spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunera civaka hiyerarşîk û wek antîtez hunera civaka demokratîk 1

Huner wek çalakî û rêbaza xwehekirina mirov, pêşîlêgirtina biyanîbûna bi xwezayê re, di navbera heyînên xwezayî û awayê hebûna wan de xwewatedarkirinê derketiye holê. Bêguman huner aliyê herî kûr, hevgirtî û têkel ê xwedîçandbûna ku mirovahiyê di tevahiya pêvajoya hebûna xwe de afirandiye. Ji ber ku derfeteke xwederbirînê ya ew qas xurt e, rol û pêşengiya hunerê ya di nav hebûna civakî de her tim roleke sereke bûye.

Ji ber ku têkiliya ku bi civakê re saz kiriye ew qas stratejîk, sereke û pêşeng e, bêguman bandoreke mezin li helwesta hunermend a xwebicihkirina di nav civakê de jî dike. Ev xwebicihkirin û hilberîna hunerî çiqas demokratîk, çiqas asoyî be; çiqas nêzî avakirina civakî, xwenûkirin û derfetên xwemezinkirinê be, çiqas di hundir de be, ew qasî dikare ji bo civakîbûnê sûdewer be û piştgiriyê bide azadî û pêşketina takekesî. Çi di nav civakên xwezayî yên beriya desthilatdariyê de û çi jî di nav kom û komikên civakî yên ku rêveberî û pergala hiyerarşîk a ku heta îro domiyaye red kirine de, têkiliya ku huner û hunermendan bi civakîbûnê re danîne, têkiliyeke wiha demokratîk û asoyî esas girtine. Çavkaniya hilberîna vegotina hunerî civak û civakîbûn, têkiliyên civakî bixwe ne. Cihê ku hilberîna hunerî, berhema hunerî ya ku derdikeve holê lê tê parvekirin jî qada herî berfireh a civakî ye. Ango di nav civakên ne hiyerarşîk de huner bi awayê herî berfireh di nav raçînkên civakê de hilberînê esas digire. Bingeha xwe ji hemû raçînkên civakî û xweseriyên takekesî digire. Parvekirinê jî li hemû qadên civakî pêk tîne. Bi vî awayî hem di pêvajoya afirandinê de hem jî di pêvajoya parvekirinê de hilberîna hunerî ji aliyê estetîk ve vediguhere pêvajoyeke ku civakê xwedî û mezin dike. Vê yekê ji jor ve na, ji hundir ve, bi awayekî asoyî pêk tîne.
Di pergala civakî ya bûrjûwayê de wek hemû awayên danîna têkiliyan, rêvebirina civakê û awayên hilberînê, awayên hilberîna hunerî û parvekirina wê ya bi civakê re de jî avaniyeke bi her awayî hiyerarşîk heye. Huner bixwe veguheriye navgîneke pênasekirina xwebicihkirina hiyerarşîk. Huner derxistine asteke elît, her kes nikare biafirîne, her kes nikare xwe bigihînê, ji derveyî civakê û di ser civakê re ye. Wek encama vê yekê jî di navbera civak û hunerê de û pê ve girêdayî hunermend û civakê de têkiliyeke hiyerarşîk hatiye sazkirin. Hunermend bi perwerdehiya bûrjûwaziyê ya ku wergirtiye, awayê jiyanê, awayê xwehekirinê û daneheva xwe ya rewşenbîrî, endezyareke/î civakî ya/ê ku civakê ji jor ber bi jêr ve estetîze dike û teşe didê ye. A rast, xemeke hunermendê/a bûrjûvaziyê ya ku wisa zêde dakeve jêrê jî nîn e. Li gor wî/ê her ku dakeve jêr, hiş û asta zanîna ku ji hunera wî/ê fam bike dikeve, ji ber vê yekê jî çînên jêrîn ne muxatabên hunermendê/a bûrjûwa ne. Gava ku mirov ji vî aliyê ve lê binihêre, ji bo ku huner xwe bigihîne civakê, pergaleke têra xwe kategorîk û hiyerarşîk hatiye avakirin. Li gor angaşta ku dibêje huner ji aliyê kesên elît, ku heta astekê perwerde bûne û xwediyê daneheveke rewşenbîrî ne ve dikare bê têgihîştin, kategoriyên hunerê yên ku ji bo têgihîştina van derdora hatine hilberandin û hatine pêşkêşkirin hene. Ev kategorî li gor perwerdehî, awayê jiyanê û asta dahata qadên civakî ji jor ber bi jêr ve hatine rêzkirin. Her ku ber bi kategoriyên jêr ve dadikeve huner ji awayê şîrovekirina jiyanê ya estetîk û awayê vegotinê derdikeve, vediguhere bes çavkaniyeke şahiyê.

Di navbera beşên hunerê de jî ev kategorî û dabeşkirinên hiyerarşîk hene. Beşên hunerê yên wek wêne, peyker, opera, bale, muzîka klasîk a rojava zêdetir ji bo çînên jor û heta astekê jî çînên navîn tên dîtin. Beşên hunerê yên wek wêje, şano, sînemayê jî zêdetir wek karên hunerî yên çîna navîn tên dîtin. Ji bo xizanên ku beşeke herî zêde ya civakê pêk tînin, kedkar û bêkaran jî zêdetir awayên muzîkê hatine destnîşankirin. Ev awayên muzîkê jî ne muzîkên xwediyê çawaniyekê yan jî pîvaneke hunerî ne. Ji wê zêdetir berhemên ku bi hêsanî tên afirandin, dişibin hev û dubarekirina hev in ên wek gotin û rîtmên arabesk pop ên wekhev in. Cih û qadên civakî yên ku ev beşên hunerê lê tên pêşkêşkirin jî dîsa li gor kategorî û hiyerarşiya hunerî ya di nav çînên civakî de ji bo hunerê tên avakirin û veqetandin. Cih û avahiyên ku hunerên ji bo çînên jorîn ên civakê lê tên pêşkêşkirin bi piranî li navendên bajaran hatine avakirin û avahiyên mezin ên dîrokî û avahiyên nûjen ên bi heybet in. Her ku ji jor ber bi jêr ve tê stadyûm, zeviyên li kêlekên bajaran ên ku hîna avahî lê nehatine çêkirin, eywanên şahiyan dibin cihên pêşkêşkirina hunerê.

Sedema ku huner di nav avaniyeke ew qas hiyerarşîk de, di nav pergala civakî de xwe heyî dike, dibe parçeyekî pergala desthilatdar a ku ji jor ber bi jêr ve civakê dîzayn dike û bi rê ve dibe, ji bo ku desthilatdarî û hiyerarşî ji nû ve bê afirandin û rewakirin xwediyê roleke ew qas girîng e bêguman pêhesîna xwediyê desthilatdariyê ya ku dîtine huner ji aliyê cewherî û teşeyî ve çiqas bi bandor e û cewher û teşeya wê çawa dikare veguhere navgîneke dijcivakbûnê ye. Ev awayê xwederbirandina estetîk û rola pêşengiyê ya ku bi sedsalan civakê ji bo xwebirêxistinkirnê, têkilîdanînê û çareserkirina pirsgirêkên xwe bi pêş xistiye, pergalê ji hêlekê ve bi pêkutî, qetliyam û qedexekirinan hewl daye ku bêbandor bike. Ji aliyê din ve jî huner veguherandiye alaveke bicihanîna pêdiviyên li gor pergala xweafirandinê, veguherandiye alava kûrkirina kedxwariyê û vehilberandina wê. Xwestiye ku van hewldanên xwe hemûyan ligel hev pêş bixe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê