18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran: Wê di demeke nêz de hevdîtin dest pê bikin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyin Emîr Abdulheyan da xuyakirin ku dê Îranê di demeke nêz de dest bi diyaloga der barê bernameya nukleera Îranê de, bibe. Peymana ji bo bi sînorkirina bernameya nukleerî ya Îranê di sala 2015’an bi peymanekê biencam bûbû.

Peyman di nav Îran û 5 welatan de hatibû imzekirin. Welatên ku di vê peymanê de cih girtibûn ev bûn: DYA, Çîn, Fransa, Almanya û Rûsyayê. Lê DYA’yê di sala 2018 de dîsa ambargoyên giran li dijî hikûmeta Îranê pêk anîn û xwe ji peymana bi Îranê re vekişandibû.

Piştî vekişîna DYA’yê ji vê peymanê êdî ambargoyên giran li ser Îranê dîsa hatin pêkanîn û Îranê ber bi krîzeke mezin a aborî de dehfand. Li hember wê yekê Îranê jî lez dabûn xebatên xwe yên nukleerî û pêşxistina uranyûmê.

Bê guman di serî de Israîlê gelek welat mijara pêşxistina Îranê di warê nukleerî de û hewldanên bidestxistina çekên nukleerî ji bo xwe wekî gefeke mezin dibîne.

Balkêşe ku ev daxuyaniya Îranê piştî civîna rayedarên Israîl û DYA’yê pêk hat. Di civîna dawî ya beriya çend rojan di navbera rayedarên Israîl û DYA’yê de mijara nîqaşkirina plana B ya li dijî Îranê hate nîqaşkirin û Israîlê got heke Îran li gorî peymanê tev negere dibe ew plana B ya li dijî wê bixin dewrê.