Tuesday, October 26, 2021

Îran û Partiyên Rojhilatê Kurdistanê!

Ji 1639’an û şûnde dema ku peymana Qesrî-Şirîn di navbera împeratoriya Sefewî û Osmanî de hate îmzekirin heya roja îro; parvekirin, kuştin, şer, talan û xwînrijandina dagirkeran li ser axa Kurdistanê berdewam e. Ew peyman bi têkçûna Sefewiyan re dîsa ji hêla Qacarî û Pehlewiyan ve jî ducare û sêcare hate îmzekirin. Navê wê ji hêla dewletên her du aliyan ve weke “peymana aştiyê” jî tê binavkirin!!. Aştiya di navbera wan de lê bi çi qîmetê li dijî kurdan hate îmzekirin? Peymana ku cara ewil bi çêbûna şerê Çardêran(Çaldiran) re Kurdistan kirin du perçe, êdî ne tenê ax belkî kurd jî ji hev dûrxistin û bi rêya avakirina dewletên li ser koka dîn û mezheban hêz û mejiyê kurdan xistin xizmeta xwe. Şerê bixwîn û tije malwêranî li ser sîngê axa Kurdistanê û bi leşkerê ku piraniya wan ji kurdên bakur û rojhilatê bûn bi sûdwergirtina osmaniyan qewimî. Ew şer li pey derbasbûna nêzî 400 salan hêşta li ser axa Kurdistanê berdewam e. Piştî ku berî sed salan hêlîna kurdan kirin çar perçe êdî dev ji hev berdane, lê êdî tirk û ecem tevî ereban bi ked û xwîna me, bi çek û îmkanên kurdan şerê kurdan dikin.

Ne mîrekiyên kurdan yên xwedî kelhe û koşk, ne rêberên serhildanên sedsala derbasbûyî û ne jî partiyên îro li Kurdistanê bi hevgirtina xwe karibûn bibin xwedî stratejiyeke hevpar ku dawî li bindestiya gelê kurd bînin.

Hinek peyamên girîng di êrîşên vê dawiyê de hene ku dewleta paşverû a Îranê li dijî baregehên hinek partiyên siyasî ên rojhilatî li başûrê Kurdistanê encam dan:

– Hizbî Demokratî Kurdistan/Partî Demokratî Kurdistan (HDK/PDK) ku ji 1945’an ve weke partiyeke siyasî xwedî destkeftên mîna avakirina komara Kurdistanê ye, hêşta jî nekariye eniyeke hevgirtî bi partiyên din yên rojhilatî re ava bike.

– Salên dirêj in ew partiya ku rêberên wê yên karîzmatîk yên weke Pêşewa Qazî û Dr Qasimlo hebûn, bûye du perçe: HDK û HDK-Îran! Li pey dehan hevdîtin û biryarên li ser kaxezê netenê nebûne yek belkî hebûna partiyên weke PJAK’ê jî napejirînin.

– Komele weke hêzeke çep li Kurdistanê bûye çar-pênc par, mixabin ew jî nebûne hêzeke hevgirtî.

– Bi gef û terorên komara îslamî a çend salên derbasbûyî re hêşta jî wan nekariye ji daxwazên 12-13 milyon kurdan re ku di nava sînorên siyasî yên Îranê de ne, bibine bersiv. Ew bersiv tenê bi yekitiya wan tê dayîn.

– Gelê kurd li Îranê di berawirdkirina bi komên din yên etnîkî re civakeke xwedî helwest, li ser piyan û serzindî ye. Ji 1978’an heya niha dewleta Îranê nekariye çong li kurdan bişikîne. Kurd yekemîn hêz bûn ku bi dengê “na” hebûna dewleteke îslamî li Îranê boykot kirin.

– Di hemû salên temenê komara îslamî de berdêlên herî giran kurdan pêşkêşî doza azadiyê kirine.

– Di nava gelên weke fars, azerî, ereb, belûç, gîlek û hwd. din de rêjeya herî zêde ya girtiyên siyasî û îdamê ayîdî kurdan e. Rêxistinên mafên mirovan jî vê rastiyê bi raport û belgeyan didin selmandin. Pêwîst e bê bibîrxistin ku piştî fars û azeriyan gelê kurd ji aliyê piraniyê ve di rêza sêyemîn de cih digire.

– Di hilbijartinên çend mehên bihûrî de civaka kurd bi boykoteke seranserî ku bi hejmara herî kêm bûn çûne ser sindoqên dengdayînê. Vê yekê rayedarên komara îslamî xistin nava şokeke giran, lê partiyên siyasî yên Kurdistanê peyamên tije daxwazên meşrû yên gelê xwe nebihîstin û hêşta jî fam nekirine.

Destkeftên zêdegavîyên Îranê çine?

Destkefteke bi kar û kiryarên wiha dê kêrî dewleta hegomonîxwaz a Îranê were. Sedem! Çimkî biqasî 43 salan e ku li dijî kurdan û partiyên siyasî yên li Kurdistanê di nava sinorên Îranê û derveyî sînorên xwe rêbazeke bi vî rengî daye meşandin. Lê ji bo wan tu encam jî nestandiye.

