25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îradeya ku Ocalan bi pêş dixe azadî ye

Parlamenterê HDP’yê yê Rihayê Omer Ocalan têkildarî kopmloya navdewletî, tecrîdkirina Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd ji bernameya Podcestê ya rojnameya me re axivî. Omer Ocalan destnîşan kir ku hêzên navdewletî xwestin ku di şexsê Ocalan de kurdên azad tune bikin, lê Ocalan hemû planên wan vala derxist û wiha got: “Rastiya civaka 50 milyon kurd li ber çavan e. Civakê xwe bi rêxistin kiriye. Pergalek hatiye avakirin. Kurd bûne hêzeke demokratîk. Hêzên kurdan li Ewropa û Amerîkayê dîplomasiyê pêş dixin. Siyaseta cîhanê dikin, modelekê ava dikin. Kes nikare vê yekê tune bihesibîne. Bila nêzîkatiyeke erzan û sivik dernekeve holê.”

Komplogeran bi vê komploya navdewletî çi armanc dikir? Birêz Ocalan planên wan çawa vala derxist?

Em 9’ê Cotmehê şermezar dikin. 9’ê Cotmehê di serî de êrîşa li dîjî kurdên azad bû. Dixwestin kurdên azad tasfiye bikin. Lê birêz Ocalan ev 23 sal in vê komployê vala derdixe. Dema birêz Ocalan ji Sûriyeyê derket, balafira wî cihê ku lê dakeve nedît. Hin welatên demokrat hebûn lê hêzên navdewletî ew dewlet hişyar kiribûn. Nehiştin li tu welatan bi cih bibe. Hêzên navdewletî bi komployeke mezin li Kenyayê teslîmî Tirkiyeyê kirin. Di vir de rola Tirkiyeyê tenê notirvanî bû. Lê ev 23 sal in birêz Ocalan bi siyaseta xwe, bi nêrîn û paradîgmaya xwe komplo vala derxist.

Li dijî vê komployê gelê kurd berxwedaneke bêhempa nîşan da. Li çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê xwedî li birêz Ocalan derket. Gelo hêzên navdewletî ev berxwedana gelê kurd texmîn nedikirin ku ev komplo pêş xistin?

Helbet hêzên nevdewletî berxwedan û têkoşîna kurdan dizanin. Hêzên emperyal dixwestin kurdan ji hev parçe bikin. Lê ji nav kurdan û dostên wan, ji 9’ê Cotmehê bigire heta 15’ê Sibatê û piştî wê bi dehan kesan agir berdane bedana xwe. Xwe şewitandin. Di dîroka cîhanê de tiştekî wiha nehatiye dîtin. Ji bo rêberê xwe berdêlên mezin dan. Mirovan hebûna xwe di hebûna birêz Ocalan de didîtin. Hebûna birêz Ocalan jî wekî hebûna xwe didîtin. Ji bo wê gelê kurd bi roj û mehan rabûn ser piyan û bertekên gelek mezin nîşan da. Lewra kurdên azad rastiya xwe di birêz Ocalan û paradîgmaya wî de didîtin. Lê hêzên navdewletî hertim li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Ev berjewendî carna dibe berjewendiyeke aborî, carna jî dibe bîrdozî. Lewma jî ji bo pergala xwe paradîgmaya birêz Ocalan xeter didîtin ji bo wê xwestin pêşiyê bigirin. Lewre birêz Ocalan li Rojhilata Navîn siyaseta gelan dike. Li Rojhilata Navîn pir reng heye, pir nasname heye û pir bawerî heye.
Ji ber vê dema paradîgmaya birêz Ocalan li vir pêş bikeve; dê her kes hevûdu qebûl bike û bi awayekî azad û aştiyane bi hev re bijîn. Ev jî li dijî polîtîkayên hêzên hegemon bû. Armanc kirin ku birêz Ocalan kontrol bikin û teslîmî Tirkiyeyê kirin. Lê em dikarin bibêjin negihiştin armanca xwe. Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê binêrin paradîgmaya Modernîteya Demokratîk ji bo gelan bûye hêviyek. Hêzên navdewletî ev texmîn nedikirin. Digotin, dê gel çend rojan rabin ser piyan û piştre ji bîr bikin. Lê birêz Ocalan li Îmraliyê hêj xurtir bû. Paradîgmaya xwe sîstematîze kir. Fikra xwe kûr kir û gelek pirtûk û berhem nivîsandin. Li ser pirtûkên birêz Ocalan li hin zanîngehan perwerde tê dîtin.

Tişta ku dihat armanckirin di şexsê birêz Ocalan de teslimiyet û tunekirina gelê kurd bû, tu vê rewşê çawa şîrove dikî?

