19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îbrahîm Bîlmez: Divê her kes berteka xwe ya demokratîk nîşan bide

Parêzerên rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, li ser tecrîda giran a li ser Ocalan, biryarên Komîteya Wezîran a Ewropayê û çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê yên di sala 2022’yan de ji Ajansa ANHA’yê re axivî.

22 sal e li Îmraliyê tecrîdeke mutleq heye. Di daxuyaniyên xwe yên beriya niha de we ragihandibû ku ji sala 2015’an ve hûn tu agahiyê ji rêber Abdullah Ocalan nagirin. Hema hema her hefte hûn serî lê didin. Divê ev yek çawa bê şîrovekirin?

Di aliyê hiqûqî, exlaqî, olî yan jî mirovî de ne ya qebûlkirinê ye. Ji ber vê yekê dive îtîraz bê kirin. Me mînaka Guantanamo dida, lê belê heta girtiyên li wê derê bi rengekî dikarîbûn bi parêzerên xwe re biaxivin. Li Îmraliyê ji wê jî wêdetir e û heta agahiyek jî jê nayê girtin. Tirkiye endama Konseya Ewropayê ye, di destûra xwe de dewleta hiqûqê ye û gelek rêziknameyên mafên mirovan tê de hene, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye û hemû mafên di peymanê de qebûl dike. Di vê peymanê de mafên mirovan, mafê jiyanê, mafê wekheviyê û hwd hene. Tevî vê yekê jî mirov nikarin girtîgeheke li Tirkiyê ziyaret bikin.  Me agahiyên herî dawî di Adara îsal de girtin. Ji ber hin nûçeyên, hevdîtineke nîvçe ya telefoneke bi birêz Ocalan re çêbû. Em nizanin bê ka çima nîvçe hiştin. Birêz Ocalan di hevdîtineke kurt a li gel birayê xwe de got “Ez vê bêhiqûqiyê qebûl nakim û dixwazim bi parêzerên xwe re biaxivim.”  Ji wê demê û vir ve me hewldanên xwe zêde kirin. Me her hefte serlêdana ji bo hevdîtinê kir û em hê jî didomînin.  Li Tirkiyê dema mijar dibe Îmrali û birêz Ocalan her tişt li ser kaxizan dimîne.

Dadgeriya Bursayê got di 12’ê cotmehê de 6 mehan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn û di 18’ê tebaxê de jî qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya 3 mehan hatiye dayîn. Lê belê têkildarî qedexeyê agahî nedan parêzeran. Cezayê pêgermokan jî dan. Aliyê hiqûqî yê van kiryaran çi ye û çima bi taybetî ji parêzeran re nayê gotin?

Ji bo ku em bersivê bidin van pirsan divê em pêşî bi muwekîlên xwe re biaxivin. Ev pirsgirêka herî mezin e, em nikarin wan bibînin an jî bi wan re têkiliyê deynin. Heke em hev bibînin, em ê bikarin ji wan bipirsin ka çi qewimiye, çima cezayê dîsîplînê danê. Lê em nikarin vê jî bipirsin. Di salên dawîn de  gihîşt wê astê ku em hewl didin pêşî li alîkariya hiqûqî jî bidin. Ji ber vê yekê cezayê dîsîplînê ji me tê veşartin, ji me re nehatiye ragihandin. Em bi  israr serlêdana parêzer û malbatê dikin. Heta di bersiva serlêdanan de nabêjin ceza li wan hatiye birîn. Piştî bi mehan em bi awayekî din hîn dibin. Lê êdî pir dereng dibe. Em îtirazê li dadgeriyê dikin, dema tê redkirin em serî li Dadgeha Ceza didin û dema ev red dike, em serî li Dadgeha Destûrê didin. Bi salan diajo û em vê yekê vediguhêzin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Prosedureke hiqûqî didome. Êdî vê jî naxwazin û hewl didin bidin sekinandin. Ji ber vê yekê ji parêzeran vedişêrin. Me pê zanî ku birêz Ocalan ji berê de dev ji îtirazkirinê berdeaye û muwekîlên me yên din ên li Îmraliyê jî dev jê berdaye. Ew jî dizanin ku dê tiştek jê dernakeve û îhtîmal e ku wek çalakiyeke protestoyê vê yekê dikin.

