spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îlhama têkoşînê ji hev digirin

Di dîrokê de li gelek deverên cîhanê çîrok û bûyerên li ser berxwedana jinan her çiqas ku hatin binaxkirin jî yên tim bûne wek destanekê jî hene. Ji çîroka jinên wek Rindêxan, Jeanne d’Arc, Fatareş heta serîhildana Leyla Xalîd, Leyla Qasim, Besê, Zîlan û xwişkên Mîrabelê jinan xeteke berxwedanê ava kir. Di encama berxwedana jinan de, roja ku Xwişkên Mîrabelê hatin qetilkirin, 25’ê Mijdarê ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve wekî ‘Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundiya Li Ser Jinan’ hat îlankirin. Helbet bi jinên li her deverên cîhanê tenê ne di vê rojê de her dem li hemberî hişmendiya mêrsalar li ber xwe dan û hê jî li Rojava, Afganistan, Amerîkaya Başûr û li gelek deverên cîhanê li ber xwe didin. Der barê tundî û berxwedana jinan de em bi Parêzer Berfîn Polat a ku di Lijneya Komeleya Rosayê de kar û xebatên xwe didomîne re axivîn.

Gelo tu dikarî behsa xebatên Rosayê yên li hemberî tundiyê bikî. Rosa çi wextî û li ser kîjan armancê hat damezirandin?

Wek hûn jî dizanin komeleya me piştî pêvajoya OHAL’ê hat damezirandin. Ji ber ku di wê pêvajoyê de hemû saziyên sivîl û saziyên şaredariyan ên li hemberî tundiya jinan li ber xwe didan, tev hatibûn girtin. Gelek qadên saziyên sivîl hatibûn girtin û qedexekirin. Li ser vê yekê jî pileya tundiyê bi taybetî li Kurdistanê her diçû bilindtir dibû, polîtikayên çewisandin û tunehesibandinê zêdetir dibû. Em jî li hemberî vê yekê ketin nav liv û tevgerekê û me Komeleya Rosayê vekir. Armanca me sekna li hemberî van polîtîkayên dewletê yên ku jinan tune dihesiband bû. Bi damezirandinê re ji Amed û derdora wê gelek jinên ku rastî tundî û neheqiyan dihatin, serî li komeleya me dixistin. Ya rastî armanca damezirandina Rosayê di serî de ne ev yek bû. Lê me dît ku gelek kesan serî li komeleyê xistin me serî li hin saziyên jinan ên ji bo jinan li ber xwe didan xist û me bi hevdû re dest bi kar û xebatên xwe kir. Ev jî wek tora li hemberî tundiyê hat avakirin.

Bi giştî jinên ku heta niha serî li komeleyê dixin, bi kîjan sedeman serî lê dixin? Piştî serîlêdanan pêvajoya hiqûqî çawa dişopînin?

Sedemên serlêdanan piralî ne bi giştî. Gelek caran ew pêvajoyê hiqûqî tenê ji bo hin bûyeran em dişopînin. Her serlêdan jî ne bûyerên hiqûqî ne. Hin jin hene dixwazin desteka psîkolojîk bigirin, hin jin hene her çiqas ku rastî tundiyeke dijwar tên jî naxwazin pêvajoya hiqûqî dest pê bike. Naxwazin bi vê pêvajoyê re eleqedar bibin. Yanî em bi giştî li gorî daxwaz û xwestekên wan tevdigerin. Şopandina her serlêdana hiqûqî em nakin. Jinên ku rastî tundiyê tên em saziyên peywendîdar agahdar dikin û têkilî bi wan re datînin. Em hewl didin ku wan jî tev li van xebatan bikin. Tenê di rewşên awarte de em alîkariya hiqûqî didin. Ji bo zagona hejmara 6284 têkeve meriyetê em têdikoşin.

Li Amedê we li dijî tundiya li ser jinan raporek amade kiriye?

Em bi Tora Têkoşîna Tundiyê re dixebitin û raporên xwe jî bi wan re amade dikin. Saziyên wek SES, ÎHD, Baroya Amedê jî hevkarên me ne. Îsal em ê rapora xwe ya çaremîn biweşînin. Em di raporên xwe de tundiya dewletê jî bi awayeke berfireh teşhîr dikin û raporên me li ser înternetê jî tên weşandin.

Gelo em dikarin bêjin piştî Peymana Stenbolê bûyerên tundiyê zêde bûn?

