25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê li ser çemê Firatê ji bo veguhestina çekan pirek çêkir

Li gorî agahiyên malpera Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) milîsên Îranê di van rojên dawî de pirek li Dêra Zorê li ser çemê Firatê ava kirine da ku çûn û hatina wan hesantir bibe. Li gorî agahiyan ew pir li deverên di bin kontrola milîsên Îranê de hatiye avakirin û bênavber çek û alavên lojîstîk ji Iraqê vediguhêzin wê herêmê.

Hêjayî gotinê ye ku milîsên Îranê gelek caran ji alî balafirên koalisyona Navnetewî tên bombebarankirin lê hebûna wan a li wê herêmê her heye û deverên li nêzî sînorê Iraqê di bin kontrola wan de ne. Piranî milîsên Îranê li gundewarên Bû Kemal û derdora Reqa û Dêra Zorê hene.

Wekî tê zanîn li rojavayê çemê Firatê 7 gund di bin kontrola milîsên Îranê de ne. Navê gundên di bin kontrola wan de jî ev in: Hetla, Mezlûm, Xeşam, Tabiyê, Salihiyê û Huseyniyê ne.