Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Îfade û wate di siyê de ye

Hinar Daşgina peykersaz bi şêwazeke xweser, ji têlan peykeran çêdike û bi vê hunera xwe îfade û wateyê derdixe holê. Daşgin her wiha diyar dike ku ew hewl dide vê hunerê berbelav bike

Rohat Ararat

Dîroka peyker û peykersaziyê gelekî kevnar e. Belavbûna peyker û peykersaziyê di bingeha xwe de ji baweriyê tê. Di serdemên cuda yên dîrokê de mirovên ku bi tiştên baweriya xwe dianî, peyekerê wan ji amûrên wekî dar, kevir û heriyê çêdikir. Di serdema ronesansê de wekî wêne di peykersaziyê de jî şoreşek pêk tê. Bi taybetî Michelangelo bi peykerên xwe yên wekî “Dawid” û “Mûsa” deng vedide. Michelangelo bi berhemên xwe yên kûrwate ji bo hunermendên nû perwede bike dibe mamosteyek.  Her wiha Augusto Rodîn ku di navbera salên (1840-1917) de dijî, wekî pîrê peykersaziya nûjen tê nasîn. Rodîn, ne tenê bi hunera xwe ya bedew, di heman demê de hest û îfade jî li berhemên xwe bar kirine. “Zilamê Difikire” yek ji berhemên wî yên herî biwate û navdar e.

Hemû tiştên di xwezayê de ji bo hunerê amûr in. Ji keviran bigire heta daran, ji ax û heriyê heta şimayê, ji kaxizê heta hesin û hwd. bi saya hunermendên afirîner dibin berhem. Têl jî yek ji wan amûmaran e ku bi destê û hunermendan veduguhere berhema hunerî. Peykerên bi têlan an jî bi hesinan tên çêkirin, di nav beşa hunera nûjen de cihê xwe digirin. Bi destên hunermendan car caran sewal, car caran mirov û car caran jî berhemên cuda tên afirandin.

Hinar Daşgin yek ji wan kesan e ku bi têlan hunerê diafirîne. Di destpêkê de em hinekî serpêhatiya Hinarê vebêjin piştre derbasî serboriya hunera wê bibin. Hinar Daşgin ji navçeya Sariqamişa Qersê ye. Li Stenbolê mezin dibe. Mamoste ye û  ji sala 2011’an ve ye ji ber karê xwe li Amedê dijî. Daşgin ev 9 sal in wêneyan xêz dike. Destpêkê wekî hobî ji xwe re xêz kiriye. Di heman demê de li Amedê çûye qursa wêne ya ji aliyê wênesaz Xefûr Hisên ve dihat dayîn. Di sala 2012’an de jî ligel 9 hevalên xwe yên jin ku hemû jî şagirtên Xefûr Hisên in li Navenda Çand û Hunerê ya Cigerxwîn pêşangehekê vedikin. Pêşangeh ji tabloyên boyaxa zeytî pêk tên.

Bi berhemên xwe kêfxweş dibe

Daşgin, piştî ku mamosteyê wan Xefûr derdikeve derveyî welêt, di valahiyekê de dimîne. Bê biryar e, nizane çi bike. Li aliyekî din jî lêgerînên xwe didomîne. Piştî demekê peykersaz Seyvan Saediyan nas dike. Hunermend Saediyan peykerên ji hesin çêdike. Saediyan di sala 2017’an de qursên wêne û peykersaziyê dide destpêkirin. Daşgin jî li gel 7 şagirtên din dest bi qursê dike. Der barê qursên dîtiye de, Daşgin wiha dibêj e; “Me salekê qursa wêneyê pênûsa reş dît. Piştî salekê me dest bi qursa çêkirina peyker kir. Destpêkê fikreke min a çêkirina peyker tunebû. Lê dema min xwe ceriband kêfa min jê re hat û min berdewam kir. Dema ku min berhem afirandin gelekî kêfxweş bûm.”