Hertim dixwaze teslîm bigire. Dixwaze we ji cewhera we dûr bixe. Dixwaze îradeya we bişkîne. Şerekî psîkolojîk dimeşîne. Dixwaze we ji nasname, îrade û hebûna we dûr bixe têxe bin kontrola xwe. Lê li vê derê îradeyek gelekî mezin derket holê. Ev erdnîgariyeke pîroz e, Mezopotamya, Kurdistan, Rojhilata Navîn. Kurdan li vê derê bingeha şaristaniyê ava kirine. Ji bo vê yekê jî birêz Ocalan ev bingeha şaristaniyê derxist holê û sîstematîze kir. Ev pergal di nava kurdan de hat ceribandin û hate ecibandin. Felsefe û ramanên birêz Ocalan hatin qebûlkirin. Rast e, niha hinekî êrîş û şer heye. Lê dîsa jî miletê me bi israr li birêz Ocalan û pergala wî xwedî derdikeve. Çima em van tiştan dibêjin. Teslîmgirtina îradeya mirovan gelekî zehmet e. Lewra baweriyeke xurt ava bûye. Îradeya birêz Ocalan gelê kurd xurt dike, gelê kurd û dostên wan jî îradeya birêz Ocalan xurt dike. Manewiyateke xurt ava bûye, têkiliyeke sîmbiyotîk e. Ji ber wê jî dema behsa siyaseta kurdan tê kirin bêyî birêz Ocalan nîqaş çênabin. Di meseleya kurd û çaresekirina pirsgirêka kurd de birêz Ocalan di cihekî navendî de ye.

Ev 22 sal in birêz Ocalan dîlgirtî ye. Dewlet bi tecrîdkirina Ocalan hiqûqa xwe jî binpê dike. Ji bo şikandina tecrîdê têkoşînek jî heye. Dewlet çima di tecrîdê de israr dike û hiqûqa xwe binpê dike?

Birêz Ocalan modelek afirandiye. Plansaziya wî heye û bi her kesî re parve dike. Dema pêvajoya çareseriyê wî ev projeya xwe ji dewletê re jî got. Dewlet an jî hêza hegemonîk paradîgmaya birêz Ocalan qebûl nake. Îradeyê, rastiyê yan jî kurdbûnê qebûl nakin. Di bingeha rêgezên wan de yekperestî heye. Her tiştî li gorî xwe dîzayn dikin. Bîrdoziya xwe li ser tasfiyekirin û tepisandinê ava dikin. Ji ber vê jî tecrîda li ser birêz Ocalan kûrtir dibe. Li dijî tecrîdê têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Berdêlên mezin tên dayîn. Rast e, ji aliye fîzîkî ve li ser birêz Ocalan tecrîdek heye. Malbat û parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Nikarin telefonekê bikin û nameyekê bişînin. Ev li gorî zagonên Tirkiyeyê jî dijqanûnî ye. Lazim e li gorî qanûnên xwe tevbigerin. Lê ji bo birêz Ocalan ev qanûn tune ne. Ji bo birêz Ocalan li giravê pergalek hatiye avakirin, li wir gelek êşên psîkolojîk tên meşandin. Dijminantiyeke mezin li ser birêz Ocalan tê meşandin. Birêz Ocalan di warê demokrasiyê de hêzek da avakirin, kurd û dostên wan gihandin hev. Ev hêz jî dê di jiyanê de bi ser bikeve.

Bi bidawîkirina tecrîdê û azadiya Ocalan re dê li Kurdistan û Tirkiyeyê rewşek çawa ava bibe?

