Pêncşem, December 2, 2021

Îranê xwe li nêzî çemê Firatê bihêz dike

Li gorî agahiyên Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê di nava van 20 rojên dawî de cara duyemîn e ku Îranê çek û cebilxaneyên xwe yên li rojhilatê Helebê zêde dike.

Heta niha nayê zanîn ku Îranê dixwaze bi rêya bihêzkirina komên girêdayî xwe li van deverên nêzî desthilatiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk çi bike. Gelo Îran dixwaze hêzên QSD’ê dorpêç bike? Wekî tê zanîn Rojavayê çemê Firatê di bin kontrola Hêzên Koalisyonê û QSD’ê de ye lê rojavayê çem bi giranî di bin kontrola komên çekdar ên girêdayî Îranê de ye.

Hate ragihandin ku di nava çekên ku tên veguhstin bo vê herêmê fûze jî hene û hejmara çekdarên ku ji destpêka sala 2021’ê li vê derê tevli van koman bûne gihaye 985 kesan. Her wiha hewldanên tevlêkirina ciwanan berdewam dike û ew bi rêya alîkariyên madî û pereyan tên xapandin û cihê xwe di nava van komên çekdar de digirin.

Li gorî raporên çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê hejmara çekdarên girêdayî Îranê li rojavayê Firatê derdora 15 jhezar çekdar heye, piraniya komên ji Iraq, Afganistan û Pakistanê ne û piraniya wan li di navbera bajarê Bû Kemal û Dêra Zorê de ne li aliyê sînorê Iraqê.