Monday, September 20, 2021

Împaratoriya Medan

Kurdên bi jiyana xwe ya çiyayî têne nasîn. Navenda jiyana wan jî herêma çiyayên Zagrosan in. Ev herêm di dîrokê de bi navên Amadîa, Madîa, Mada, Mata, Manîa û Med hatiye nasîn.Piştî têkçûna Qasîdan wekî şaristaniyeke biçûk hebûna xwe berdewam kiriye. Di heman demî de êrîşên Asûran jî berdewam dikin. Eşîrên kurdan dibînin ku tena serê xwe nikarin li dijî wan êrîşan li berxwe bidin û xwe biparêzin. Lewre kurdên li Medya di bin rêveberiya Diyako (B.Z. 727-675) de konfederasyona Medya avakirine. Dûre gelek eşîrên kurd û civakên din jî tevlê vê konfederasyonê dibin.

Ji ber êrîşên Asûran eşîr û qraltiyên kurd û civakên derûdor xwe dispêrin Medyayê. Bi tevlêbûna gelek eşîr û civakên din Medyaya biçûk di demek kin de mezin dibe. Mirov dikare Medya weke konfederasyona gelan pênase bike. Di dema Qral Phraotes(piraxort) (B.Z.674-653) Medya dibe reqîbê herî mezin ê Asûran.

Paytextê wan Ekbatana ye. Navendek dîrokî, siyasî û çandî ya kurd e. Îro jê re Hemedan tê gotin.Ala wan ji rengên kesk, sor û spî pêk tê. Li ser sûretê şêr, roj û taca qraltiyê heye.Qralên wan ên navê wan tê zanîn wiha ne: Diyako (B.Z. 727-675), Phraotes (piraxort) (764-653), Keyaksar ê Mezin (B.Z. 624-585), Astyages (B.Z. 584-549)

Konfederasyona gelan Serkeftina xwe ya herî mezin li hemberî Asûran bi dest dixe. Di bin pêşengiya Medan de hemû civakên Kurdistanî û Mezopatamyayê dibin yek û êrîş dibin ser Asûran.Êdî ji parastinê zêdetir êrîş dikin. Ji ber ku gelên Semîtîk jî ji qralên Asûran aciz bûne alîkariya Medan dikin.Di pêşengiya Keyaksarê Mezin de berî zayînê di 612’an de Asûrê têk dibin û paytext Nînovayê digirin û dawî li Împaratoriya Asûran tînin. Asûriyên ku zêdeyî hezar û pênsed salan li ser piyan mabûn ji hêla konfederasyona gelan ve ji holê tê rakirin.

Bi têkçûna Asûran re serdemek nû dest pê dike. Medan di aliyê rojhilat de Îran, Afganîstan, Belûcîstan û Horasan girtin. Di aliyê Bakur de Azerbêcan û Ermenîstan, di aliyê rojava de Iraqê girtin.Bi kurdên Zelanî yên li Anatolyayê re peyman çêkirin û heta Anatolyayê çûn. Beşek mezin a Lîdyayê girtin û heta derya Spî çûn.Ji Yezdanî û Zerdûştiyê bawer dikin. Ji Xweda û Xwedavandên kurdan ên berê re rêzê digirin lê êdî ji wan bawer nakin. Ahûra Mazda wekî xweda û Zerdûşt jî wekî pêxember dibînin. Avesta pirtûka wan a pîroz e.

Di dîroka mirovahiyê de serdemek nû didin destpêkirin. Bi taybetî têkiliyên Med û Helena di dîroka mirovahiyê de çandek nû ya bi navê helenîstîk afirandine. Bawerî, çand û felsefeya Aryenî derbasî Ewropayê bûye. Bandora vê demê hêj jî li ser felsefeya Grek-Yewnanî û çanda Ewropayê tê dîtin.Di aliyê çandî, wêjeyî, siyasî û aborî de serdema zêrîn a kurdan e. Zimanê kurdî di vê demê de li rojhilata navîn belav bûye. Bawerî, çand û wêjeya kurdan jî bi heman awayî hakîm bûye.Di dema Medan de mîmariya kurdan jî gelek pêş ketiye. Ji Afganîstanê heta Azerbêcan, Ermenîstan û Iraqê gelek berhemên ji dema Medan mayîne hene.Ji Hindîstanê heta deryaya Spî rêyên bazirganiyê bi ewle bûne. Bazirganî di vê demê de pêş ketiye û li Rojhilata Navîn aştî aramî serwer bûye.

Di dema Astyages de bûye Împaratoriya herî mezin a cîhanê. Di dema xwe ya herî bi hêz de li hemberî Qral Astyages darbeyek pêk hatiye.Biraziyê wî Harpagos û Dariûsê Persî li dijî Astyages darbeyek navqesrî pêk tînin. Draiûs neviyê Astyages ê nîvî fars û Harpagos jî biraziyê Astyages û serfermandarê Medya bû. Piştî Dariûs bû desthilatdar  rêveberiya Konfederasyona Medya ji kurdan derbasî Persan dibe.Dîrokzanê mezin ê Yewnanî Heredot di pirtûka dîrok de dibêje ku Astyages ji tovê heram Harpagos re wiha dibêje: “Bire gêjê kurê gêjan! Te desthilatdarî ji min stand lê tu çima bi xwe nebûyî desthilatdar? Te desthilatdariya kurdan radestî persiyan kir.”

Di rûyê tovê xirab Harpagosê xayîn de mixabin B.Z. di 522’yan de konfederasyona Medan ketiye bin desthilatdariya Persan.  Piştî ku İskenderê mezin berê xwe dide Rojhilata navîn  beriya zayinê di 330‘an de Konfederasyoan Medya têk dibe û dawî li Împaratoriya Medya tîne.Mîras, rûmet, çand, wêje û dîroka Medan ji kurdan re hiştî heta îro jî dijî. Ev mîras dê heta hetayê bi kurdan re bijî.

Naveroka berêÇîroka Wezîrê Nadirî
Naveroka ya piştî vêPiyase – Çemê Firatê