25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Idlib ber bi şerekî nû ve diçe

Hêzên hikûmeta Şamê û hezên dewleta tirk sewqiyatên xwe ber bi gundewarên Idlibê ve didomînin. Li vir cihê xwe saz dikin ku dest bi şerekî nû bikin. Rûsya bi siyaseta xwe dixwaze axa Sûriyeyê biparêze. Ji ber vê helwestê jî niha siyaseta di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de xitimiye.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê yê Efrîn-Şehbayê Mihemed Reşîd, der barê rewşa Idlibê de nêrîna xwe vegot. Reşîd diyar kir ku Rûsya dixwaze hemû herêmên Sûriyeyê yên bialoz kontrol bike û got: “Rûsya xwe wekî wesiyetkarê yekane yê dewleta Sûriyeyê dibîne. Lewra em dibînin ku rewşa Idlibê nîşaneya şerekî nû ye. Di dema dawî de di navbera dewriyeya Rûsya û komên nenas de, li ser rêya M4 şer derket, hin erebeyên artêşa tirk a dagirker hatin hedefgirtin. Ev hemû nîşan didin ku herêm aloz û ne biewle ye. Rûsya hewl dide ku sûdê ji nakokiyên di navbera Tirkiye û welatên NATO’yê de, nemaze Yewnanistan û Fransayê de, bigire û Tirkiyeyê bikişîne nav rewşeke bêdawî ya bi welatên NATO’yê re. Rûsya dizane ku Tirkiye dewleteke sereke ye di NATO’yê de û hewl dide heta karibe sûdê ji vê yekê bigire da ku alozî di NATO’yê de çêbibe.”

Reşîd der barê amadekariyên şerekî mezin ê li Idlibê û siyaseta Rûsyayê de jî wiha got: “Têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê ber bi xetimandinekê ve diçin. Mudaxeleyên Tirkiyê yên li Iraq, Azerbeyan, Lîbya û herêmên din dihêle ku nakokî bi Rûsyayê re çêbibin. Têkiliyên di navbera her du aliyan de taktîkî ne û hema bêje gihaştine asta xetimandinê. Mudaxeleya Tirkiyeyê li Azerbeyanê ji bo Rûsyayê cihê şikê ye, ji ber Tirkiye hewl dide li herêmê aloziyê derxîne. Rûsya dixwaze bi çi berdêlî be berjewendiyên xwe li Sûriyeyê biparêze û hewl dide dewletê xurt bike. Rûsya hewl dide sûdê ji pirsgirêkên Tirkiyeyê yên hundirîn û derve bigire. Rûsya li ser werîs dilîze û Tirkiye di nav gelek krîzan de ye, bi taybetî di qada derve de. Têkildarî deryaya Spî nakokiyên di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de zêde bûn û lîreyê Tirkiyê ketiye, opozîsyona Tirkiyeyê amadekariyên daketina qadan dike. Derbeya Rûsya wê xurt be û dê destwerdana Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê kêm bike.”

Reşîd da zanîn ku helbet çareseriya siyasî daxwaza gelê Sûriyeyê ye û got: “Em jî wekî aliyekî sereke dibînin çareseriya leşkerî ne guncaw e, em çareseriya aştiyane ji bo hêzên demokratîk li Sûriyeyê guncaw dibînin. Armanca me diyar e ku li ser maseya diyalogan rûnin da ku bigihêjin çareseriyê. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê di bin sîwana Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de proje û bernameyên rawestandina herikîna xwînê û gihaştina çareseriyan hene. Em mudaxeleyên derve napejirînin lê em banga çareseriya Sûrî-Sûrî ya li gorî biryara Cinêv 2254 dikin. Komîteya destûrî divê hemû aliyên Sûriyeyê bigire nav xwe ku berovajî aliyên radîkal e yên Sûriyeyê ber bi xetimandinê ve dibin.”