Di peyker de wateyên kûr

Hinar Daşgin, bi vê xebatê qet qîma xwe nayne. Her di nav lêkolîneke xebat û hunereke xweser de ye. Dixwaze şêwazeke wê ya xweser hebe. Li ser wê lêgerîn, lêkolîn û encamê wiha dibêje: “Bala min her li ser hunereke xweser bû. Min dixwest hunereke cuda bi pêş bixim. Di encama lêkolînên xwe de ez rastî peykerên bi têlikan tên çikirin hatim. Ev xebat û huner bala min kişand. Herî zêde tiştê ku di peykerê bi têlan hatine çêkirin de bala min kişand; siya wan bû. Dibe ku tiştekî girîng xuya neke. Lê di peyker de gelek îfade û wateyên kûr hene. Li ser vê yekê min xwe ceriband.”

Çêkirina peykerê yekemîn

Daşgin ji me re qala destpêk û çîroka peykerê xwe yê yekemîn dike û van tiştan tîne ziman: “Karakterê min ê destpêkê Adem bû. Him min Adem afirand, him jî Adem min û hunera min afirandin. Bêguman aliyê xwe yê mîtolojîk jî heye ku bi wê bandorê min ew çê kir û navê Adem lê kir.  Mamosteya min jî eciband û ji min re got dewam bike.”

Piştî demeke kurt di sala 2018’an de mamosteya Daşgin diçe Siwêdê. Daşgin û hevaleke xwe ya şagirt, kargeriya mamosteya xwe dewr digirin. Piştî ku dibe xwedî kargerî hêj micid li ser karê xwe radiweste û dimeşîne.

Pêşangeh vekir

Têkildarî xebata xwe jî Daşgin van agahiyan bi me re parve dike: “Di destpêkê de modelên xwe li ser kaxiz xêz dikim. Lê bi rêbazeke karîkaturî. Piştre jî bi têlan wê modela xwe çêdikim. Heta niha li derdora 30 peyekerên ji têlan min çêkirine. Di hezîrana 2018’an de jî min li Amedê pêşangehek vekir. Eleqeyeke baş ji bo pêşengehê çêbû. Ji xwe ji peyker zêdetir siya peykeran bal dikişand. Jixwe ez jî bi siyê de îfade û wateyê li peykerên xwe bar dikim. Ji bo min a zehmet ev bû: Min ê çi çêbikira? Piştre çêkirina peyker ji bo min hêsan hat. Ku derfetên xwe jê re veqetînim di nav rojekê de dikarim modelek biafirînim.”

Li ser mîtolojiyê dixebite

Daşgin dibêje ew rast nehatiye ku li Kurdistanê kesên bi vê hunerê re mijûl dibin lê dibe ku hebin jî haya wê jê tune ye. Daşgina 3 salên dawî hunera peykersaziyê dike, heta niha 6 peykerên bi kilsê jî çêkirine. Lê herî zêde giraniya xwe dide ser peykerên bitêlan. Di berdewama sohbeta me de Daşgin wiha dibêje: “Dixwazim di hunera xwe de bibim pispor û bi profesyonelî bixebitim. Hin projeyên min li ser cerebeyên nû hene. Niha derdora min piştgiriyeke baş a manewî didin min. Dixwazim vê hunera xwe li her derê belav bikim û li her derê pêşangehan vebikim. Di pêşerojê de dixwazim kargeriya xwe mezintir bikim, hunera xwe pêşdetir bibim û şagirtan bi pêş bixim. Gelek kes çîroka vê hunerê û peykerên ku ez çêdikim meraq dikin. Heta niha min wekî modelên navdar; Frîda Kahlo, Salvador Dalî, Jina Guhar Mercan, Monalîza û niha jî Charlie Chaplîn çêkirine. Niha jî li ser motîfên di zarokatiya me de dixebitim. Her wiha li ser mîtolojiya kurdan û hin fîgurên wekî Şahmeran, Melekê Tawis û hwd..”