Hincetên astengkirina hevdîtinan bûne rûtîn. Dibêjin koster xirabe ye, rewşa hewayê ne guncaw e, hwd…

Ya rast êdî wan hincetan jî nabêjin. Di sala 2011’an de li dijî parêzerên birêz Ocalan operasyoneke mezin hat kirin. Bi dehan parêzer hatin girtin. Li Tirkiyê li dijî parêzeran operasyona herî mezin bû. Di wê demê de ev polîtîka bi destê cemaeta Fethullah Gulen û hikumeta AKP’ê hat meşandin. Heta 27’ê tîrmehê yan digotin keştî xera bûye, yan rewşa hewayê ne baş e, yan jî kaptanê keştiyê nexweş diket. Her hefte hikumetê bi awayekî fermi derew dikirin. Ji ber vê yekê me tenê dikarî du mehan carekê hev bibînin. Lê piştî 27’ê tîrmehê muzakere hatin qutkirin. Piştî hevdîtina dawîn, meha mijdarê li dijî parêzeran operasyoneke mezin hate kirin. Operasyonên siyasî di bin navê ‘operasyonên KCK’ê’ de hatin kirin û hema hema her kes “terorîst” hat îlankirin, girtîgeh hatin dagirtin. Piştî “hewldana derbeyê” ya 15’ê tîrmehê, di 16’ê tîrmehê de hikumetê ewilî biryarek bi Dadgeriya Înfazê yê Bursayê da dayîn. Ji me re gotin dadgehê biryar daye û hevdîtina parêzeran qedexe ye. Lê belê cihê vê yekê di hiqûqa Tirkiyê de jî nîn e. Ji bo nixumandina vê bi biryarê qanûnek çêkirin û kirin qanûnî. Lê tenê ji ber ku dibe qanûnî, nayê wê wateyê ku rewa ye yan jî qanûnî ye. Ew jî li gorî pêdiviyên hiqûqê nameşin. Hin şert hene. Heke tê xwestin ku hevdîtina parêzeran bê qedexekirin, divê destpêkê hevdîtin hebe. Di wê hevdîtinê de wê sûcekî “neqanûnî” bê kirin, ev sûc ji aliyê bîrdoziya dewletê ve bê qeydkirin, ev qeyd dê ji dadgehê re bê şandin û dadgeh biryarê bide. Li Îmraliyê ev yek jî pêk nehat.

Di sala 2019’an de grevên birçîbûnê gihîştibûn astekê ku dewlet neçar ma bi salan şûn de 4 hevdîtinên parêzeran pêk bîne. Her wiha biryara qedexeyê jî hat rakirin. Ji xwe Wezareta Edaletê jî hingî derket û got “Qanûneke bi vî rengî nîn e.” Lê piştî demekê bêyî ku biryarekê bidin, qedexe domandin.

Piştî civîna DMME’yê ya di navbera 30’ê Mijdarê û 2’yê kanûnê de ‘mafê hêviyê’ yê rêber Abdullah Ocalan kete rojevê. Çapemeniya tirk piştre dest di vê werda û ji bo ku Ocalan ji vî mafî sûdê wernegire gelek propaganda kir. Mafê hêviyê çi ye û çi têkiliya cezayê dîsîplînê bi vê re heye?

Li Tirkiyê cezayê muebbetê yê girankirî tune bû. Di sala 1999’an de dema birêz Ocalan anîn Tirkiyê û hat darizandin, cezayê îdamê hebû. Heta li Tirkiyê kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn jî -ku di nav de girtiyên siyasî jî hene- herî zêde 20 sal di zindanê de diman. Bi hezaran mînakên vê hene. Lê belê dema birêz Ocalan derket pêşberî dadger, ji bo Tirkiye ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve neyê mehkûmkirin û zexta ji Ewropayê sivik bibe, neçar ma cezayê îdamê rake.  Bê guman îradeya gelê kurd bandor lê kir û dema hat rakirin jî cezayê muebbetê derxistin. Heta wê demê cezayekî bi vî rengî tune bû. Ev ceza tê vê wateyê; tu kesekî ji ber sûcên wî digirî û dixî girtîgehê û tu dibêjî “Ev tabûta te ye”. Wan ev ceza ji bo birêz Ocalan îcad kir, lê ji bo bi hezaran kesî derbas dibe. Ji ber ku bendek di qanûnê de hatiye danîn, neçar e di nava rêgeza giştîbûnê de ji bo her kesî be. Êdî ne tenê pirsgirêkeke têkildarî birêz Ocalan e, li Tirkiyê pirsgirêkeke mezin e. Di girtîgehê de, kesên ku vî cezayî digirin, mudetnema (belgeya dema derketinê) tê şandin. Ji bo kesên ku cezayê muebbetê lê birîne, li ser wê dinivîsin “heta ku hûn bimirin hûn nikarin derkevin”. Ev pir ne exlaqî ye. Li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, ev yek îşkence ye. Heke cezayekî bi vî rengî were birîn, hûn li dijî xala 3’yan a DMME’yê ne. Di doza me ya ji bo birêz Ocalan de DMME wiha dibêje.

