spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD: Hezar û 605 girtiyên nexweş hene

Li girtîgehan girtiyên nexweş ji ber ku nayên dermankirin û serbest nayên berdan yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Li gorî rapora wezareta edaletê ku ji bo budçeyê şand meclisê, li Tirkiyeyê 355 girtîgeh û 282 hezar û 703 girtî hene. Li gorî dane û raporên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) 604 jê giran bi giştî Hezar û 605 girtiyên nexweş li van girtîgehan in.

Girtiyên nexweş gelek nexweşî bi wan re hene û ji ber di nav şertên giran de dimînin û nayên dermankirin, ji ber vîrûsa ku belav bûye nikarin biçin nexweşxaneyan û bên dermankirin. Dîsa girtiyên nexweş ji aliyê darazê ve weke ‘dijmin’ an jî ‘ji bo civakê kesên bi zerar e’ tên pênasekirin. Daraz bi hinceta girtiyên nexweş ‘Ewlehiya civakê dixin talûkeyê’ bernade.

Ji ber van şertên giran ên li girtîgehan di 11 mehên sala 2020’an de 21 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî di 11’ê mijdarê de girtiyê nexweş Sitki Berktaş jiyana xwe ji dest da. Berktaş li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê girtî bû û ji ber xwîn ji mîdeya wî tê ew radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Edîrneyê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.

‘Mînaka têkoşînê’

Berktaş 28 sal bûn girtî bû û cenazeyê wî li navçeya Çermiktî ya Meletiyê hat definkirin. Malbat, parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Kemal Bulbul, Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek kes tev li merasîma cenazeyê Berktaş bûn. Di merasîma cenazeyê parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul destnîşan kir ku jiyana Berktaş mînakeke mezin a têkoşînê ye.

Li aliyê din, Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Adbulhamît Gul, tev li hevdîtinên budçeya sala 2021’î bû û pirsên parlamenterên muxalefetê yên der barê wezareta xwe de bersivandin. Parlamenterên HDP’ê li vir rewşa girtiyên nexweş anîn rojevê û der barê rewşa girtiyên nexweş û girtîgehan de pirs ji wezîr Abdulhamît Gul kirin. Gul, pirsên parlamenteran ên di vê der barê de bêbersiv hişt.