spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermendek ji eşîra Şadîyan

Şener Ozmen
Şener Ozmen
Weswese 2

Ez nizanim bê ajandayeke nepenî ya Tîmûr Çelîk heye yan na, ya ku pêvejoya wî ya ji qewlê wî ve “boyaxkirinê” hildide nav xwe, lewre çi gava ez li hesabên wî yên medyaya civakî bihinêrim, çi gava ez lê bigerim û derheqa kar û barên wî yên hunerî de pirsên axîretê jê bikim, heke wê hefteyê kevaleke xwe ya nû boyaxkirî parve nekiribe, hest pê dikim ku di kargeha xwe de, her weha li mala xwe ya li Berlînê ye û li ser dîmeneke gumanbar (wek serikê şirikekê, destşokek an pêstirkeka zivrok ango escalator) nîgaşine bêyom (tiştên ku dilê me lê spî nabin; wek ampûleke karebayî, baqnot û hûrdeyên di berîka xwe de, trênek, belkî berateyê karxezalekê, ya di bin lapûşkên eyloyekî de canê xwe dayî) nas û nenas, wênesûretê jinekê, mêrekî yan ajalekê (çendên hunermend, nivîskar, siyasetmedar, lîstikvan û derhêner yên wek; Mehmûd Celayîr, Osman Kavala, Îbrahîm Kaypakaya, Eren Keskîn, Hayko Bağdat, Selahedîn Demîrtaş, Ahmet Tirk, Engîn Sûstam, Can Yûcel, Tahir Elçî, Seyîd Riza, Onder Çakar û hwd.) yên ku ji xeynî nîgaşa xwe, bi gelek çemk û barûdoxên din ve pêwendîdar in, dixebite û ez, ji hunermendên wehakîno gelek hez dikim, yên ku libareyî kar û barên xwe yên hunerî gotinên pûç û vala nakin, têgihine ku bixwe jî jê ne piştrast in, bi kar nayînin.

Lê jixwe meseleya min ne ev e, bi min wisan tê ku Tîmûr Çelîk, tiştên ku em wan nolî parçeyeke jiyanê, jiyana xwe û jiyana wî ya ku wer xuya ye ne bi tenê ji kevalên hûr û gir yên bêçarçove, şovaleyeke kevnar, firçe û dohn û terebentîn û bêhn û bûxarên ‘artîstîk’, mêjûya dûr û nêzîk ya hunerê û jiyîna li Berlînê hatiye pê, dihesibînin, bi tu tehrî berz nake û xêleya rewneqdar a beriya ku ew bê dinyayê, dora serê hunermendên gewre yên Ronesansê vê pêça bû, bûye toqa şeytên û ketiye stûyê wî.

Kî ye Tîmûr Çelîk? Yê ku di navbera salên 1980-1984’an de li Zanîngeha Marmarayê Fakûlteya Pewerdehiyê Ya Ataturkî de perwerdehiya şêwekariyê dîtiye. Di navbera salên 1984-1993’yan de, ango piştî ku zanîngeh kuta kiriye û pê ve, li kargeha xwe ya li Maltepeyê xebitiye û bi dabaşa ku ji kevalên xwe yên wan salan boyaxkirî hilgirtiye, jiyaye, ne bi tenê ev jî, pê re pê re berê xwe daye Ewrûpayê, derketiye ger û geşteke hunerî. Çûye Parîsê, Londrayê, Kolnê, Dusseldorfê, Amsterdamê, Roterdamê û devîdevî çar meh, li muzexane û galeriyan geriyaye. Ji malbateke kurd e Tîmûr Çelîk, ji eşîra Şadîyan (Şadilû yan Şadêlû), di sala 1965’an de malbat ji Şîrana Gumuşxaneyê koçî Stenbolê kiriye û li wir akincî bûye, hingê serê giliyan vedibe û tîne dibêje “Yên me ji Xorasanê hatine…” Di navbera salên 1968-1978’an de dibistana seretayî, a navîn û lîseyê li Qertelê (Kartal) xwendiye; “Hingê,” dibêje, “Qertel qeleha bizavên civakperest a karkeran bû. Çarmedor qehwexane bûn û di bin çengê her kesî de kovarek, yan rojnameyeke siyasî hebû.” Lêbelê ew û Stenbol jî piştî demekê li hev nekirine û Tîmûr Çelîk, berê xwe daye Berlînê. “Berlîn zêde zêde spî bû, bi tevî ku rengê bîbikên çavên Dawid Bowie ji hevûdin cuda bûn jî, afirînerî di bin nîrê almanên spî de bû û ewrûpiyên başûrî jî, di sektora xizmetê de bûn. Bêguman, mafê herkesî hebû wekî tiştinan biafirîne, wekî kurdekî yê min jî û ez 32 salî bûm, ji bilî karkirinê, çi rêyeke min a din tune bû…”

