20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ingenuityê ji Marsê wêneyên yekemîn şandin

Wesayîta Ingenuity

Ajansa Feza û Hewavaniyê ya DYA’yê (NASA), wêneyên ewil ên helîkoptera biçûk Ingenuityê ku bi wesayîta keşfê ya bi navê Perserveranceyê şandibû gerstêrka Marsê, parve kirin.  

Li gorî daxuyaniya NASA’yê, du wêneyên rengîn ên hatin parvekirin, roja 22’yê nîsanê bi helîkoptera Ingenuity li Marsê hatine girtin.

Ingenuity roja 19 nîsanê nêzîkî deqeyek li gerstêrka Marsê firiyabû û bi vî awayî bû wesayîta yekmîn ku li gerstêrkeke din din difire. Dîmenên ewil ên firîna yekemîn a Ingenuityê bi rêya peykê hatibûn parvekirin.

Wêneyê Ingeuityê girtiye

Ingenuity cara sêyemîn roja 25’ê nîsanê firiyabû û wê cara çaremîn jî dawiya vê hefteyê pêk were.

Tê gotin ku Perseverance ya bi sotemniya platunyûmê dixebite, di nav wesayîtên ji bo Marsê hatine şandin de xwedî teknolojiya herî pêşketî ye. Graniya Ingenuityê nêzîkî 1,8 kîlogram e û nêzî 80 çirk ji erdê 5,2 metre bilind difire.

Hatibû ragihandin ku heta niha ji bo vê xebatê 2,7 milyar dolar hatiye xerckirin.