20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran bi riya Sûriyê qaçaxçîtiya petrolê dike

Tankerên mazotê yên Îranê bi riya Sûriyeyê derbasî Libnanê dibin. Beriya çend rojan sekreterê giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nesrulah diyar kiribû ku keştiya wan a mazotê gihaye bendergeha Banyasa Sûriyeyê û di rojên pêş de dê çend keştiyên din ên mazot û benzînê bigihên wê bendergehê.

Doh karwaneke tankerên mazotê ji Sûriyeyê hatin barkirin û berê xwe dan Libnanê. Der barê vê yekê de jî Nesrulah bang li gelê Libnanê û alîgirên xwe kir ku di rojên pêş de jî ew dê benzîn û mazotê ji gelê xwe re peyda bikin û ambargoyê têk bibin.

Wekî tê zanîn ji ber ambargoyên li ser Îranê ew bi rengekî aşkera nikare petrola xwe bifiroşe Sûriye û Libnanê. Lewre jî bi rengekî qaçaxî derbasî Sûriyeyê dike û ji wir jî dişîne Libnanê. Her wiha ji bilî veguhestina petrolê bi riya keştiyan û bendergeha Banyasê ew bi riyên bejahî jî tankeran ji Iraqê derbasî Sûriyeyê dikin û hem difiroşin rejîma Sûriye hem jî derbasî Libnanê dikin.

Bêguman hatina petrolê bi vî rengî herî zêde feydeyê dide Hizbulaha Libnanê ya ku alîgira Îranê dike. Ji ber ku hem ew bazirganiya xwe dikin û hem jî dê mineta xwe li gelê Libnanê bikin.