Di sala 2014’an de Tirkiye mehkûm kir û got “Bi dayîna vî cezayî re we xala 3’yan binpê kiriye. Ev ceza bê hiqûqî ye. Vî cezayî rakin. Mekanîzmayeke wisa çêkin ku rê li ber mirovên ev ceza girtine veke da ku piştî demeke diyar li civakê vegerin.” Tişta ku em jê re dibêjin ‘mafê hêviyê’ ev e. Kesê ku te xist girtîgehê divê bizane ku rojekê dikare derkeve derve û ne di tabûtê de yî. Tirkiyê ji sala 2014’an ve tiştek nekiriye, gavek bi tenê jî neavêtiye, hejmara mirovên ceza li wan hatiye birîn roj bi roj zêde bûye. Li gel dosyaya birêz Ocalan 3 dosya çûn ber destê Lijneya Wezîran. Hikumetê planeke çalakiyê li ser bê ka dê têkildarî cezayên muebbetê çi bike, pêşkêş kir. Lê belê ev planên çalakiyê planên vala bûn, tiştekî şênber nebû. Ji ber vê yekê pirsgirêk bêyî çareser bibe heta roja îro hatiye. Di mehên dawîn de, ji ber ku cezayê muebbetê bi hezaran kesî eleqedar dike, rêxistinên sivîl û hiqûqî yên Tirkiyê gav avêtin. Her wiha serî li Desteya Wezîran dan. Li ser serlêdanan Desteya Wezîran civîna 3 rojan li dar xist. Heta meha îlonê wext dane Tirkiyê ku qanûnekê çêke.

Heke Tirkiye di dema diyarkirî de têkildarî biryara DMME’yê gavekê neavêje, dê çi bibe?

Li qada navneteweyî rûreşiyek e ku dewleteke endama Konseya Ewropayê xwe xistiye vê pozîsyonê. Ji ber ku hiqûqa xwe bi cih nayne, şertên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê jî bi cih nayne ku bi xwe îmze kiriye. Lê belê heke Tirkiye daxwazan bi cih neyne, qonaxa dawîn a vê yekê ew e ku ji Konseya Ewropayê bê derxistin. Ji bo Tirkiyê ev encamên dîrokî û giran in. Tê wê wateyê ku Tirkiye bi temamî ji sîstema Ewropayê qut bibe. Tê wê wateyê ku Tirkiye wê rûyê xwe li Rojhilat, Asya, Avrasyayê vegerîneû li tifaqên nû bigere. Bê guman ev yek ji bo siyaseta navxweyî, aştî û sosyolojiya Tirkiyê xwedî encamên girîng e. Her tişt diguhere. Tirkiye nikare vê yekê ragire. Ji ber vê yekê divê Tirkiye di zûtirîn demê de daxwazên DMME’yê pêk bîne.

We beriya niha jî diyar kiribû ku di pêvajoya pandemiyê de her hefte carekê mafê girtiyan ê 10 deqeyan ê telefonê heye. Lê belê Abdullah Ocalan û hevalên wî bi tu awayî ev maf bi dest nexist. Piştî 21 salan, tenê carekê ji ber pandemiyê karî telefonê bi kar bîne. Li ser tenduristiya wî fikarên cidî hene. Têkildarî van fikaran hûn çi dibêjin?

Mixabin tune ye. Em di vê mijarê da gelekî bi fikar in. Gelek nexweşiyên kronîk ên birêz Ocalan hene ku me li Îmraliyê bi xwe jî dîtibû. Pirsgirêkên pir girîng bi çavên wî de hebûn. Çavên wî di dema hevdîtinê av jê dihat û mecbûr dima ku çavên xwe bigire. Ji ber ku gelek caran paqij dikirin, li ser çavên wî birîn çêdibûn. Pirsgirêkên nefesê hebûn, carinan bêhna wî diçikiya. Hewayê Îmraliyê jî ji bo nexweşiyên bi vî rengî gelekî xirab e. Dema em li hemû bûyeran bifikirin û temenê birêz Ocalan li ber çavan bigirin em metirsîdar dibin. Ev hemû, li gel tecrîda giran, metirsiyên me zêde dikin. Ji bo tenduristiya birêz Ocalan jî em serlêdanan dikin, lê em tu bersivê nagirin. Ji ber vê yekê em çi jî bêjin kêm e.