– Di sala 2017’an de êrîşeke pir berfireh pêk hatin. Êrîş ne tenê li ser herêmên sînor, bi topbaranê belkî bi fûzeyên dûravêj li ser baregeha HDK’yê ya li bajarê Koyê jî pêk hatin. 15 endamên komîteya navendî ya wê partiyê şehîd kirin. Lê li dijî rewşek wisa kurdan reaksiyoneke çawa nîşan da? Dikarim wiha bêjim:

  1. Grevekê li seranserî piraniya bajar û herêmên Kurdistanê dest pê kir. Vê çalakiyê ji bo her du aliyên dewleta dagirker û partiyên siyasî peyamên girîng dan.
  2. Bi îdam û kuştina şoreşgerên kurd dewleta Îranê negihîşt armanca xwe. Dijberî vê yekê endamên wan partiyên siyasî jî zêdetir bûn. Bêtir endam ketin nava refên wan partiyên ku hinek baregehên wan li derveyî sinorên başûrê Kurdistanê ne.

Sedemên êrîşân çi ne?

Divê em bizanin çima di van rojan de Tehran li ser Kurdistanê gefan dixwe û êrîşan dike:

– Di salroja îdama Zaniyar û Loqman Moradî de hinek kesan belgeyên îşkence, bêrêzî û nelirêtiyên di girtîgehên Îranê de belav kirin. Ev bû sedem ku atmosfera emniyetê li Kurdistanê tevlihev bibe. Hêzên êdaleta Îranê neçar man ku li rêyekê bigerin û wê atmosferê bigûherînin.

– Dayê Şerîfe û Xalo Mîrza an go dayik û babê Ramîn Husên Penahî ji bo zanibin laşe kurê wan li ku hatiye veşardin, di salroja îdamkirina wî de çûbûn li derekê dar çandibûn. Wan ew pêngav ji bo bîranîna kurê xwe yê şehîd kirin dîrok. Lê hêşta jî kes nizane cenazeyê wî li ku derê hatiye veşartin.

– Li Îranê û derveyî Îranê jî pirsa esasî ya li hemberî van kiryarên dewlata Îranê ev e: Dewleta Îranê bi hêzeke weke Taliban re muzakere û hevkariyê dike. Lê çima bi wan partiyên siyasî re li Kurdistanê diyalogê nake. Bi dehan sal in di nava dilê xelkê de cihê wan hebûn. Xwedî meşrûtiyeteke siyasî ne. Daxwazên wan jî demokratîk in. Lê çima ji çarçoveya sînorên Îranê jî dernakevin?

Dewlet çima bi fûze û çekên giran êrîşî wan partiyan dike. Li gel ku di nava sînorên siyasî yên welatê me de hinek daxwazên maqûl hene çima êrîş dike?

– Rewşa navxweyî ya Îranê di warên siyasî, aborî û bisernekeftina rêbazên tenduristiyê li dijî coronayê bûye sedema nerazîbûna piraniya çînên civakê. Krîza aborî bi dorpêça dewleta Amerîkayê rêyek li ber melayên hakim li Tehranê hiştiye. Ew jî belavkirina raya giştî ya civakê ji bo derveyî sînorên Îranê ye. Ew naxwazin nerazîbûn ji vê asta heyî bilindtir û zêdetir bibin. Terora dewletî ya Îranê zêdetir bi rêya “spahê pasdaran” têne kirin.

– Bi têkçûna dewleta Afxanistanê û hatina Talibanê re rayedarên dewleta Îranê dixwazin peyameke dualî bidin desthilata kurdên li Başûr û Rojava. Dixwazin li dijî Amerîkayê helwesta xwe ya li Kurdistanê aşkera bikin.

– Niha bi karên wiha re em dibînin li Îranê “Kurdistan” û li Afxanistanê jî “Pencşêr” li hemberî du rejîmên dîktatorî bûne qadên xebatê.

Çi rê li ber kurdan hene?

Derbaskirina sînorên welatekî binpêkirina kerameta miletekî ye.

Di vê rewşê de pêngava herî girîng û dîrokî, divê hemû partiyên siyasî yên li rojhilatê Kurdistanê (PDK-Îran, PDK, Komele, PJAK, Xebat, PAK û hwd) bi hevgirtî stratejiyekê diyar bikin. Tenê ev rê dikare him ji gelê kurd û him ji dewleta dagirker a Îranê re bibe bersiva herî baş û mentiqî. Ger wiha nebe yê dîsa bi terora kesên weke Nasir Babaxanî endamê komîteya navendî a HDK’yê ya li Hewlêrê. Him jî dê sivik li kurdên Rojhilat binerin û statûya kurdên başûrê Kurdistanê nas nekin. Ji hêla din ve jî dê şolîkirina rewşa kurd zêde bike. Komên din yên etnîkî-mezhebî berdin nava hev. Dê agirê şerê navxweyî geş bike.

Ji xeynî vê; divê partiyên sereke li Kurdistana mezin hemû hewlên xwe ji bo bihêzkirin û mezinkirina Kongreya Neteweyî pêş bixin. Divê ku rê li ber siyasetên şovenîstî yên Erdogan, AKP-MHP’yê û welatên din yên herêmê li dijî qedera 50 milyon kurdan bigirin. Ger wiha nebe yên xemsar yê bi qasî dîrokekê û heya dinya hebe bibin şermezar û rûreşên doza rewa ya gelê kurd li hemû Kurdistanê.