spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran di rewşeke çawa de ket sala 2022’yan

Yezda Havîn

Rejîma Îranê di sala 2021’ê de ji ber siyaseta xwe ya qirker û polîtîkayên nijadperest, dewletperest, zayendtperest bi pirsgirêkên siyasî, dîplomatîk, aborî, civakî û jiyanî ket sala 2022’yan. Civaka Îranê ji ber vê siyaseta qirker û polîtîkayê jiyana xwe di bin zext û zordariyeke mezin de derbas kir. Di encama vê de gelê li Îranê dijîn pêvajoya sala 2021’ê heya sala 2022’yan de ruxmê hemû zext û zordariyên dewletê jî bi xwepêşandanan li ser piyan bûn. Ev bû sedem ku gel di nav şert û zirûfên giran de bêzar bimîne. Bi taybetî jî ji bêkartiyê pirsgirêkên debarê gihiştin asta herî jor.

Êdî ji polîtîkaya têrbûnê zêdetir xizantî û birçîbûn gel terkî jiyana êşkişandinê kiriye. Lê ji ber ev gel xwedî dîrokeke berxwêder û tekoşînê ye û gelek caran bi hêza xwe hikûmet serobino kiriye, carnan heta hilweşandinê bi bandor bûye û ev jî weke kevirekî mezin li ser dilê dewletê sekiniye. Ev rastî di dewletê de diltebînî û metirsiyeke mezin avakiriye. Ji bo vê yekê niha nakokiya ku di navbera dewlet û gel de vebûye, nîşaneya şer û pevçûneke mezin nîşan dide. A rastî di nava vê kaos û qeyranê de rejîma Îranê wê ber bi çi ve biçe, mijara meraqê ye. Weke qutiya pandorayê ya veşartî ku gelo wê çi jê derkeve. Em ê bi hev re bişopînin, tekez dê di demeke kurte biteyise derve.

Du rê li pêşiya dewleta Îranê hene; an wê wekî berê siyaseta xweyî xapînok têxe dewrê, nakokiyê di navbera xwe û civakê de bi şêwazên nermik daxîne asta herî kêm an jî wê bi şêwazê hişk civakê bitepisîne û biperçiqîne. Niha di sala 2022’yan de herdu şêwaz jî ji bo pêşeroja Îranê xeteriyê dihewînin. Heta şoreşeke bêdeng û sergirtî di kûrahiya dil û mêjiyê civakê de tê jiyîn. Di vê wateyê de eger şêwazê tepisandin û perçiqandinê tercîh bike; weke agirê şoreşê bi destê xwe pêxe, gur û geş bike û civakê ber bi şoreşê ve dehf bide xetere. Ji aliyê din ve êdî weke berê nikare bi siyaseta nermik gel bixapîne. Ji ber êdî hem baweriya gel pê nema ye û hem jî reformên bingehîn dixwazin.

Gelo wê niha di vî halê heyî de, rejîma Îranê kîjanê tercîh bike? Wexta mirov li rastiya civakê binêre dibîne ku wê herdu rêyan jî bi hêsan tercîh neke. Êdî pêşketinên ku niha li Îranê rû didin rejîma Îranê xistiye tengazariyeke mezin. Derfetê tercîhê ji holê rakiriye. Ji ber herdu jî bi pêşketinê ve girêdayî ne. Yek yekê bandor dike. Li gorî texmîn û pêderxistinên me dê di qutiya pandorayê de wê şer û pevçûn derkeve.
Eger mirov çend sedemên bingehîn yên sala 2021’ê rêz bike! Rejîma Îranê ji bo pêşiya hinek tiştan bigire, hilbijartinek çêkir, di desthilatdariyê de guhertin çêkir, di qanûnan de hinek guhertin çêkir û her wiha bi taybetî ji bo jinan hinek guhertinên şeklî weke temaşekirina werzişê yan jî wek berê mûdaxalenekirina ji bo qilif û qiyafetên wan. Lê li aliyê din avê li ser bajarên wekî Îsfahanê û gelek bajarên din qut kir û kişand navendê. Bi vî awayî şêniyên ku debara xwe ya çandiniyê dikirin hem gundî û cotkar bêkar man hem jî zeviyên civakê ziwa bûn. Dema gel ji bo mafxwestinê daket kolanan jî bi êrîşên hişk gelek ji wan birîndar bûn û hatin binçavkirin, çend kes jî hatin qetilkirin.

Lê di dawiya salê de tewir û helwestê wan ji hevsengiyê şemitî hişkitiyê; mirov di daxuyaniya Wezîrê Karên hundir de ku di der barê jinan de dibêje ‘eger rojekê Komara Îslamî hilweşe, wê bi jinan hilweşe’ pir balkêş e. Parlamenterek ji bo jinan sê xalên weke ‘bila jin xwe xweşik bike, sofra xwe xweşik bike, mala xwe xweşik bike’, ev daxuyaniyên ku bi zîhniyeta zayendperest kiri, mirov dixe nav fikar û mertisiyan. A rast bi van ragihandinan di şexsê jinan de civakê hedef didin nîşandin. Dîsa di dibistanan de perwerda ziman ji bilî zimanê farisî qedexe kirin, bi hatina Reyîsî re zêdebûna darvekirinê, tundiya li ser zîndanan, kuştina kolberan, pirsgirêkên avê, nedana mûçeyan nîşan dide ku wê pêvajoya sala 2022’yan bi şer û pevçûnê dijwar re rû bi rû bimîne. Ew jî vê rastiyê baş dibînin ji ber ku di dawiya salê de ji bo ku bîryarên bilez, leşkerî di der barê civakê de derxîne di dezgeh û saziyên dewletê de sipahiyan bi cih dike. Bi cihkirina sipahiyan dide nîşandan ku dê di pêşerojê de tûj û tûndî li ser civakê zêde bibe.

Di vê çarçoveyê de; eger di sala 2022’yan de rejîma Îranê dev ji nêzîkatî û ferasetên xwe yên kevneşopî yê weke statukoparêz a klasîk, mûhafezekar, dewletparêzî, nijadparêzî û zayendparêzî bernede wê nikaribe gavên tendurist ber bi demokratîkbûnê ve bavêje. Wê ev jî bibe hilweşandina komara Îslamî ya Îranê. Ji bo rê li pêşya hilweşandinê bigire, divê çareseriyeke demokratîk û mayînde bike. Ji bo vê eger modela neteweya demokratîk esas negire, hemû pêkhateyên xwe hembêz neke wê têkeve nava çiraveke bêserûbin.

Eger kom û pêkhateyên ku li Îranê dijîn nakokiyên navxweyî çareser nekin û rêxistineke navxweyî ava nekin wê nikaribin demek dirêj tekoşîna azadî û demokratîk bidin meşandin. Lê eger nakokiyên navxweyî çareser bikin, rêxistin û tekiliyeke rast ku xwe bispêre hêza xwe çêbike wê weke hêzeke alternatîf a demokratîk derkeve holê. Wexta gel weke hêzeke alternatîf a demokratîk derkeve holê, wê dewlet mecbûrî gel bibe û mecbûr bimîne ku guhertinan pêk bîne. Em jî li ser vî esasî di sala 2022’yan de weke sala wekhevî û azadiya gelan di oxira tekoşîneke demokratîk ya meyînde de serkeftinê dixwazin.