Raman û nerînên birêz Ocalan azad in. Lê hewcedarî pê heye ku birêz Ocalan bi şeklekî fîzîkî azad bibe. Dema birêz Ocalan azad be wê bêtir xizmeta siyasetê bike û paradîgmaya xwe pêş bixe. Wê li Tirkiyeyê jî demokrasî pêş bikeve. Niha li ser paradîgmaya birêz Ocalan em dipeyivin. Lê dema Birêz Ocalan li derve be û temasê bi civakê re çêbike, dê Rojilata Navîn ji nû ve were dîzaynkirin. Dê demokrasiyeke pir xurt were avakirin, jiyaneke demokratîk dê pêş bikeve. Dê her kes xwe di wê jiyanê de bibîne. Li Rojhilata Navîn bingeha şaristaniyê pêş ketiye. Lê niha jiyaneke aram nemaye. Dema ku birêz Ocalan li derve be, avakirina pergala demokratîk dê bêhtir pêş bikeve. Her kes wê xweser be. Civak wê xweser be. Dê kes nikaribe serdestiya xwe li ser kesên din ferz bike. Îradeya ku birêz Ocalan pêş dixe, azadî ye. Niha li Tirkiyeyê siyaset li ser nijadperestiyê ye. Civakê parçe dike û şerê hev dikin. Çi karê dewletê bi zimanê min heye? Dixwazim bi zimanê xwe bijîm. Çima perwerdeya tirkî li min dide ferzkirin. Baweriya min çi be dixwazim bi wê bijîm. Çima dixwaze îradeya min teslîm bigire? Felsefe û paradîgmaya birêz Ocalan li hemberî teslîmiyetê ye. Rastiya me heye em dixwazin bi rastiya xwe bijîn. Ya yekemîn divê ev tecrîd were şikandin, a duyemîn jî azadiya birêz Ocalan e. Divê ev were nîqaşkirin. Lazim e civakên Rojhilata Navîn hevûdu qebûl bikin û birêz Ocalan jî siyaseta jiyan û jiyankirinê dide pêşiya me, siyaseta civakek azad dide pêşiya me. Dema birêz Ocalan li derve be dê modeleke baş li Rojhilata Navîn pêş bikeve û dê ev ji bo cîhanê jî bibe mînak.

Dewlet û desthilatî li vî welatî çima aramî, azadî û aştiyê naxwaze û di şer de israr dike?

Niha her kes dixwaze tehakum û serdestiyê bike. Ji bo pergala xwe berdewam bikin. Ji bo berjewendiyên xwe, hebûna xwe li ser tunebûna neteweyên din dibînin. Modela birêz Ocalan li vê derê dikeve dewrê. Têkoşîna demokrasiye, hevûduqebûlkirin û hevûduhembêzkirinê dimeşîne. Ji bo mirovahiyê pergaleke alternatîf datîne holê. Lazim e ev pergal bi temamî were guhertin, jiyaneke komunal û demokratîk bê avakirin.

Di pêvajoya navbera 2012 û 2015’an de ji bo çareseriyê hin hêvî dan civakê. Lê dewlet û desthilatiyê ev hêviya civakê şikand û pêvajo bi dawî kir. Niha jî ji aliyê muxalefetê hin nîqaşên çareseriya pirsgirêka kurd heye. Hûn vê yekê çawa şîrove dikin?

Li Tirkiyeyê heta pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk çareser nebe, dê hertim mijara siyasetê pirsgirêka kurd be. Pirsgirêka kurd li ser her tiştî bandor dike. Li ser aboriyê, li ser civakê, li ser jiyanê bandorê dike. Kes nikara bibêje min eleqedar nake. Rewşa Tirkiyeyê li ber çavan e. Serokkomarê tirk Erdogan biçe ku derê di hevdîtinên ku bike de mijara kurd heye. Li derve jî li hundir jî mesele kurd in. Êdî bûye amûrê siyasetê. Lewma jî em dibêjin pêdivî bi çareseriyê heye. Tiştê ku muxalefet dibêje em watedar dibînin. Di aliyê muxatabiyê de hinek dixwazin erzan nêzîk bibin. Muxatab diyar e û zelal e. Tiştekî em bibêjin tune ye. Kurdan biryara xwe daye û muxatab li ber çavan e. Eger niyet dikin ku pirsgirêka kurd çareser bikin, di serî de divê rast û samîmî nêzîk bibin. Mesele çareserkirin be divê tu hemû rê û rêbazan bi kar bînî. Êdî civak westiyaye. Pêwîstî bi çareseriyê heye. Pêvajoya 2013 û 2015’an li holê ye. Wê demê aramiyek pêş ket civakê bêhn stend. Lê vê hêza hegemonîk a li Tirkiyeyê mudaxaleyî pêşeroja kurdan û tirkan kir. Xwestin kurdan bitepisînin. Lê Tirkiye jî fetisî. Eger muxalet ji vê rewşê dersê derbixe, nexşeya xwe xal bi xal diyar bike dê rêyeke çareseriyê vebe. Dibêjin bihêzkirina pergala parlementoyê lê heke ev parlamento wekî ya berê be, tu wateya xwe tune ye. Rastiya 50 milyon civaka kurd li ber çavan e. Civak bi rêxistin bûye, pergalek hatiye avakirin. Kurd bûne hêzeke demokratîk. Hêzên kurdan li Ewropa û Amerîkayê dîplomasiyê pêş dixin. Li qada navneteweyî siyasetê dikin, modelekê datînin holê. Kes vê yekê nikare tune bihesibîne. Bila nêzîkatiyeke erzan û sivik dernekeve holê.