spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Înîsiyatîfa Keziyên Kesk: Em ê 4 milyon dar biçînin

Li rojavayê Kurdistanê kar û barên avakirina pergala demokratîk û civakî yên saziyên Rêveberiya Xweser û înîsiyatîfên sivîl didomin. Bi demsalê re biharê re, bi taybetî di warê çandiniyê de, ev kar û bar leztir bûn.  

Înîsiyatîfa Keziyên Kesk a di cotmeha 2020’an de hatiye avakirin jî, armanca wê li harêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê hêşînahiyê zêde bike.

Navê ‘Keziyên Kesk’ ji têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyteyê û her wiha keziyên jinên êzidî yên li dijî DAIŞ’ê şer kirine, hatiye girtin.

Endezyarên çandiniyê Xefşê Erefat û Mehmûd  Çeqmaq ji bo Ajansa Nûçeyan a Hawarê behsa armanc û karê înîsiyatîfê kir.

Xefşê Erefat

‘Kêmaniya oksîjenî’

Endama înîsiyatifê Xefşê Erefat der barê xebatên xwe de agahî dan û diyar kir ku ew endezyara çandiniyê ye û bi dilxwazî tev li xebatên înîsiyatîfê bûye û wiha got: “Kêmbûna oksîjenê li herêmê faktoreke girîng a zêdebûna nexweşiyên cuda ye. Armanca me ew e ku em xebata bi gel re baştir bikin. Em ê vê yekê bi çandina şitlan bi hev re bikin.”

‘Armanc hêşînkirin ne’

Xefşê Erefat destnîşan kir ku karê wan ne tenê çandina daran e, her wiha lênêrîna şitilan e jî û domand: “Wek jinekê ez gelekî kêfxweş im ku beşdarî vê xebatê dibim. Her wiha gelek saziyên jinan ên wekî Kongreya Star û Sara û her wiha hevalên me yên jin ên di saziyên din de dixebitin, di nav van xebatan de dilxwaz in.”

Xefşê  Erefat desnîşan kir ku piştî şitil ji aliyê pisporan ve li herêman hatin belavkirin, dê di demeke kurt de wan biçînin û wiha got: “Em ê li gel jî belav bikin. Em hewl didin vê hişmendiyê jî biafirînin. Ji ber vê yekê, divê kesên ku şitilan diçînin jî bi berpirsyarî tev bigerin.”

Mehmûd Çeqmaq

Bi komekê dest pê dikin

Yek ji damezirînerên înîsiyatîfa Keziyên Kesk Mehmûd Çeqmaq jî diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê demeke dirêj li Şehbayê maye û piştre li Qamişloyê bi cih bûye. Çeqmaq got bi sînema û nivîsandinê re eleqedar e û avabûna Keziyên Kesk û xebatên ku heta niha pêk anîne, nirxandin.

Çeqmaq desnîşan kir ku di rêwîtiya xwe ya ji Kobanê ber bi Qamişloyê ve deverên bêdar û çolistan li qeraxê rêyan, her tim bala wî kişandine û bi hevalên xwe re dest bi nîqaşa vê rewşê kiriye. Piştre piştî nîqaşên xwe biryar dane ku destpêkê bi komekê re daran biçînin.

‘Hêşînkirin peywira her kesî ye’

Însiyatîfa ku wek Keziyên Kesk xebatên xwe berdewam dike, bi beşdariya Zanîngeha Rojava re dibe proje. Çeqmaq anî ziman ku wan nexwestiye vî karî ji Rêveberiya Xweser re bihêlin û ew difikirin ku hêşînkirina vê axê peywira hemû gelan e û tenê bi hev re ew dikarin herêmên xwe û erdnîgariya xwe hêşîn bikin.

Çeqmaq da zanîn ku divê çandina daran veguhere çandekê û ger ew bikaribin vê projeyê bi serkeftî bi cih bînin, ew ê ji bo siberojê gaveke gelekî girîng biavêjin û wiha got: “Bi projeya ku me daniye pêşiya xwe, armanca me ew e ku em di nav 5 salan de 4 milyon dar biçînin.”

‘Projeya Keziyên Kesk tevgereke ekolojîk e’

Çeqmak herî dawî diyar ku Însîyatîfa Keziyên Kesk projeke ekolojîk e û wih got: “Ev jî qîrîna ax û jîngehê ye. Em bang li raya giştî, partiyên siyasî, saziyan dikin ku tevkariyê li vê xebatê bikin. Heta niha piştgiriyeke xurt a gelê me heye. Li aliyê din, me bi Partiya Keskan û tevgerên ekolojîk ên li Ewropayê re jî têkilî danîn. Me bi wan re li ser înternetê hevpeyvîn kir. Em projeya Keziyên Kesk bi gel re bi pêş dixin. Vê yekê bala ekolojîstên li Ewropayê jî kişand.”