spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran gefan li başûrê Kurdistanê dixwe

Vê carê jî Wezîrê Istixbarata Îranê gef li başûrê kurdistanê xwar û got divê dest bi alîkariya muxalifên Îranê berde . Her wiha navendên partiyên muxalifên Îranê wekî bargehên Israîl û Amerîkayê ên li başûrê Kurdistanê bi nav kir.

Her wiha sefîrê Îran yê li Iraqê Îrac Mescidî anî ziman ku dibe ew êrîşan bibin ser hin deverên li başûrê kurdistanê  û wiha got: “Heke hikûmeta Iraq û başûrê Kurdistanê nikaribin pêşî li êrîşên ku ji ser axa wan li dijî Îranê tê kirin, bigirin, dê Tehranê li dijî wan muxalifan dest bi operasyonên leşkerî bike.

Ji aliyekî din ve daxuyaniya Cîgirê Serokê Artêşa Îranê Alî Fedewî li ser malperên civakî bû cihê nerazîbûnê. Fedewî gotibû ku artêşa Îranê têkeve ku derê bi xwe re aramî û ewlekariyê tîne. Li ser van gotinan di malperên medya dijîtal de gelek bersiv ji alî çalakvanên siyasî û mafê mirovan ve hatin dayîn.

Di bersivan de hate gotin ku Îranê li her deverê ku destwerdan kiriye wêranî û alozî bi xwe re aniye û rewşa Sûriyeî Libnan, Iraq û Yemenê wekî mînak nîşan dane û Îran rexne kirine.

Hêjayî gotinê ye ku Alî Fedewî beriya çend rojan wiha gotibû: ”Destwerdana me bi xwe re ewlekariyê tîne, li Sûriye û Yemenê mêze bikin.”