24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermend dê bibin dengê gelê xwe

Hunermendên kurd li bajarên Silêmanî û Hewlêrê du civîn li dar xistin. Di encama nîqaşan de ji bo xebatên yekitiya neteweyî ya kurd Platforma Hunermendan hat avakirin

Êrîşên li hemberî çar parçeyên Kurdistanê pêwîstiya yekitiya neteweyî bêhtir derdixe holê. Li rojava, başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê partî, sazî û rêxistinên kurdan nîqaşên xwe yên ji bo yekitiyê didomînin. Li gel van hewldanan xebatên hunermendan jî girîng in. Hunermend dikarin bibin dengê hemû parçeyên Kurdistanê.

Huner li ser civakê, ji siyasetê bandortir e. Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de her tim rol û misyona hunermendan hebûye. Bi stran û klamên xwe daxwaza xwe ya bi sedsalan anîne ziman. Bi klam û stranên xwe bûne parêzvanên çand û zimanê kurdî.

Di her serdemê de sekn û helwesta hunermendan girîng e, ji ber ku hunermend bi berhemên xwe dikin ku civak her tim zindî bimîne. Hunermendên ku her tim bi stranên xwe bûn dengê gel, niha jî ji bo avakirina yekitiyê zend û bendên xwe badan. Xebatên hunermendan ji bo gel bû hêviyek.

Hunermendên kurd di avakirina yekitiya kurd de xwe berpis dibînin û dixwazin erka xwe pêk bînin. Di çarçoveya xebatên yekitiyê de hunermend jî ketin nav hewldanan. Ji Ewropayê heta Bakur û ji Başûr heta Rojava hunermend dikarin daxwazên xwe bikin yek û bibin dengê gelê xwe.

Platforma Hunermendan

Di vê çarçoveyê de hunermend li başûrê Kurdistanê dest bi xebatan kirin. Destpêkê li Silêmanî û Hewlêrê civîna hunermendan li dar xistin. Dê piştre jî li Dihokê bicivin. Di civîna Silêmanî de Platforma Hunermendan hat avakirin ku platform ji 20 kesan pêk tê û dê plansaziya kar û xebatên xwe pêşerojê saz bike. Ev platform dê bi hunermendên kurd ên li Ewropa û çar parçeyên Kurdistanê re di nav têkiliyan de be. Bi vê platformê tê armanckirin ku xebatên hunermendan bên berfirehkirin.

Di çarçoveya xebatan de civîna duyemîn jî bi tevlîbûna hunermend Xelîl Xemgîn, Şivan Perwer, Nasdar Cizirî û Diyar Dêrsim li Hewlêrê hat lidarxistin. Di civînê de rola hunermendan a ji bo yekitiya neteweyî guftûgo kirin.

Derbarê xebatên yekitiyê de hunermend Diyar Dersim axivî. Dersim di axaftina xwe de bal kişand ser pêwistiya yekitiyê û wiha got: ‘Di xewna her kurdekî/ê de yekitiya neteweyî heye. Kurdistan di dilê me de yek parçe ye. Lê mixabin me hîn xewna xwe pêk neaniye. Lewma me dest bi hewldaneke wisa kir.’

Hunermend Xelîl Xemgîn jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku siyasetmedaran ji bo yekitiyê erka xwe pêk neaniye. Xemgîn, behsa rola hunermendan a di nav civakê de jî kir û wiha dom kir: ‘Divê em hunermend li ser wijdanê civakê zextê bikin ku aliyên siyasî bikaribin yekitî û yekrêziyê biafirînin. Divê em hunermend wisa bikin ku di nav kurdan de yekitî û yekrêzî bê avakirin.’ Xemgîn, diyar kir ku heke hunermend jî erka xwe bi cih bînin wê yekitî pêk bê û ew dixwazin ku helwesta hunermendên başûrê Kurdistanê jî di mijara yekitiyê de hebe.

Di yekitiyê de dengê jinê…

Hunermend Niyar Ebdullah a ji başûrê Kurdistanê ye xebatên ku tên kirin nirxand û li ser girîngiya yekitiya hunermendên jin sekinî. Ebdullah wiha dirêjî da axaftina xwe: ‘Gelek girîng e ku dengê hunermendên jin di vê hewldana yekitiyê de bilind bibe. Jinên hunermend dikarin bi hunera xwe xizmetê bidin doza neteweyî.’

Lukman Selîm wekî hunermendên din li ser hewcedariya yekitiyê nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir ku divê partî di xizmeta gelê xwe de bin, ne ku netewe di xizmeta partiyan de be. Selîm, da zanîn ku lewma divê hunermend ji nakokiyên partî û rêxistinan dûr bikevin.

Hikûmet bê helwest e

Rojnameger û hunermend Îbrahîm Ehmed jî li ser helwesta hikûmeta herêmê nêrînên xwe anîn ziman û wiha axivî: ‘Divê tişta ku em niha dikin di bernameya hikûmeta herêmê de hebûya. Lê mixabin di mijara neteweyî de tiştek di bernameya wê de nîne.’