spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD: Girtiyê nexweş Çakal serbest berdin

Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, bang li rayedarên dewletê kir û xwest girtiyê nexweş Ahmet Çakar serbest berdin.

ÎHD’ê li pêş Sumerbang a berê daxuyanî da. Endam û rêveberên ÎHD’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Endam û rêveberan, “Bêdeng nebe girtiyen nexweş dimirin” û “Bêdeng nebe û nebe hevparê sûc dimirin” vekirin. Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek bal kişand ser rewşa Ahmet Çakar ê 68 salî ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Şakranê girtî ye û wiha got: “Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan tevî temenê mezin û nexweşiyên xwe nayê berdan. Di lîsteya girtiyê nexweş a îHD’ê de Ahmet Çakal jî heye. Çakal 68 salî ye û 27 sal in girtî ye. Çakal niha li Girtîgeha Tîpa T ya Hêjmar 2 a Şakranê girtî ye. Nexweşiya şekir û pençeşêrê pê re heye. Dîsa nexweşiyên kezebê û prostat pê re heye. Di 25’ê gulanê de sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha  Katîp Çelelî ya Îzmirê kirin. Li nexweşxaneyê teşhîsa pençeşêrê danîn.”

Çiçek, da zanîn ku Ahmet Çakal nexweşiyên wî zêde bûne û xwest nexweşiyên wî jî li ber çavan bê girtin û serbest bê berdan. Çîçek, bilêv kir ku êdî verişîn, bêhalî, bêtevgerî her ku diçe zêde dibe û dest bi pêvajoya Kemoterapiyê kiriye.

Çiçek, bi bîr xist ku Ahmet Çakal bi vê nexweşiyê li girtîgehê bimîne dê rewşa wî xerabtir û girantir bibe û xwest demek berî demekê Çakal serbest bê berdan. Çiçek, ji Ahmet Çakal re azadî xwest.