Min Tîmûr bi kevalên wî yên mezin nas kir, piranî wênesûret, ango portre bûn, lê paşê, qey dilê wî ji kavelên wehakîno teng bû, demek dirêj e ku dest bi boyaxkirina kevalên piçûk kiriye, nizanim bê modelên xwe ji ku û çawan heldibijêre, lê dizanim axleb ew kes in ku li Berlînê dijîn, yan demek li Berlînê mane; yên ku melankolî û tenêtî ji peyvên wan dinizilin, tu dê bibêjî qey giyanê xwe bi ser û sîçê xwe ve kirine, çi ku ev, serdemeke wî ye û ji vê serdemê wênesûretên almanan ên wekî Matthias (2019), Markus (2019), Eike (2019), Christoph (2018), Uwe (2018), Martin(2017), Sandra (2017), Andreas (2016), Kerstin (2015), Alex (2012), Birol (2012), Hannah (2011), Barbara (2010), Jürg (2008), Chris (2007), Tom (2007), Georg (1999), Sigi (1999) û yên mayîn derketine û em nizanin bê ew kî ne. Ev bergeha han, bi dû koça hunermend, nivîskar û siyasetmedarên tirk (û hinek jî kurd) ên ku piştî şanoya darbeyê qefle bi qefle berê xwe dabûn Berlînê û nema vegeriyabûn, ber bi boyaxkirina wênesûretên qezazedeyan ve çerx bûbû. Ji Tirkîyeyê mirovine seyr çûbûn Berlînê û pê re pê re akincî bûbûn û derheqa niştimanê xwe de gelekî hestgerm bûn. Navên wênesûretan jî, bere bere veguherîbûn helbet, êdî ne Martin hebû, ne jî Hannah.

“Înternet, goristaneke wêneyan e…” gotibû Tîmûr, gava min pirsa modelan jê kiribû û bi ser ve kiribû; “Di navbera salên 2002-2017’an de min ti keval çênekirin, çi ku jiyan qewî zehmet bû û ez jî bi hin kar û barên din mijûl bûm, lêbelê neçû serî, min hest pê kir ku ez ê bimirim, bi vî hawî ez ê çem û çem herim, vegeriyam ser tişta ku ez kiribûm ez…”Li pey vê bîr û boçûnê, Tîmûr jî xwe ranêzîkî Edward Munchê Norvêcî kiribû, yê ku hilm û henaseya sar a Bakur boyax kiribû. Lê çima, hiş û bîra wî, li bîranînên wî yên zarotiyê diqelibî? Li welatekî qijeqij? Çima vedigeriya reh û rîşalên xwe? Ma hîn qut nebûbû ji xewnên xwe? Di serdema xwe ya sêyem de, êdî şahidek bû Tîmûr lomanê, tecawizkarên DAIŞ’ê bela xwe di kurdan dabûn, mij û moraneke reştarî avêtibû ser welêt, hingê dîmenine karesatê derketibûn; deştek, şewatek, dûxanek ku ber bi esmên ve bilind dibû, zeviyên ku hatibûn bombekirin, mirovin hebûn, mirovin tune bûn, ango hebû tune bû, di wextê zemanê berê de xaknîgarek hebû… bêguman ev jî peysaj bûn, heye ku paşê li jêr navê Di Nîgara Rojhilata Navîn De Peysaj ji nû ve bihatana xwendin!

Navên çend nîgarkêşan hildide Tîmûr Çelîk, ku yekî ji wan Jean-Louis André Théodore Géricault e, ango pêşewayê bizava Romantîkan.Yê din jî Lovis Corinthe, nîgarkêşê Alman yê ku pirek di navbera empresyonîzm û ekspresyonîzmê de ava kiriye. Yekî klasîk jî heye; Anselm Feuerbach, ji dibistana almanan a sedsala nozdehemîn, tew Kiefer û Georg Baselitz. Ji rengperestiya wan hez dike, ji melankoliya wan…

Tîmûr Çelîk beşdarî li gelek pêşengehên navneteweyî kiriye ku li vir, dixwazim navên hin pêşengehên wî yên takekesî û komî bidim; ew di sala 2019’an de bi navê Paper (Kaxez) li Galeriya Pilevneli, Stenbol; di sala 2018’an de bi navê Eyewitness (Şahid û Şihûd) li Künstlerhaus Bethanienê, Berlîn; di sala 2016’an de bi navê Human-Zone (Devera Mirov) li A Transê Berlîn; di sala 2015’an de bi navê Emition (Hest) dîsan li Künstlerhaus Bethanienê, Berlîn; di sala 2018’an de bi navê Landcapes (Bergehan) li Galeriya Kremersê, Berlîn û di sala 2017’an de jî bi navê Real, Surreal, Hyperreal (Rastî, Serrastî, Bêqamrastî) li Galeriya Kremersê.

Gengaz e ku ji bo Tîmûr Çelîk her tişt hîn nû dest pê dike. Weke Jorge Luis Borgesê kore yê ku digot; “Lêbelê ez hest pê dikim ku çîrok hîn nû dest pê dike. Rûpelên ku min beriya niha nivîsandibûn, ji xeynî şert û mercên ku qederê yan rasthatiniyê, heye ku ji bo hew tiştek rû bide, li min ferz dikirin, tiştekî din nahewînin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê