftin e. Gotina ‘her giya li ser koka xwe şîn tê’ ji bo hunerê jî derbasdar e. Yan na dihat bîra kê ku navê gundên li çiyayên bilind in jî biguherînin. Ji xwe desthilatî ji bo wê xwest ku kokê ziwa bike. Armanca êrîşên bişaftinê (binavkirina polîtîkaya bişaftinê şaş e, bişaftin êrîşeke pergalî ya mêtingeriyê ye.) ziwakirina çavkaniyan e da ku ji vir êdî exlaq, polîtîka û hunera resen derneyê. Civak têk biçe û koletî bi pêş bikeve. Lê yên hunermend in; ên afirîner in xwediyê viyana azad in, xweser in. Jixwe resenî, ne tenê bi wateya otantîkê yan jî yektayê ye; her wiha wateya xweseriyê jî dihewîne. Ancax ên xweser dikarin bibin resen. Hunermendên têkilî bi dewletê re danîne hemû jî hem ji hêla afirînerî û hem jî ji hêla reseniyê ve têk çûne. Hunermendên ji xwe re dibêjin şoreşger an jî muxalif, ger ji hêla afirineriyê ve krîzan bijîn di serî de bila tekiliya xwe ya bi desthilatiyê re binêrin. Ev ne tesadûf e ku  berhemên serkeftî yên vê dawiyê dertên  hemû jî ji qadên azad in. Ji ber ku huner; li hemberî desthilatiyê, azadiyê pêş dixe. Lêbelê hunermend divê xweseriyê bi ferdperestiyê (ezezîtî) re tevlihev neke. Huner çalakiyeke civakî ye. Wek me  li jorê got: mijara hunerê jiyan e. Jiyana mirov li ser civakê ava dibe. Hunermend ji ber ku bi hunerê dadikeve, jixweber li dijî ferdperestiyê ye. Ev azadî gelek caran bi konformîzmê tevlihev dibe û dibe sedem ku hin hunermend bi navê azadiyê û serxwebûnê xwe rêxistin nekin. Lê ev aşkera ye, heger welatek mêtingeh be û heya ew welat azad nebe, ji rewşenbîran heya hunermendan, ji rojnamegeran heya siyasetmedaran giş berpirsiyarên azadkirina wî welatî ne. Ji vir em dikarin bigihîjin vê encamê: Hunermendên afirîner azad in. Ji xwe huner jî ne qada fantezî û şahiyê ye. Şahiyên xwe weke huner nîşan didin, li gel fanatîzm û seksperestiyê li hemberî civakê weke  amûrên îdeolojîk ên desthilatiyê ne. Huner qada geşkirina jiyana azad e. Ji ber vê jî qada herî azad huner e. Hunermend çiqas azad be, ew ê ewqas afirîner û resen be. Mirov dikare di qada  hunerê de piyano û  kerên mirî bîne cem hev. (Kûçikê Endulusê, Bunuel-Salvador Dalî)

Ji bo têkiliya kes û civakê zemîna herî xurt huner e. Ne tenê weke form civakî ye;  (hunermend-berhem-bîner. Berhema nehatiye parvekirin ne berhem e, madde ye, bûjen e) li gel vê yekê naverok bi xwe jî bi pirranî ew alozî ye ku tkes bi civakê re dijîn. Li ser civakê tundî hebe, civak ber bi tunebûnê ve biçe,  hunermend diêşê û ji vê êşê huner dizê. Her wiha kêfxweşî û  bextewariya civakê jî mijarên hunerê ne. Heger berhemek civakê red bike ji ber ku berhem bi xwe di navbera kes û civakê de diyalogek e, redkirina civakê nakokiyek e.