Duşem, Mijdar 29, 2021

Înîsiyatifa ji Ocalan re azadî: Em ê felsefeya Ocalan belav bikin

Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî rêwîtiya Keştiya Azadiyê nirxand. Înîsiyatifê diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan beriya 23 salan di 12’ê mijdara 1998’an de hatibû Îtalyayê û got: “Em wekî rêwiyên azadiyê di 12’ê mijdarê de gihiştin rawestgeha xwe ya dawî Napoliyê. Me di 8’ê mijdara 2021’an de li paytexta Yunanistan Atînayê bi hevdîtinên dîplomatîk dest bi vê çalakiya ji bo Ocalan re azadî kiribû. Keştiya ji Ocalan re azadî roja 9’ê mijdarê jî, ji Lavrîo bi rê ketibû.”

Înîsiyatifê da zanîn ku ji Brezîlya, Arjantîn, Almanya, Swîsre, Yewmenîstan, Katalanya, Spanya, Fransa, Îtalya û saziyên kurd jî di navde 40 akademîsyen, parlementer, hiqûqas, nivîskar, felsefevan û aktîvîst beşdarî çalakiyê bûbûn û wiha lê zêde kir: “Di çalakiyê de li ser fêmkirina felsefeya Rêber Apo û pêşxistina kampanya ji Ocalan re azadî, nîqaş pêk hatin û rêwitiyeke dîrokî pêk hat. Her çiqas ji ber rewşa xirab a hewayê û pirsgirêka teknîkî em neçar man, keştiya em destpêkê lê siwar bûn, bigûherînin jî, lê em bi biryardarî û baweriya mezin, roja ku Rêber Apo beriya 23 salan hatibû Îtalyayê, em gihiştin Napolî.”

Înîsiyaitfê bibîr xist ku dikarin bi rehetî bibêjin ku hêzên navnetewî beriya 23 salan bi dîlgirtina Rêber Ocalan xwestin fikr û têkoşîna wî tasfiye bikin û wiha pêde çû: “Lê belê berovajî wê rewşê fikr û felsefeya Rêber Apo belav bû. Rêber Apo veguherî kesekî navnetewî. Em ji vir li ser navê gelê kurd û Însiyatîfa Ji Ocalan re azadî şaredariya Napolî û şaredariyên din ên Îtalî yên welatîtiya rûmetê dan Rêber Apo û hemû xelkê Îtalyayê silav dikin. Em hêvîdarin şaredariyên din ên Îtalya û welatên din jî, vê helwesta bi rûmet a şaredariya Napolî bişopînin. Ji ber ku şopandina wan wê xizmeteke mezin a ji bo azadiya Rêber Apo û gelê kurd bike. Em wekî Însiyatîfa ji Ocalan re azadî, careke din ji vê derê dibêjin “dema azadiya Ocalan hatiye. Azadiya Rêber Apo tevî dawîkirina şer û komkujiyên li Kurdistanê, wê demokratîkirina Tirkiyê, û jiyana azad û yekitiya gelên Rojhilata Navîn jî bi xwe re bîne. Lewma parastina azadiya Ocalan, li dijî şer parastina çareserî, li dijî zextan azadî û li dijî li hemberî hev anîna gelan, parastina jiyana azad a gelan e. Em wekî çalakger, tevî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, daxwazeke me ya din jî heye. Ew jî dawîkirina êrişên qirker ên bi çekên kîmyewî yên artêşa tirk ya li dijî gelê kurd û gerîlayên qehreman in. Daxwazeke me ya din jî, ewe ku navê Tevgera Azadiya Kurd PKK ku li dijî DAIŞ’ê bi qehremanî şer kir û xelkên cîhanê ji belayekî mezin rizgar kir, ji lîsteya terorê were derxistin.”

Înîsiyatifê da zanîn ku çalakiya wan a “Wê Azadî ser bikeve, keştiya ji Ocalan re azadî, li vê derê dawî dibe û wiha bi dawî kir: “Lê emê kampanya ji Ocalan re azadî bi xwedî-derketina mezin pêş bixin. Di heman demê de emê felsefeya azadîparêz a demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê, bi biryardarî û coşeke mezin belavî tevahiya cîhanê bikin. Em bi vê bîr û baweriyê, ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo bang li hemû gelê xwe yê Kurd, dostên xwe û hemû gelên dinyayê dikin, da ku têkoşîna xwe bi mezinkirinê pêş bixin. Ji bo Rêber Apo azadî û ji bo Kurdistanê Aştî û Serkeftin.”