25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermend, siyasetmedar û saziyên kurdistanî bang kirin

Ev demeke dirêj e polîtikayên Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya dijkurdbûnê û berjewendiyên malbatî dibe sedema pirsgirêkan. Ji dagirkirina Zîne Wertê, Heftenînê, Metîna û herî dawiyê Garê heta binçavkirina rojnameger û siyasetmedaran êdî rêveberiya Başûr li gor berjewendiyên Tirkiyeyê tev digere. Ev helwest û sekna rêveberiya Başûr ji aliyê kurdan ve tê rexnekirin û wek gavên dîktatoriyê tên dîtin.

Polîtîkayên rêveberiya Başûr ji aliyên gelek siyasetmedar, sazî, rêxistinên kurdan û hunermendan ve hatin rexnekirin.

Xetereya ‘birakujiyê’

Partî û saziyên kurdistanî yên li Ewropayê hefta borî li dijî xetereya ‘birakujiyê’ daxuyaniyeke hevpar dabûn û bang li hemû sazî, rêxistin û dezgehên kurdistanî kiribûn ku li dijî xetereya şerê navxweyî dengê xwe bi awayekî xurt bilind bikin.

Partî û saziyên kurdistanî di daxuyaniya xwe ya hevpar de bal kişandibûn ser rewşa bi xetere û wiha gotibûn: “Demeke dirêj e ku li ser sînorê Bakur-Başûr û nexasim li Başûr rûdanên nebaş di rojevê de ne. Li gorî rewşa dawî li cihên wek Heftanîn, Garê, Metîna û hwd. zemîna şer tê amadekirin. Bêguman ev projeya kambax li gorî siyaseta dagirker û qirkeran çêdibe. Gazin ji dijmin nabe, ya hewceyî pê heye berxwedan e. Belê gazin û daxwaz ji tevger û rêberên kurd û Kurdistanê ye.”

Banga hunermendan

Têkildarî heman mijarê 237 hunermendên kurdistanî bi daxuyaniyekê bal kişandibûn ser bûyerên metirsîdar a li ser bicihkirina hêzên li herêmê û şerê kurd bi kurdan û ji bo çareseriyê banga diyalogê kiribûn.

Her wiha parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî diyar kirinbûn ku bi çi hincetê dibe bila bibe, divê şerê birakujiyê çênebe û gotibûn ku divê pirsgirêkek siyasî di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de çênebe û banga yekrêziyê kirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê