24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunergeha Welat

Muzîka kurdî xwedî dîrokeke dirêj û qedîm e. Bi sedan dengên bêhempa û muzîkjenên hêja gihandine. Bandoreke mezin li ser muzîkên gelên cîran jî kirine. Lê hin deng û muzîkjen hene, hem di serdema xwe de hem jî li ser serdemên dû xwe bandoreke mezin dikin. Ji ber ku dengqeydkirin, vedîtineke sedsalên dawiyê ye, mixabin em deng û muzîkjenên di sedsalên borî de an pir kêm an jî qet nizanin. Em wan tenê ji belgeyên nivîskî yan jî ji stran û çîrokên li ser wan hatine nivîsîn dizanin. Li gel vê yekê jî tenê ji sedsala bîstan dengbêj, stranbêj û hunermendên ku dê bi hezaran salan têra me bikin mane.

Em îro dikarin dengên wan bibihîzin û nirxandinan li ser wan bikin. Em dikarin hin serdeman bidin ber hev. Lê ji têkoşîna gel a 1980’yî û vir ve gur bûye, muzîka kurdî jî derfetên vejînê û pêşketinê dîtiye. Ligel bilindbûna hest û ramanên azadiyê gelek komên muzîkê di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de kom bûn û her wiha li Ewropayê gelek kom derketin holê. Serdema Komên NÇM’ê di heman demê de bihara muzîka kurdî ye. Ji Koma Berxwedan bigire heta Koma Sefkan, ji Koma Amed heta Koma Çiya, Koma Agirê Jiyan, Koma Gulên Xerzan, Koma Azad û gelek komên din berhemên gelek nirxbuha derxistin. Di heman demê de tevî koman, hunermendên serbixwe jî bi heman awayî baxê muzîka kurdî av dan. Muzîkeke gelek rengîn derket holê. Hestên gelê kurd ên azadiyê bi riya muzîkê pêl bi pêl diherikîn. Ji bilî van jî hin rexneyên spesifîk hene lê em dikarin di bin van du xalan de kom bikin. Bêguman ligel rexneyan jî di vê demê de gelek berhemên giranbuha hatin afirandin. Ji zarokan heta kal û pîran ev stran û kilam ketin ser dev û lêvên her kesî. Jixwe ev nîqaş jî der barê rewşa giştî de ye. Niha, em bên ser mijara xwe. Bi gotina muzîkhezan, “dengekî nû di muzîka kurdî de veda”, “Çirûskek pê ket û riyek nû ji muzîka kurdî re vekir” reng, deng û hunerek cihê derket holê. Navê vê çirûskê Hunergeha Welat e.

Şoreş hunerê diafirîne û huner şoreşê. Bi dilşadî hevdu dixemilînîn, xwedî dikin. Ji vê yekitiyê jî delaliyek sipehî difûre. Di vê demê de, ku di bin navê nûjenbûnê de, xebatên ‘bi gotinên kurdî’ lê ji hêla naverok, newa, rîtim, alav, şêwaz û şemalê ve texlîta Ewropa û çandên serdest dikin, Hunergeha Welat berovajî vê yekê berê xwe dide kokên çandî, jiyanî û erdnîgariya Kurdistanê. Di berheman de gotinên rojane yên jiyana kurdan, wekî wêjeyeke palandî diherike. Pêşgotin û biwêjên kurdî, ji nû ve zîl didin. Dîmen, cil û bergên kurdan, kofî û lewendiyên çanda qedîm li ser koka xwe gul vedidin. Stran û kilamên kurdî yên klasîk û qedîm, dengbêjî, heyranok û payîzok li gorî rihê xwe bi hest û ramanên demê, amûr û teknîka nû bi ahengeke bilind hev hembêz dikin. Bêguman berhemên tên afirandin, ji keda komekê dinizilin. Lê keda Şêro Hindê û Mehmûd Berazî hêjayî pesindayînê ye. Xuya ye ku di serê Şêro Hindê û Mehmûd Berazî de hemû endamên Hunergeha Welat ahengek kêm caran tê girtin qefilandine. Bi gotina Berazî, “Gula di nav gil û gîhan de” bi hostatiyeke mezin derdixin holê û bi kedek mezin pêşkêşî muzîkhezan dikin. Bi vê şêwazê jî di muzîka kurdî de mîna ekoleke nû derdikevin pêş. Bi hêviya berdewamiya afirîneriya Mehmûd Berazî, Şêro Hindê û hemû endamên Hunergeha Welat.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê