20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ibrahîm Reîsî bû serokê Îranê

Li gorî agahiyên televizyona dewletê ya Îranê ji 59 milyon hilbijêran 28 milyon kes tev li hilbijartinan bû û serokê Îranê hate hilbijartin.  Di encama dengdanê de Ibrahîm Reîsî ji sedî 62 ji dengan anku zêdeyî 17 milyon ji dengan wergirt û bû serokê Îranê.

Wekî tê zanîn ev hilbijartinên herî dirêj bûn di dîroka Îranê de ji ber ku piştî dema dengdanê bidawî bû 3 carên din ew dem hate dirêj kirin û xelkê heta seat 12 şevê dengê xwe bi kar anîn. Tê gotin ji ber ku gelek aliyan ev hilbijartin boykot kiribû metirsiya desthilatdariyê hebû ku rêjeya dengdanê gelekî kêm be û hilbijartin werin betalkirin.

Serokê nû yê Îranê Ibrahîm Reîsî yek ji berendaman e ku mirovekî oldar û siyasetmedar e. Ji ciwantiya xwe ve di gelek astan de cihê xwe di nava dadgeh û dadgeriyê de girtiye.  Di sala 1985’an de bûbû cîgirê serdozgeriya Tahranê, di 1989’an de jî bûbû serdozger. Her wiha di sala 2004’an de bûbû cîgirê serokê dadgeha bilind û di sala 2016’an bûbû Dozgerê Giştî. Di hilbijartinên sala 2017’an de yek ji berendamên herî bihêz bû li dijî serokê berê yê Îranê Hesen Ruhanî. Her wiha ew di nava gel de wekî Celad û kujer tê binavkirin ji ber berpirsiyariya wî ya ji darvekirina gelek muxalifan.