19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran: Êrîşa li dijî Kazimî şano ye

Di mijara êrîşa li dijî serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî de hemû dane û daxuyaniyên ku hatin kirin berpirsiya Îranê destnîşan dikin. Her wiha balafirên bê mirov ên ku hatine bikaranîn jî balafirên îranî ne.

Lê dijberî van daxuyanî û daneyan Îranê îdia dike ku êrîşa li dijî Kazimî pêk hatiye senaryoyek çêkirî ye û şanoyeke. Rojnameya nêzî hikûmeta Îranê ya bi navê Îran International ji bo vê mijarê ev sernav bikar aniye: Hewildana kuştina Kazimî rastî ye yan Şano ye?

Rojname di analîza xwe de wiha dibêje: “Êrîş şanoyeke û bi wê yekê dixwazin ku pêşî li daxwazên gelê Iraqê bigirin, dixwazin pêşî li bertek û nerazîbûnên li dijî encamên hilbijartinan bigirin.”

Di heman mijarê de sekreterê Meclisa Ewlekariya Netewî ya Îranê Elî Şemxanî li ser hesabê xwe malpera civakî parvekirinek wiha kiriye: “Hewldana kuştina Kazimî fitneyeke nû ye û hêzên biyanî li dû wê bûyerên hene.“

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd El Xetîb jî der barê vê bûyerê de wiha got: “Bûyerên wiha xizmeta hêzên derve dike. Ew hêzên ku naxwazin aramî û ewlehî li Iraqê hebe. Ev bûyer xizmeta berjewendiyên wan ên li hêrêmê dike.”