19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunko: Destûr nayê dayîn ku biçim Îmraliyê

Tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan e ligel raporên CPT’ê û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bi giranî didome.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî duh biryarek da û xwest derbarê pêşketinên li Îmraliyê dewleta tirk heta dawiya Îlona 2022’an agahiyan pêşkêş bike.

Derketibû holê ku Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê li ser navê ‘cezayê dîsîplînê’ ji 12’ê cotmehê û şûnde cezayê hevdîtinê yê 6 mehan û cezayê hevdîtina bi malbatê ya 3 mehan li Rêberê PKK’ê birî ye.

Endamê Meclisa Parlementerên Ewropayê û Parlementerê Partiya Çep a Almanyayê Andrej Hunko derbarê tecrîda li Îmraliyê de diyar kir ku qedexeyên li ser hevdîtinên bi Ocalan nayê qebûlkirin û wiha got: “Li gorî agahiyan ku me bi destxist, şertên girtîgeha Îmraliyê ne li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Komîteya Wezîran jî diyar kir ku mekanîzmayeke lêkolînê tune û ji ber ku binpêkirin hene, divê Tirkiye derfeta mekanîzmayeke lêkolînê ava bike.”

Hûnko li ser helwesta Almanyayê ya li hemberî tecrîdê jî ev tişt anî ziman: “Almanya û endamên Konseya Ewropayê divê têkiliyên xwe yên taybet ên bi Tirkiyeyê re qut bikin. Almanya ji aliyekî ve dengê ‘Erê’ dide dengdana ku Tirkiye peymana Konseya Ewropayê bin pê dike û ji aliyê din ve jî hevkariyê bi Tirkiyeyê re dike.”

Endamê Meclis Parlementeran a Konseya Ewropayê Andrej Hunko diyar kir ku ji bo lêkolîna rewşa Îmraliyê wî gelek caran serî li rayedarên tirk daye û wiha axivî: “Hikûmata tirk daxwaza min asteng dike û nahêle ez biçim Îmraliyê. Azadiya Ocalan wê tevkariyeke mezin li çareseriya aştiyane ya şerê kurd û tirkan bike. Çareseriyeke wisa wê ji bo hemû aliyan baştir be.”