spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îca ‘vegan’ ji me kêm bû!

Dildarê Amedê

Beriya demekê min nû nas kir ku vejeteryan çi ye û çima vî navî li xwe dikin. Êdî ez hîn bûm ku ji kesên goşt naxwin re wiha dibêjin. Me hê ew mesele baş ji hev dernexist, îca vê carê ez li yekî din rast hatim.

Got ez hêkan naxwim. Min got heyra tiştê ez dizanim kesên vejeteryan goşt naxwin, ne hêkan. Camêr got ma kê ji te re gotiye ez vejeteryen im? Min got naxwe tu nexweş î, çi bela te ye tu hêkan naxwî? Camêr got heyra ez vegan im. Min got la hewla wela quwete îla bîlah!

Îca vegan çi ye bira? Got, ê me em ne goşt ne jî tu berhemên ku ji heywanan tên bidestxistin naxwin; ne goşt ne mast ne hêk û ne jî tu berhemên din…

Îca jixwe berê çend hevalên me yên nîvvejeteriyan hebûn û ji ber îmkanên kêm, çavê me bi goşt nediket; çavê vî hevalê me yê nû hatiye saziyê lê ye ku em mast û hêkan jî nema bixwin.

Bi rastî jî min nû ev meseleya vegan bihîst û ez tiştekî der barê wê de nizanim lê tiştê ku baş dizanim, heke wiha ev vegan û megan berdewam bike wê îmana serê me were gadan!

Îca wek meseleya kirîvê me Mihemed li min hat; ez di nav vegan û vejeteryanan de mame, nema dizanim çi çi ye.

Li gundê me, kirîvê me Mihemedê Hecî zewicî. Mele hat ku mehra wî bibire. Mele jê pirsî: “Ma em mehra te li ser îmamê şafiî yan jî henefî bibirin.” Mihemed got: “Bi xwedê ez henefî û şafiî nizanim çi ne lê tiştê ez dizanim em omerî ne û ji gundê Cibilgirawê ne. Îca tu dizanî seyda, dixwazî li ser henefî dixwazî li ser şafiî bibire.”

Îca bi xwedê wiha li serê min jî hatiye. Tiştê ez dizanim bê goşt û hêk ez nikarim tamekê ji şîv û taştêya xwe bikim. Heke ev her du tune bin, ez nema ne taştê ne jî şîvê dixwim!

Ji aliyekî din ve, carnan jî di dilê xwe de dibêjim de baş e heyra, bila vegan û vejeteryen zêde bibin belkî hinekî mîratê goşt erzan bibe û em dikaribin carê ji xwe re bikirin!

Heke hejmara wan zêde bibe û goşt erzan bibe, belkî em dikaribin wekî berê ji xwe re qeliyê jî çêbikin û vê helbesta xwe diyarî wan hevalên hêja dikim.

Hêviya me ma rehîm û rehman

Her wiha hevalên vegan

Ku bihêlin goşt bibe erzan

Bi taybetî ji bo kurdan

Ew bûye wekî zêran

Ne tê kirîn ne tê firotan

Lê bi tekoşîna van hevalan

Dê ew bibe Hekîmê Loqman

Ji bo feqîr û belengazan

Her bijî hevalê vegan

Ji bo vê berxwedana wan