20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran: Êrîşa Israîlê nagihêje armanca xwe

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zerîf der barê êrîşa Israîlê ya dawî de got; ew wiha difikirin ku dê ev yek bandorereke neyînî li ser hevdîtina me ya bi Amerîkayê re bike.

Zerîf wiha berdewam kir û got:”Êrîşa li ser Tantazê bi armanca qelskirina Îranê ya di hevdîtinên ji bo vegera li peymana Nukleerî ya bi Amerîkayê re bû, Lê em wiha nafikirin ev êrîş dê helwesta me di wan hevdîtinan de xurtir bike”.

Zerîf her wiha Amerîka û Yekitiya Ewropayê hişyar kir û got: “Bi ferzkirina ambargoyan û bi êrîşên wiha hûn nikarin pêşiya lihevkirinekê vekin berevajî wê yekê hûn çareseriyê dixetimînin.”

Lavrov YE tawanbar kir

Ji aliyekî din ve Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov welatên Yekitiya Ewropayê tawanbar kir ku ew bi ambargoyên siyasî yên li dijî Îranê hevdîtinên Îran û Amerîkayê yên ji bo vegera li peymana nukleerî dixin nav talûkeyê”.

Wekî tê zanîn beriya çend rojan tesîseke Îranê ya nukleerî rastî êrîşê hatibû. Piştî vê êrîşê Amerîkayê dabû xuyakirin ku destê wan di wê êrîşê de tune ye, lê Israîlê tevî ku Îranê ew tawanbar kiribû bêdeng mabû.