Astengkirina telefonê jî aliyekî din ê tecrîdê ye. Astengî tune ye ku kesek di şertên cezayê muebbet de bi telefonê biaxive û hevdîtinan didomînin. Lê li Îmrali ev hevdîtin pêk nayê. Di destpêka pandemiyê de birêz Ocalan tenê carekê bi telefonê karîbû bi malbata xwe re biaxive û di adara sala borî de jî ji ber nûçeyên di medyayê de axaftinek hate kirin lê nîvçe hiştin. Em wek parêzer di vî warî de tişta ji destê me tê dikin, lê hiqûq li Îmraliyê tune ye.

Tecrîda girankirî ya ku niha berdewam dike; li ser geşedanên siyasî û civakî bandoreke çawa dike? Heke hevdîtin bi Ocalan re pêk werin û nêrînên xwe bi raya giştî ya cîhanê re parve bike, dê bandoreke çawa li rewşa heyî bike?

Bersiva pirsa we diyar e. Tirkiye gelekî parçebûyî ye. Mirovên li Tirkiyê xwedî ewledariyeke hiqûqî nîn in. Rêgeza dewleta hiqûqê ya li Tirkiyê tenê li ser kaxizê ye. Mafên mirovan nemane, aborî hema hema hilweşiyaye, mirov reşbîn in. Em bi tabloyeke gelekî nebaş re rû bi rû ne û li Îmraliyê tecrîdeke mutleq heye. Ev her du jî paralelî hev diçin. Heke li Îmraliyê tecrîd hebe ev tê wateya bêçareseriyê. Heke em beriya 5-6 salan berê binêrin; pêvajoyek hebû, samîmî bû yan na lê li ser kaxizê be jî hebû, bi birêz Ocalan re nîqaş çêbûn, pêvajoya diyalogê dest pê kiribû.   Li wê rojê binêrin û li vê rojê jî binêrin. Mixabin nêzîkatiya li birêz Ocalan û pirsgirêka kurd bandorê li pêşeroja hemû gelên li Tirkiyê dike. Dema polîtîkayên ewlehiyê di dewrê de bin, her tişt xirabtir dibe. Li hemberî vê yekê, dema hewl tê dayîn çareserî pêk were û bi birêz Ocalan re muzakere pêk were, tabloyeke bi temamî cuda çêdibe.

Li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Ewropa û Afrîkayê li dijî tecrîdê û ji bo ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan çalakî çêdibin. Bi taybetî îsal kampanyayên li ser medyaya civakî gelekî zêde bûn. Der barê van kampanyayan de nêrîna we çi ye?

Bi ya min ev kampanya pir girîng in. Ji ber ku qanûn heta astekê encamê digire, em hema hema tu encamê nagirin. Birêz Ocalan got “Pirsgirêka kurd doza min e û doza min dozeke siyasî ye.” Lewma ev yek bi têkoşîneke siyasî çareser dibe. Roleke mezin a van kampanyayan heye. Bi mezinkirina wan re divê ji azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û aştiyê xizmet bê kirin.

Di sala 2022’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan divê çi bê kirin?

Ez pê bawer im ku gelê kurd di asteke gelekî bilind de xwedî empatî ye. Yên heta niha nekiriye jî, neçar in bikin. Divê xwe bixin şûna birêz Ocalan û 3 muwekîlên me yên li wir. Dema ku birêz Ocalan birin Îmraliyê hin faşîstan got ‘We çima Ocalan efû kir, hûn çima wî bi darve nakin.’ Sekreterê giştî yê Desteya Ewlekariya Neteweyî yê wê demê Tuncer Kiliç li ser vê yekê gotibû “Heke em Ocalan îdam bikin, wê nîv deqeyan êşê bikişîne û rizgar bibe. Em ê wî di tabûtekê de defin bikin ku bi salan li wir êşê bikişîne û bimire.” Bi rastî jî Îmrali cihekî wisa ye. Heta sala 2009’an ji bilî birêz Ocalan kes li Îmraliyê tune bû. Birêz Ocalan bêyî ku dengê kesî bibihîze hewl dida ku bêhnê bistîne û di nav 11 metreçargoşeyî de bijî. Hesta berpirsyariyê bû ku ew zindî dihişt. Ev heta 22 salan e. Emrê birêz Ocalan û pirsgirêkên tenduristiyê li holê ne. Ji ber vê yekê divê her kes li ser wan bifikire, li ber çavan bigire û dest ji şexsîkirina tecrîdê berde û mîna tiştekî asayî nebîne. Divê her kes bi qasî ji dest tê, xwedî bertekeke demokratîk be.