25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re dest bi çalakiyan dikin

Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da û plana çalakiya 2 mehan aşkere kir. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu jî beşdarî daxuyaniyê bû. Înîsiyatifê li eywanê pankarta “Ji cezabirînê re bes e. Bila girtiyên nexweş bêne berdan!” vekirin.

Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglu di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku li girtîgehan pêkanînên keyfî diqewimin û dixwazin vîna girtiyan bişkînin.

Li ser navê Înîsiyatifê jî Erkan Çita daxuyanî xwend û destnîşan kir ku 2 sal in bi hinceta pandemiyê hemû cûreyên danûstendina girtiyan bi derve re hatiye qutdkirin û wiha got: “Tecrîda li ser girtiyan mîna berê hatiye kûrkirin. Bi rêya lijneyên çavdêriyê ‘poşmanî’ li girtiyan tê ferzkirin. Ji bo berdana girtiyên polîtîk werin betalkirin, hêcetan diafirînin. Lêpirsînên dîsîplînê yên ji bo govend gerandinê, stranbêjiyê hatin vekirin. Stran û parvekirinên medya civakî dikin sedema betalkirina berdanê. Her cure zext, tecrîd, îşkenceya li girtîgehan heye. “

Di 6 salên dawî de herî kêm 103 girtî mirin

Çita anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş xirabtir bûye û wiha got: “Bi dehan girtiyên nexweş li girtîgehan dimirin an jî piştî ku tên berdan di demek kurt de dimirin. Ji ber ku raporên ‘nikarin di girtîgehê de bimînin’ nadin wan nayên berdan û mirî ji wir derdikevin. Di 6 salên dawî de, herî kêm 103 girtiyên ku ‘mafê xatirxwestinê’ jî nedane wan, li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane.”

Çalakî dê heta 19’ê kanûnê bidomin

Çita herî wanî bang li raya giştî kir û wiha got: “Em dixwazin her kes destekê bide vê çalakiyê. Wê çalakiyên me heta 19’ê kanûnê bidomin. Di nav du mehan de, em ê serdanên ji bo rêxistinên sivîl û malbatên girtiyên ku berdana wan tên betalkirin bikin. Wê li ser mijarên wekî tecrîd û binpêkirina mafan daxuyaniyên çapemeniyê bên dayîn. Weke Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re, em bi vê yekê radigihînin ku em ê li her qadê û her kêliyê bêjin ‘dawî betalkirina înfazan bînin û bila girtiyên nexweş werin berdan’. Em vê bernameya xwe bi raya giştî re parve dikin.”