Em rojane rastî çîrokên jinên ku hatine qetilkirin tên. Kiryarên heyî têrî têkoşîna li dijî tundiya jinan nake. Jin rojane ji hêla hevjîn, bav û birayên xwe ve tên qetilkirin. Piştî ku Peymana Stenbolê hat fesixkirin, di meha adarê de 19 jê biguman bi giştî 47, di meha nîsanê de 14 jê biguman 30, di meha gulanê de 20 jê biguman 37 , di meha hezîranê de 20 jê biguman 38, di meha tîrmehê de 12 jê biguman 32, di meha tebaxê de 21 jê biguman 52, di meha îlonê de 19 jê biguman bi giştî 45 jin hatin qetilkirin. Bêguman wexta ku mirov li van daneyan dinêre dikare bêje ku piştî peyman hat betalkirin hejmara jinên ku hatine qetilkirin zêde bûn. Her wiha ji ber ku jin baweriya xwe bi saziyên dewletê yên peywendîdar re naynin, di bûyêran de gilî nakin û serlêdanê nakin. Dewlet bi van polîtîkayên xwe jinan rast e rast bi qirkirinê re rû bi rû hiştiye.

Li Tirkiye û Kurdistanê jinên ku serî li saziyên dewletê nadin gelo berê xwe dan saziyên jinan yan na?

Jiholêrakirina Peymanê Stenbolê û pandemî di demên nêz de pêk hatin. Jin li malê bûn û ji ber metirsiya vîrûsê li dijî tundiyê gilî kirin jî li gorî demên berê hindiktir bûn. Bi pandemiyê re tundiya li ser jinan jî zêdetir bû. Her wiha rayedarên dewletê jî metirsî di nav jinan de belav kir. Ji aliyekî ve bi bandora şewba koronayê re jin di malan de bi tundiyê re rû bi rû man, ji aliyê din ve jî betalkirina Peymana Stenbolê tundî her çû zêdetir bû. Dewletê jî rewşa koronayê ji xwe re wek hincetê bi kar anî û hem saziyên jinan bêwate kirin hem jî peymana Stenbolê betal kir. Niha hatiye asteke wisa ku tu kes nikare peyva Peymana Stenbolê jî bi lêv bike. Yên ku qala peymanê dikin wekî sûcdar pênase dikin. Helbet ev atmosfer jî dike ku jin paş de gav biavêjin û jinên rastî tacîz û tecawizê tên jî bi tu awayî nebin gilîker. Jixwe li erdnîgariya em li dijîn, ji mahrumiyetê heta namûs, şermkirin, malbat, fikarên aboriyê û hwd. têra xwe kirin ku jin bi tundiyê re rû bi rû bimînin. Bi vê helwestê hewl didin ku ser vê tundiyê were girtin. Her çiqasî êrîş bi dijwarî tên meşandin jî li hemberî vê çandeke berxwedanê jî hatiye avakirin. Jin û saziyên jinan bi hevdû re li ber xwe didin, ev yek jî helbet mirov kêfxweştir dike. Lê hewceye ku mijarên wekî namûs, şermkirin û hwd. civak rast were serwextkirin. Ji ber vê çewtiyê bi dehan jin tên qetilkirin.

Ji bilî tundiya fîzîkî tu dikarî qala tundiya psîkolojîk bikî?

Tundî çewisandin û tunehesibandina bi awayê fîzîkî, psîkolojîk, aborî û zayendî ye. Di van aliyan de zilmeke mezin li jinan tê kirin . Yanî azadiya jinan bi awayekî keyfî ji destên wan tê derxistin. Ji qadên cemaweriyê heta yên taybet jin bi her awayî bi awayekî keyfî tune tên hesibandin. Yanî bi giştî liv û tevgerên ku jinan tunedihesibînin tev em wek tundiyê pênase dikin. Tundî tenê bi awayekî fîzîkî pêk nayê, bi awayê zayendî, aborî, psîkolojîk û ji gelek aliyan ve pêk tê. Tundiya zayendî bi giştî xwedî armanceke ku jinan kontrol bike, biçûk bixe, kêm bibîne û wan ceza bike. Bi rê û rêbazên têkiliya zayendî hişmendiya serdest dixwaze jinan demoralîze bike, bêîrade bihêle û nahêle jin ji xwe bawer bikin. Mixabin îro bi hezaran jin bi vî awayî di nav malê de li ser navê zewacê rastî van cureyên tundiyê tên. Bi taybetî jinên zewacandî ji aliyê mêr ve rastî van bûyeran tê lê ev çewisandin wek tundiya nayê dîtin û ser vê yekê jî tê girtin, an jî nizanin ku ev tundî ye. Wek peywireke zewacê dihesibînin. Tundiya zayendî ligel tacîz, tecawizê, bi zorê ketine têkiliya zayendî jî tundî ye. Gelek jin jî ji aliyê bav, dergistî, bira û hwd. ve rastî vê tundiya psîkolojîk, aborî jî tên, lê serî li tu deverê nadin. Ew jî bi heman awayî wek tundiyê nabînin. Tundiya zayendî tundiya ku herî zêde li ser jinan tê ferzkirine lê ev yek ji ber gelek sedeman tê veşartin û jin bêdeng dimînin. Yanî gelek cureyên tundiya zayendî û psîkolojîk hene. Yek ji vê mînakê jî dosyeya Îpek Er e. Li hemberî vê yekê jî hewceye saziyên jinan dest bi xebatên ku jinan agahdar bikin, ji bo jinên zewacandî jî hewceye atolye werin çêkirin û em jinan di van mijaran de agahdar bikin. Yanî hewceye em tundiya zayendî jî wekî ya fîzîkî û psîkolojîk bibînin û jinan di van mijaran de agahdar û hişyar bikin.

