Rojnameya Heftane

Divê kurd xwe ji mêtingêriyê rizgar bikin

Di dîroka tevger û têkoşînên şoreşger û her weha yên neteweyî de yên paradigmaya  xwe di asta destpêkê de li ser bingeha azadiya jinê sazî kirine, ez bawer im ne zêde ne. Dîtina azadiya jinê wek temînata azadiya civakê û vê yekê him di asta…

Hişyariya pêla duyemîn

Li cîhanê vîrusa koronayê (Covid-19) hê jî belav dibe. Her çend heta niha dermanê vîrusê nehatibe dîtin û çareserî peyda nebûbe jî, gelek welat gav bi gav derbasî pêvajoyeke asayî dibin û…

Huner û hunermend

Di her civakê de hunermend xwedî nirxekî pir hêja û bi nirx in. Tişta hunermend bi nirx dike jî hunera wî/ê ye. Hunermendên xwe mîna evîndarê huner û kedkarên çandê didin nasîn, di nav civakê de jî bi rêzdarî tên naskirin. Lewma mirov dikare bêje bi qasî huner, şopa hunermend li pey xwe dihê jî pir girîng e.

Di nav civaka kurd de jî gelek kesên bi evîndariyeke mezin vê xizmeta çanda kurd kirine hene. Ev kes ji helbesta bigirin heya stranan, ji şanoyê bigrin heya fîlman û hwd. di vê oxurê de bûne xwedî kedek pir mezin. Bêguman ji ber ev kes evîndariya çanda gelekî bindest kirine û ji bo vê çandê bidin xwedîkirin ango bidin jiyîn gelek bedelên mezin jî dane. Di dîroka Kurdistanê de mirov li şopa van kesên pir hêja gelek cara rast tê.

Dewletên dagirkeriya Kurdistanê dikin beriya her tiştî xwestin civaka kurd ji çanda wê dûr bixin. Lewma bi hemû amûrên şerê taybet ve û di her qada civakê xwestin çanda kurd biçûk bixin.

Li ruxmî hemû êrîşên dewletên dagirker ên li ser çanda kurd tê meşandin, di roja me ya îro de mirov dikare bêje asta çand û hunera gelê kurd bi dest xistiye di asteke hejaye de ye.

Hunermend bi hunerê ve heye. Hunermendên di bin bandora çandeke cuda de be, ne gengaz e bikaribe bi awayekî serkeftî xizmeta çanda xwe ya resen jî bike. Ango em wisa bêjin, hunermendê li ser ziman, çand, dîrok û serpêhatiyên civaka di nav de dijî nizanîbe dê çiqas karîbe bi hest û îradeyek xurt ve kedkariya vê çanda resen bike.

Di van salên dawî de gelek kesên ji rastiya çanda kurd pir dûr û bi her awayî ve di bin tesîra çanda postmodern de peyda bûne. Ev kesên ji nirxên civakê dûr ji ber nezanî û kêm perwerdeyî bi awayekî pir şaş çanda heyî jî qirêj dikin.

Gelek stranên gelerî û dengbêjî yên hêja ji ber nebesiya van kesan ve hatine xirakin û bêqîmetkirin. Di nav civaka kurd de hunermendî êdî bûye amûrek. Gelek hunermend îro derdikevin strana dibêjin nikarin heqê vê çanda resen bidin. Lewma gotinên stranên gelerî tên guhertin.

Beriya her tiştî pêwîst e hunermend bi tu awayî xwe ji civakê cuda neke. Lê mixabin beşek hunermendên me xwe ji civakê û rastiyên çanda kurd dûr xistine. Ev kesên hunermendiya kurd wek sektoreke tîcarî digirin dest negengaz e ku bi awayekî serkeftî xizmeta çanda kurd û gelê kurd bikin.

Beriya her tiştî pêwîst e hunermend afîrîner be. Xwedî berhem be. Lê mixabin gelek kesên qaşo ji xwe re dibêjin hunermend heya niha berhemek neafirandine û her tim li ser keda hin kesên cuda xwe dane jiyîn. Hunermendên ne afirîner û ne xwedî berhem be wê rojek were di nav rûpelên dîrokê de bê jibîrkin û biçe.

Ji ber van pirsgirêkên heyî pêwîst e di nav saziyên çandê de an jî di nav civata hunermendan de pênaseya hunermendiyê ji nû ve bê kirin. Li gor min ew kesên derdikevin ser dikê û li ser keda hin kesên din xwe didin jiyîn ne hunermend in. Mirov dikare ji wan re bêje stranbêj lê hunermendî  pênaseyeke pir cuda ye.

Ji kesên hunerê diafirînin re hunermend tê gotin. Ji kesên di nav civakê de pêşengiya hunerê dikin re mirov dikare bêje hunermend. Ji kesên serpêhayên civakê vediguherînin hunerê mirov dikare bêje hunermend. Mirov ji kesên li çanda xwe ya neteweyî xwedî derdikevin û wê di platformên cuda de pêşkêş dikin re dibêje hunermend.

Di her civakê de pênaseya huner û hunermend pir hêja ye. Bi taybetî di nav civakên bindest de ji ber ku kedkariya hunerê pir zehmet û ewqas jî pir hêja ye. Ya girîng ew e ku çi dibe bila bibe pêwîst e em bi nirxekî mezin li çanda xwe û kedkarên wê xwedî derkevin. Em nehêlin ev çanda resen bibe amûrekî destê nezanan.