24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD: Name û rojnameyên kurdî nadin girtiyan

Şaxa Komelêya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, rapora der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Amed û Xarpêtê amade kiriye bi daxuyaniya çapameniyê parve kir.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun beriya rapor bê xwendin axivî û ani ziman ku mafên girtiyan bi hinceta Covîd 19’ê tê sînorkirin û wiha got: “Îqtîdarên berê jî û yên niha jî pirsgirêkên girtîgehan vedişêrin. Me di qanûna înfazê û efoya qismî de dit ku di navbera girtiyan de cudakarî didome.”

Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz jî rapora der barê rewşa girtîgehan de parve kir û wiha got: “Girtî li girtîgehan li şûna 90 deqîqeyan tenê dikarin 45 daqîqeyan malbatên xwe bibînin. Li gorî qanûnan mafê girtiyan saet û nîvek heye ku bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Hewceyê ku girtî bi malbatên xwe re her hafteyê karibin hevdîtinê bikin. Lê mehê tenê 2 caran tenê 2 naskiriyên xwe dibînin.”

Pênûsê ku nanivîsin difiroşin girtiyan

Yilmaz, di raporê de bal kişand ser astengiya mafên girtiyan ên civakî û wiha lê zêde kir: “Girtî nikarin bi hevalên din re bêne cem hev. Girtî nikarin ji mafê xwe yê wersîşê sûdê bigirin. Girtî tenê mehê carekê dikarin ji mafê xwe yê wersîşê sûdê bigirin. Rayedarên girtîgehê gelek caran li ser hev li kawîşan lêgerîn dikin û dest datînin ser alavên taybet ên girtiyan. Girtiyên ku divê bêne berdan, bi hinceta çavdêriya girtîgehê cezayê wan tê dirêjkirin. Dîsa mafê girtiyan ên pirtûk, rojnameyan têne sînorkirin. Xwarina bê qalîde didin girtiyan. Mafê girtiyên ên civakî têne astengkirin. Mafên girtiyan ên traşê tê astengkirin. Girtiyên ku ji fikrên cuda girtî, li heman koorîdorê bi cih dikin. Girtî nameyan dişînin, lê nameyên wan diçin an naçin nayên agahdarkirin. Girtî dema der barê girtiyekî din de agahî dinivîsin, bi hinceta giştinameya Wezareta Dadê namayê naşînin derve. Bi hinceta giştînameyê telefona girtiyan guhdar dikin. Mafê girtiyan ên tedawiyê tê asteng kirin an jî dereng tê kirin. Malzemeyên ji kantînê têne firotin bê qalîte ne. Pênûsê ku nanivîsin difiroşin girtiyan. Di nava 24 saetan de tenê 3-4 saetan ava germ didin girtiyan Mafêngirtiyan ên  werzîş û tenduristiyê qedexe dikin. Nexweşên giran naşînin nexweşxaneyan. Pêdiviyên girtiyan ên li qantînê têne firotin buha û bê qalîde ye. Pedên hijyenik edî difroşin. Alavên girtiyan ên li emanetxaneyê an nadin an jî dereng didin girtiyan. Dema xizmên girtiyan tên serdanê di lêgerînek zirav re derbas dibin. Destûr nadin xizmê girtiyekî silav bide girtiyekî din. Li girtîgeha Jinan a Amedê ji 2 mehan carekê pirtûkan didin û destûrê nadin weşanên kurdî. Li heman girtîgehê mafê girtiyan ên telefonê tê sînorkirin. Dema girtî daxwazname didin dozgeriyê, daxwazname ji aliyê rayedarên girtîgehê ve tê xwendin. Rayedarên girtîgehê dema nerînek li dijî xwe dibînin, lêpirsînê li girtiyan vedikin û cezayê dîsîplînê didin girtiyan. Mafê girtiyên ên xwarin û vexwarinê têne astengkirin û sînorkirin. Girtî ji bo pirsgirêkên xwe çareser bikin nikarin bi rêveberiyê re têkevin têkiliyê. Dema li qawîşan lêgerîn dikin, wekî serdegirtinê lêgerîn dikin. Girtiya 65 salî Z.T. bi pençeşêra kolon û şekir e. Tedawiya kemoterabî dibîne. Nikare bi tenê bijî. Lê ji ber li derve deng zêde ye nikare razê. Girtiya 51 salî E.A. ye. Li nexweşxaneya sînîr û ruh a Bakirkoyê heta niha 6 caran tedawî bûye. Ji ber dengê zêde nikare razê. Li girtîgeha zarokan jî girtî nikarin ji mafê hevdîtina hevpar û vekirî sûdê bigirin. Nikarin ji mafê xweyê civakî sûdê bigirin. Li girtîgeha Xarpêtê jî girtiyan tevî kelepçeyan dişînin revîrê. Dest datînin ser pirtûkan. Gartiyan di lêgerînê de neheqiyê li girtiyan dikin. Mafê girtiyan ên sewqa girtîgehan bi awayekî keyfî tê redkirin. Malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan. Girtî hêj nikarin hevditina vekerî bikin. Girtî tenê dikarin 15-20 deqeyan hevditina girtî pêk bînin. Rojnameyên Yenî Yaşam û rojnameya kurdî nadin girtiyan. Nameyên kurdî nadin girtiyan. Rojnameyên herêmî û kovaran nadin girtiyan. Dema girtî name û faksan dişînin derve ji sedî 200 zem zêde kirine.”

Pêşniyarên çareseriyê parve kirin

ÎHD’ê di raporê de piştî tespîtkirina binpêkirina mafên girtiyan ji bo çareseriyê peşniyar parve kir. Yilmaz, pêşniyarên ÎHD’ê yên ji bo mafê girtiyan wiha rêz kir: “Hewceye ku şert û mercên  kanûna înfazê li gorî pîvanên navneteweyî bin. Divê li Tirkiyeyê jî hemû girtî ji vê kanûnê sûdê bigirin. Li gorî peymana neteweyî ‘protokola bijartî’ îşkencê û zextên zalim, muamelêyên dijmirovî bi mekanîzmeyeke xweser were venêrtin.

Nexweşên li girtîgehan bişînin nexweşxaneyan û dema ku têne dermankirin ‘destê wan bi ranzeyan ve neyê kelepçekirin’, ‘Nerîna dev’ bê qedexekirin û nexweşên giran bêne berdan.

Tecrîd û îzolasyona li ser girtigehan bê rakirin û astengiyên li pêş çalakiyên civakî û  çandî ên bi hinceta “Covîd-19” bêne rakirin. Bi taybetî divê mafê girtiyan ên weşanên kurdî bê parastin.

Girtiyên ku ji  malbetên xwe dûr in li gorî ‘Erka rêzdariya mafê malbatê” tê binpêkirin. Ji ber vê yekê divê girtî li girtîgehên nêzî malbatan bêne girtin.

Divê di çarçoveya mafê agahdarkirinê de mafê girtiyan ên pirtûk, rojname û nameyan bê dayîn. Qedexekirina nûçe û kovaran binpêkirina çandî ye.