16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran xwe li rojavayê çemê Firatê bihêz dike

Li gorî rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê di dema dawî de Îranê dixwaze ku hêza xwe ya li rojavayê çemê firatê zêde û bi hz bike. Li gorî tevgerên wan ên li wê deverê û ji ber ku sûdê ji rewşa nebaş a aborî digire, bi hin alîkariyan dixwaze ku çekdarên girêdayî xwe li Sûriyeyê zêde bike.

Bê navber xelkên wê herêma ku di navbera Dêra zorê, Ebû kemal û Meyadînê dijîn ku ew dever di bin kontrola çekdarên girêdayî Îranê ye, tevgerera xwe li wir bi hêz dike û ji deverên din jî çekdaran vediguhêze wê derê.

Sûdê ji rewşa gelê herêma ya ne baş û bêkariyê digire ûkesên ku tevli van komên çekdar dibe mehane 120 hezar lîreyê Sûriyeyê dide wan her wiha alîkariya xurekan bi malbatên wan re dike. Her wiha koma çekdar a bi navê Fatimiyûn li Meyadînê di meha remezanê de her roj xwarin amade dikirin û li malan belav dikirin.

Li gorî heman çavkaniyê hejmara çekdarên girêdayî Îranê yên komên çekdar ên iraqî, afganî û pakistanî li wê deverê derdora 15 hezar çekdaran e.