24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD: Di 10 mehan de li herêmê 30 jin hatin qetilkirin

Komeleyan Mafên Mirovan (ÎHD) Rapora xwe ya tundiya li ser jine tê kirin bi çapameniyê re parvekirin. Cîgira hevserokên giştî ya ÎHD’ê  Rahşan Bataray Saman anî ziman ku bi vesileya 25 Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, tundiya li ser jinan a li bakurên Kurdistan pêk tê kirine rapor. ÎHD’ê rapora 10 mehên ewil ên 2021’an a tundî û kuştina li djî jinan parve kir.  Cihgirta Şaxa ÎHD’ê Amedê Ezgî Sila Demîr daxuyanî xwend û wiha got: “Di dîrokê de her tim li dijî jinan dijminantî hatiye kirin. Lê di demên dawî de tundiya li ser jinan zêdetir bûye. Lê em zanin ku êv ne çarenûsa meye. Dîroka tekoşina jinê ne nû ye. Lê mixabin li cihanê tundiya li ser jin didome. Li Rojhilata Navîn a ku şer bi dijwarî didome de jin û zarok hê zêdetir rastê tundîyê tên. Bi taybetî li bakurê Kurdistanê tacîz tecawiz û fihûş bi destê leşker û polîsan tê kirin. Vê yekê rewa didin nîşan û dikin ji rêzê. Dikin mina pergalekê.”

Ezgî Sila li ser tundiya bi destê leşkeran tê kirin jî rawestiya û wiha domand: “Ev tundîya jinan ji di salan 90’î bi destê leşkeran pêk hat. Fermandarê Cendirmeyan Musa Çitil û gelek kesên din, salên 2020’î de ji bi navê Musa Orhan û yên wekî wî berdewam kir. Lê li şûna ev polîs û leşker bêne cezakirin, ew bi bê cêzatiyê xelat dikin.”

Ezgî Sila bal kişand Peymana Stenbolê û wiha axivî: “Piştî Peymana Stenbolê hate fesh kirin, li bakûrê Kurdistanê ji ber tundiya di nava malbatê de 10 jin, tundiya di qada civakî de 6 jin hatin kuştin. Pişti Peymana Stenbolê gelek jin bi guman hatin kuştin. 19 arasteyî întîharê hatin kirin. 7 jin jî ji ber tundiyê xwestin întîhar bikin. Li Bakurê Kurdistanê 30 jin hatin qetilkirin. 37 jin jî bi guman kuştî hatin dîtin.”

Di dawiya daxuyaniyê de li ser navê komisyona jinan a ÎHD’ê Derya Yildirim anî ziman ku pêwiste dewlet rê li pêş tundiya li ser jinan bigire. Divê dewlet wekheviya zayenda civakî li her derê têxe meriyetê. Ji bo ku newekheviya zayendiya civakî ji holê rabe, divê dewlet polîtîkayan pêş bixe.”