25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

29 sal in kujerên Rojnameger Huseyîn Denîz serbest in

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 29 sal berê nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin Huseyîn Denîz qetil kirin. Tevî ku 29 sal bi ser qetilkirina Denîz re derbas bû jî lê hêj dewletê kujerên wî dernexistiye holê.

Denîz dema ji mala xwe diçû buroya rojnameyê di 9’ê tebaxa 1992’an de hat gulebarankirin û wî bi giranî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Denîz di roja 10’ê tebaxê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û tevli karwanê cangoriyên çapemeniya azad bû.

Huseyîn denîz kî ye?

Huseyîn Denîz di sala 1956’an de li gundê Sitîlîlê ya bi ser navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tê dine. Piştî sala 1975’an li navçeya Siwêreg a Rihayê û li Nisêbînê mamostetiyê dike. Di darbeya 12’ê Îlonê de tê girtin û 5 sal û nîv li Zîndana Amedê tê ragirtin. Denîz li zîndanê dest bi xebatên ziman û folklora kurdî dike û li derve didomîne. Pirtûka “Gotinên Pêşiyên Kurdan” a Denîz di sala 1991’an de hat weşandin. Ew zewicî û bavê 4 zarokan bû. Endamê Yekîtiya Nivîskaran a Navnetewî ya PEN’ê bû. Denîz di rojnameyên Yenî Ulke, Cumhuriyet, 2000’e Dogru, Welat û gelek rojnameyan de nivîs nivîsandin. Piştî rojnameya Ozgur Gundemê dest bi weşana xwe kir li navçeya Serêkaniyê dest bi nûçegihaniya rojnameyê dike û di kuncikê forumê de nivîsan dinivîsine.

Zane û rewşenbîrê kurd Apê Musa xalê Huseyîn Denîz e. Ji heman gundî ne. Bi hev re li rojnameyê dixebitin