25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê dîsa çalakvanek bi dar vekir

Hikûmeta Îranê çalakvanê siyasî Heyder Qurbanî yê 48 salî di 19’ê kanûnê de bi dar vekir. Qurbanî bi kuştina 3 endamên parêzvanên şoreşa Islamî ya Îranê dihate tewanbarkirin. Lê wî ew tewanbarî red dikirin û gelek salan di girtîgehê de bû. Xelkê bajarê Kamyaran bi xwepêşandanekê bidarvekirina Qurbanî şermezar kirin û bang li hikûmeta Îranê kirin ku dawî li darvekirnan bîne.

Di meha îlona borî de Neteweyên Yekbûyî bang li Îranê kiribû ku cezayê darvekirinê yê di der heqê Qurbanî de pêk neyne û wî wekî çalakvanekî siyasî dadgeh bike. Her heman bang ji alî rêxistina Efûyê ya Navnetewî jî li Îranê hatibû kirin ku Qurbanî bidar veneke.

Li gorî rapora sala 2020’an a rêxistina Efûyê ya Navnetewî di nava welatên Rojhilata Navîn Îran, Misir, Iraq û Erebistana Siûdî cihê xwe di nava welatên ku herî zêde cezayê darvekirinê li wan pêk tê, digire. Li gorî wê raporê van her çar welatan ji sedî 88 ji 483 darvekirinên cîhanê pêk anîne.