Sunday, December 5, 2021

Hunera hosteyên kedkar alavên sifir

Li welatê me dema mirov bixwaze qehweyekê vexwe, wê di cizweyeke ku ji sifir hatiye çêkirin bêhneke xweş ber bi pozê we ve bê. Ger mirov bixwaze di germa havînê de dewekî hênik vexwe dê di nav qedehên bi madena sifir hatine neqişandin de dewekî tamxweş were ber mirov. An sêniyek, gumgumek, tepsiyek an jî alavekî din… Tev ji sifir hatine çêkirin.
Li Kurdistanê gelek taybetî hene ku wekî kevneşopî hebûna xwe diparêzin. Gelên li Mezopotamyayê jiyane bi hunera destan gelek afrînerî gihandine roja îro. Di vê beşê de jî em ê berê xwe bidin destkariyeke ku ji berê ve li Kurdistanê heye. Ev taybetî, honandin an jî çêkirina alavên ji madena sifirê ye.

Madena sifir berî zayînê di sala 4000’î de ji bo çêkirina amûran hatiye bikaranîn. Zêr, zîv an jî sifir di xwezayê de bi lêgerînê dihatin peydakirin. Piranî ji bo bêxin nav amûrên xwe dihat bikaranîn. Ji ber ku bi lêgerînê dihat peydakirin bi tena serê xwe nedihat bikaranîn. Lê berî zayînê di sala 4000’î de êdî bi tena serê xwe jî ji bo çêkirina alavan hatiye bikaranîn.
Madena sifir ji ber ku nerm e, di çêkirina alavên tûj ango wekî çekan de nehatiye bikaranîn. Piştî ku hatiye dîtin ku toza sifir tê gel hev û alav jê çêdibin, bêhtir ji bo çêkirina alavan hatiye bikaranîn.

Li bajarê Amedê di lêkolînên Kotê Berçem de gelek taybetiyên dîrokê nîşan didin ku li Kurdistanê jiyana niştecihî dest pê kiriye. Her wiha bidestxistina hin alavên li herêmê tê fêmkirin ku bikaranîna madenan jî wekî huner ango destkarî di serdemê de jî hebûye. Li gor rûpelên dîrokê berî deh hezar salan jî li Kotê Berçem madena sifir hatiye bikaranîn.
Çawa ku roj bi roj her tişt pêş dikeve bikaranîna madena sifir jî pêş ketiye û wekî destkariyeke newaze heta roja me hatiye.
Sifir di serdemên berê de bi awayê derb û lêdan hatiye çêkirin. Paşê hin şêwazên din jî pêş ketine. Di roja me de mirov dikare bibêje ku di çêkirina alavên sifir de hemû şêwaz tên bikaranîn.

Li gor şêwaza lêdanê pêşî sifir li ser agir tê nermkirin, paşê bi alîkariya çakûçan motîf û nexş li ser alavê têne çêkrin. An jî alav bi xwe jî bi lêxistina çakûçan dikeve şiklekî.
Di dawiyê de şêwazeke din a balkêş hatiye kifşkirin. Bi bizmaran an jî alavên wekî bizmar tûj sifir tê xiritandin an jî kolandin û bi vî awayî motîfên hûriktir û xweşiktir derdikevin holê. Ji alavên ku bi vî awayî tên çêkirin re motîfên xiritandî yan jî kolandî tê gotin.
Dema mirov tî dibe yan jî bixwaze tiştekî vexwe, li Kurdistanê hûn berê xwe bidin ku derê jî wekî nîşaneyeke Kurdistanê, dê bi alavên sifir vexurekên we werin ber we. Cizweyeke qehweyê, tasekî neqişandî yê dewê, sêniyek xwarinê, tepsîyek an jî alavekî xemla malan… Ji bilî van pêkan e ku hûn rastî gelek alavên din ên ji sifir hatine çêkirin bibin.
Niha jî em hinekî berê xwe bidin çêkirina firaqên ji sifir, em pêvajoya honandina sifir yek bi yek nîşan bidin.

Tê gotin ku ev hunera bêhempa ji Ermenan derbasî çanda Kurdan bûye. Madena sifir di destê hosteyên Ermen de dibû huner û bi rêya şagirtiyê hosteyên vî karî zêde dibûn. Lê piştî gelek zehmetiyan ku Ermen li welêt jiyane, hêdî hêdî hosteyên Ermen kêm bûn û hunera wan bû dewlemendiyeke çanda Kurdî.
Helbet ji bo çêkirina firaqan pêşî sifir tê hilbijartin. Paşê sifir li ser agir tê nermkirin, ji bo tewandin ango şiklekî. Carnan alavên ku têne çêkirin tenê ji parçeyekî pêk nayên. Wekî çend parçe tên amadekirin û bi alîkariya agir ev parçe bi hev ve tê danîn. Ji ber ku agir parçeyan nerm dike hinek sifir dikin nav û bi saya wî sifirê di navberê de dihele herdu parçe qayimtir bi hev ve dibin.

Çêkirina alavên ji sifir sebr û hêzeke xurt dixwaze. Wekî gelek destkariyan sifir jî piştî ku dirûvê xwe digire bi lêdana çakûçan îcar motîf li ser têne çêkirin. Her çiqas ji dîrokê heta roja me ev giraniya vê destkariyê hinekî sivik bûbe jî hê jî têra xwe zehmetiyên wê hene.
Piştî ku dirûvê berheman diyar dibe, êdî dor tê nexşandina wan. Karê ku sebrê dixwaze li vir destpê dike. Bi çakûçan li alavên wekî bizmar didin û ew jî cihê xwe di berhema sifir de çêdikin. Bi vî awayî şikl ango motîfên li ser berhemê derdikevin holê. Lê ji ber ku sifir madeneke nerm e pêkan e ku zû bitewe. Yanî bi lêxistina bi hêz a çakûç dibe ku berhem bitewe. Ji ber vê yekê hin qalibên perçeyî hene ku pêşî wan dixin hundirê alavê. Bi wan qaliban alav ji hundir ve ji cihê xwe nalebite û bê pirsgirêk nexşên li ser berhemê derdikevin holê.

A rastî di çêkirina alavan de gelek pêvajo hene. Piştî ku berhem ji qalib derdikeve da ku bermahîkên sifir werin paqijkirin, di nav mekîneyekê re têne derbaskirin. Li derdora berhemê tu zêdebûn namînin û berhem paqijtir dibe.

Ji bo guherandina rengê berhemê oksit tê bikaranîn. Alava ku hatî oksîtkirin, dîsa bi alîkariya mekîneyan tên biriqandin. Tenê ev pêvajo jî têra xwe zehmet e. Ji ber ku bêhneke dijwar a vê pêvajoyê heye ji bo xebatkaran jî ev rewş zehmetir dibe. Ev pêvajoya ku jê re tê gotin kalaykirin, her wiha tişta herî girîng a destkariya sifirê ye.
Xanên Amedê yên xwedî dîrok û mîmariyeke newaze bi vê destkariya hêja rengîntir dibin. Hunera hosteyên kedkar rengekî dî jî li welat zêde dike û ber bi mal, gund û bajaran ve belav dibe. Heta carnan tenê ev yek jî dibe sedema hatina serdêran. Berhemên ji hosteyên xwe dûrketî carnan dibin fincanek û şahidiya civatên germ dikin. Carinan dibin semawerek û hevaltiya rêwitiyê dikin. Carnan tenê dibin diyariyeke nîşaneya bajarê qedîm.
Û dibe rengekî welat û di nava berhemên bêhempa de cihê xwe digre.