25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê çima hêzên xwe li wê deverê zêde dike?

Li gorî agahiyên çavkaniyên rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê her ku diçe tevgera çekdarên girêdayî rejîma Îranê li Sûriyeyê zêde dibin. Bi taybetî jî tevgera wan li aliyê sînorê Iraqê devera di navbera Ebû Kemal û Meyadînê, ew dever veguheriye wekî devereke dagirkirî.

Li gorî heman çavkaniyan di van rojên dawî de komên girêdayî Îranê û Heşdî el Şabî ya iraqî bi hevre hin qaîdeyên avêtina fûzeyan avakirine. Her wiha tê gotin ku ew qaîde li herêmê tên çêkirin û ceribandinên bi rengekî zindî li ser wan fûzeyan dikin. Beriya demekê ji bo ceribandinê gelek fûze ber bi çolistana Meyadînê ve avêtibûn. Ev kar di bin çavdêriya pisporên îranî de çêdibin.

Balkêş e û cihê pirsê ye gelo Îran çima ewqas çek û cebilxaneyên xwe li rojavayê çemê Firatê bi cih dike, tevî ku ew li wê çolistana Meyadînê şerê çeteyên DAIŞ’ê nake.

Hêjayî gotinê ye ku herêm û hêzên herî nêzî wan deveran Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) in. Lewra ew li rojavayê çemê Firatê ne û HSD’ê jî li rojhilatê çem e.