spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD: Girtiyê nexweş Ozkan serbest berdin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 479’an de dîsa ji ber şewba COVÎT-19 çalakiya “Rûniştina F” li ser medya înternetê berdewam kirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê 83 salî û nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku li Girtigeha Tîpa D a Amedê gîrtî ye.

Endama Komisyonê Meral Nergis Şahin anî ziman ku Mehmet Emîn Ozkan 83 salî ye û gelek nexweşî pêre hene. Şahîn da zanîn ku girtiyên nexweş di bin şertên pandemiyê de ji bo jiyana xwe bidomînin têdikoşin û wiha got: “Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan 25 sal in girtî ye. Heta niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye. Nexweşiyên dil, tansiyon, guatr, hestî, gurçik, rovî û gelek nexweyiyên din pêre hene. Êdî tişt nayên bîra wî. Gelek nexweşiyên din pêre hene. Di sala 2015’an de Lijneya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargilê anî ziman ku ji sedî 87 astengdar e û rapora ‘Nikare li girtîgehê bê girtin’ da. Tevî vê raporê Ozkan îro dîsa girtî ye. Daxwaza taloqkirina înfazê red dikin.”

Şahîn bertek nîşanî dermankirina bi kelepçe da û xwest her kes ji bo berdana Ozkan hestiyar tev bigere. Şahîn xwest demildest Ozkan bê berdan.