24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD’ê rapora girtîgehan a 2020’î aşkera kir

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Rapora Binpêkirina Mafan a Girtîgehan a Sala 2020’an bi civîneke çapemeniyê aşkera kir. Di civînê de hevserokê giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan axivî û hurgiliyên raporê parve kirin.

Turkdogan diyar kir ku di sala 2020’an de 266 girtiyan name ji wan re şandine û 54 serlêdanên cuda wergirtine. Turkdogan destnîşan kir ku tevahiya salê di mijarên cuda de hezar û 182 girtiyan ji bo binpêkirinên mafan ên di encama îşkence, kiryarên xirab û rûmetşikandinê de serî li wan dane û têkildarî serlêdanan bi Wezareta Edaletê û Sazya Venerîniya Cemaweriyê re hevdîtinan dikin.

Girtiyên nexweş ên rewşa wan dijwar

Turkdogan têkildarî rewşa girtiyên nexweş axivî û diyar kir ku hejmara girtiyên nexweş ên komeleya wan tespît kiriye 604 kes ji wan dijwar bi tevahî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. 

Girtîgehên zarokan

Turkdogan destnîşan kir ku bi tevahî temenê wan di navbera 12 û 18’î de 497 zarokên hukumxwar û hezar û 118 zarokên girtî hene. Her wiha temenê wan di nabera 0 û 6’î de 600-650 zarok bi dêyên xwe re di girtîgehan de ne. Turkdogan diyar ku divê girtîgehên zarokan bên girtin.

Binpêkirinên mafan

Turkdogan anî ziman ku şîdet, heqret û kiryarên xirab li girtiyan tên kirin, tedaviya wan dereng tê kirin û mafê ragihandin û bidestxistina agahiyan tê astengkirin. Turkdogan diyar kir ku hema bêje hemû tişt dibin amûrên îşkenceyê, ji ber vê ew derfetên ku hejmara ‘girtiyên îşkence li wan hatiye kirin’ bidin tune ye û diyar ku ew dikarin bêjin bi qasî hejmara girtiyan îşkence hatiye kirin. 

Lêgerîna tazî

Turkdogan destnîşan kir ku di navbera 2010-2019’an de 241 kesan bi sedema lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin, serî li TÎHV’ê dane.  

Tecrîd

Turkdogan anî ziman ku li girtîgehan bi awayên cur bi cir tecrîd didome û di serî de li Îmraliyê demeke dirêj e li gelek girtîgehan tecrîda dijwar û îzolasyon wek rêbazeke cezakirinê tê bikaranîn.

Çareserî guherîna bengehîn e

Di raporê de hat diyarkirin ku çareseriya vê krîzê bi guherînên bingehîn pêkan e û herî dawî wiha hat gotin: “Ev guherîn jî divê li gorî hevpeymanên navneteweyî, Biryarên 43’emîn ên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), nirxên mafên mirovan ên gerdûnî bin.” 