spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê dest danî ser gemiyeke petrolê

Leşkerên Şoreşa Îranê dan xuyakirin ku wan dest daniye ser gemiyekê ku petrolê vedughêze. Li gorî wê daxuyaniyê îro yekîneyeke deryayî ya girêdayî ‘Parêzvanên şoreşa Îranê’ ew gemiya ku li Kendavê dest danîne ser, petrola qaçax tê de hebûye.

Parêzvanên şoreşa Îranê bi behaneya ku gemiyeke biyanî petrola qaçax bar kiriye ew girtine û hemû pêwirdarên wê tevli gemiyê birine Barsiyana girêdayî parêzgeha Hurmuzê.

Li gorî daxuyaniyê piştî ku yekîneyê li ser agahiyên istixbaratî ew gemî şopandine û tevî 11 kesên di gemiyên de dest danîne ser gemiyê û barê wê. Nayê zanîn ku ew gemî ya kîjan welatî ye lê li gorî agahiyan ala Vîetnamê li ser gemiyê hebû.