Gelo li Kurdistanê polîtîkayên li ser jinan ên tundiyê çi ne, li ser wan çi tê ferzkirin?
Jiyîna jinan a li vî welatî bi serê xwe pir zor û zahmet e. Ligel nasnameya jinan dema nasnemeya kurdbûnê jî lê zûde dibe wê demê tundî hêj zêdetir dibe û rewş girantir dibe. Me ev yek di mînaka Îpek Er, Gulistan Doku de jî dît ku ji aliyên kesên bi unîforme, personel, peywirdar û çawişên pispor ve rastî tecawiz û qetilkirinê tên. Li hemberî jinên kurd ên ciwan bi navê ‘têkiliyên hestiyarî’ jin tên tacîz û tecawizkirin, tên bêîradekirin û qetilkirin. Lê ev kes ji ber ku endamên dewleta tirk in bi her awayî tên parastin û nayên darizandin, bêceza dimînin.

Ligel vê yekê jî jinên kurd ên ku ji bo wekhevî û azadiya jinan li ber xwe didan ên wek Ayşe Gokkan û bi dehan jinên din îro tên binçavkirn û girtin, Îradeya wan tê xespkirin. Jixwe di dema OHAL’ê de jî dîsa dewletê êrîşî pergala hevserokatiyê kir bi qeyûman ev temsiliyeta wekheviyê ji holê rakir. Van qeyûman jî di qevza xwe ya yekem de saziyên jinan ji holê rakirin, girtin. Dema tu wekî jinekî li ber xwe bidî divê ku gelek kes li kêleka mirov li ber xwe bidin, lê dema tu wek jineke kurd li ber xwe didî ew kesên berê ligel te bûn, êdî dibin dijberê te. Tundiyeke ku tenê ne li ser zayendê, li ser ziman û nîjadî jî pêk tê, yanî tim hêrsek û acizbûyînek heye. Di dema rewşa awarte de di serî de sazî û dezgehên jinan, atolyeyên jinan hatin girtin. Yanî bi kurtasî şerekî taybet li ser jinên li Kurdistanê pêk tê. Bi taybetî jî hewceye em ji bo jinên ciwan li Kurdistanê kar û xebatên girîng bikin û em ji bo vê yekê niha li ber xwe didin.

Berxwedana jinan a li qada navneteweyî bi çi rengî didome?

Li qada navneteweyî berxwedana jinan hem di dema pandemiyê de, hem di demên qeyranên aboriyê de hem jî di nav şert mercên şer de berdewam kir. Mînake herî nêzî me jî mînaka Afganistanê bû ku jinên afganî li hemberî Talîbanê li ber xwe dan. Li gelek deverên cîhanê jin îro li hemberî hişmendiya serdest êdî li ser piyan e. Cihekî wekî Afganistanê jin dizanin ku dê werin kuştin jî lê dîsa ji bo mafên xwe biparêzin derketin qadan. Pêşengtiya herî bi nav û deng jî pêşengtiya jinên kurd e ku îro hê jî di nav şer de ne û li ber xwe didin. Li hemberî polîtikayên tunehesibandinê tacîz û tecawizê, jin li qadan in. Li her deverên cîhanê jin îro ji hevdû îlhama berxwedan û serîhildanê digirin. Jin dema ku bi hêztir dibin û li ber xwe didin, êrîşên li hemberî wan jî zêdetir dibin. Ji ber ku hişmendiya serdest tehemulî jinên bihêz nake. Li dijî êrîşa ku li kûçe, mal, tax, gund û bajaran de pêk tê jin bi rêxistinbûyîna xwe êdî dibin bersiv. Jin li her parçeyekî êdî ji hevdû hêzê digirin. Dema çirûskeke berxwedanê li welatekî dest pê bike li gelek deverên cîhanê ev yek dibe mînak û jin ji hev hêzê digirin. Wekî mînaka Xwîşkên Mîrabelê.

Perfîn Polat Kî ye?

Di sala 1996’an de li Licê ya Amedê hatiye dinyayê. Di sala 2013’an de li Zanîngeha Çukurovayê dest bi beşa hiqûqê dike. Dawiyê vedigere Amedê û li vir stajyeriyê dike û di sala 2017’an de mezun dibe. Piştre jî li Baroya Amedê dest bi parêzeriyê dike. Di komeleya Rosayê de jî wekî endama lijneya rêveberiyê cih digire. Bi heman awayî parêzera OHD’yê ye. Hê jî xebatên xwe bênavber didomîne.