23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermendan helwesta PDK’ê şermezar kir

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekitiya Hunermendan, Dîwana Wêjeyî, Yekitiya Wênekêşên Sûrî, tev li çalakiya konvedanê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê bûn. Nûnerên saziyan ber bi dergehê Fîş Xabûr ve meşiyan û daxuyanî dan Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêyî li vir daxuyanî xwend û  wiha got: “Gelên azadîxwaz li hember dagirkeran sekinîn û serî netewandin. Gelê kurd di vê qonaxa dîrokî de destkeftiyên dîrokî bi dest xistin.  Di vê qonaxê de pêwîst e kurd refên xwe bikin yek. Mafên gelê kurd heye ku li dijî dagirkerên Kurdistanê bisekinin. Mixabin tiştê ku PDK’ê li dijî gerîla pêk aniye li dijî nirxên mirovahî û nirxên gelê kurd e. Hêzên gerîla ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên azadîxwaz bûye hêvî. Di kemîna PDK’ê ya li dijî gerîla li herêma Xelîfanê 5 gerîla şehîd bûn. Sûcên ku PDK’ê li dijî gerîla pêk aniye û nedayîna cenazeyên şehîdan, li dijî nirx û rêgezên mirovî ne.”